Çîroka Şêr, Gur û Revî 

Hebu tinebu ne ti avd û beşer ji xwede mestir hebun û ne titişt ji çîroka xweştir hebu! 

Dibejin rojekê ji rojê xwedê şêr, gur û revî destubiratî dan hevdu.

Şêr û gur gotin emê herin neçîrê û revî ber kebanîbê û li ber malêbê. Wan bi vî hawayî kar û barê xwe li hev bahr (parve) kirin.

Şêr û Gur çun nava çîya li neçîrê gerehan. Wan hindik gelek çend heywanê goşt xweş û qelew ji xera kuştin û anîn mal.

Li mal gotin: „Gerek em goştê xwe li hev bahr bikin (parvekin) ta birakê revî ji mera bikê şîv.“

Ji hev pirsîn ka ki zanê li me bahr bikê? Şêr got: “Hima ber gur goştê me li me bahr bikê.“

Gur jî î gelkî (piř) tima bu. Wî goştê qelew û xweş ji xer bir û ê normal le kem goşt ji şêr řa hişt û ê hestî û bê goşt da revî.

Rêvîyê reben ji gur ditirseha û qîma xwe bi vê bahrkirinê anî. Wî goş keland û her yekî bahra wî danî ber wî. Şêr li ber gur temaşe kir, goştê li ber wî hemi goştê nerm û qelew bu, li ber pepukê revî hestîê bê goşt kom bun û li ber wî hestîyê kem goşt bun.

Hima şêr lepê xwe li pişta stuyê gur da û got: “Haferim birakê gur. Ti ji kê helimî vê bahrkirina hedil?”

Serê gur di (du) bosta di erdê da çu xwahr û duvê wî li hewa zîç bu.

Gava revî gûr di vî halîda dî kezaba wî qeteha.

Serê gur bizorê carek din ji erdê kişandin. Çavê wî dinava erdeda zihor bubun mahdê mirîya bi serda hatibu. Wan wê carê bi hevra şîva xwe xwarin û razan.

Rojadin carek din Şêr û Gur çûn neçîrê. Wan neçîra xwe anîn mal û şêr got: „Birakê revî ka ti îşev neçîra me li ma bahr bika, ta em bibînin ti çawa zanê li hev bahr bikê!“

Revî got: „Ti (tu) zanê birakê mey mezin.“

Wî rahişt perçê qelew û ter goşt danîn ber şêr, ê kem goşt danîn ber gur û hestîê bê goşt danîn ber xwe.

Şêr le temaşa kir kefa wî gelkî hat, beşişî û got: „Welehî, tilehî, bilehî min heta niha ti kes nedî go karibê wek te tiştan rast li merova bahrbikê. Ti ji kê helimmî (hinî) vê bahrkirina rast (buî)?“

Revî bersiv da wî û got: „Ez benî, ez ji wî serîyê di nava erdêda î çandî, wan çawê sihor û wî duvê zîç helimmîm (fer bum).“

Kêfa şêr hat û got: „ Welehî, tilehî, bilehî ti gelkî bi aqillî ez xwazim go ji îro û peda karê hindiru û li hev bahrkirinê bi tenê di destê teda bê.“ Herseka qirara xwe bi vê yekê dan û revî kirin wezîrê karê ber malê û li hev bahrkirinê. Şêr û gur bun berpirsîyarê karê ji derva û ê nêçîrê.

Hek hersê ne miribin hejî bi hevra birana.

Rahmet li dê û bavê xwendevan û guhdera.

 

 © Niviskar:  Ferhun Kurt 

 

 

 

 Çîrok û Meselê bi Kurdî 


Kure ku Bave xwe aveti


  Mesela dize bajare halaba mira


  Mesela Muso kundo


    Se zilame belengaz


   Bahlul heft sala xeberneda


  Bahlul u cinare xwe 


  Bahlul u hezimata Xelife u wezire wi


  Bahlul u xelat


 

Çîrok:

 

  Tschiroka revi u kew


  Tschiroka revi u kiso


     Tschiroka reviye i be aqil


  Tschiroka scher gur u revi  


 
Top
© Niviskar:  Ferhun Kurt 

 

Die chronologische Geschichte einer leiderprobten, kleinen Religionsgemeinschaft

 

 

 


Einfuehrung des Autors


Einleitung


Kapitel Eins


Kapitel Zwei


Kapitel Drei


Kapitel Vier


Anhang