Çîroka Revî
û Kîso
Rojekê
ji rojê xwedê reviyak û kîsok di nava çîyakîda li qay hev hatin.
Revî
got kîso: Birakê kîso hingî kefa min ji tera te ez xwazim tu bibê
destû birakê min.“
Kiso
li ser van gotinê Revî fikirî û di dilê xweda got: Gelo çima Revî
xwaze bibê destu birakê min? Ez ne heywanekî jehatima û ez wek wî
ne xurt û bi qewetim ku ez bi wîra herim neçirê. Xwezî min
zanîbuya çima ew sih ji min ke.”
Li ser
wan gotin û pirsê xwe wî got: “Birakê Revî kefa ninjî pir ji ter
tê, lê tu bes kenê xwe bi min bika. Ez wek te ne xurt û jehatîma
heger tu min bikê destû birakê xwe ezê li serê te bibim bela.”
Revî
go: Te heyb kir. Çawa te bibê bela serê min? Heger ez sax bim ez
nahelim ticara tu ji derb bikevê. Ma qey ti nizanê nave min
revîya û hezar û yek fenê min henê? Hiç ti xema mexwa! Ezê te ji
her tengayîye xelas bikim.”
Pepukê
kîso ti xelasbûna xwe ji destê revî nedîn lewma wî got berbê.
Rojekê
ew di ber senca rezekîra meşîn Revî got kîso: „Birakê kîso dileme
re trihnî xweş. Ka tu li wir guhdarbe ezê hem nav vî rezî tirihnî
me î henik bînim.
Kîso
got: „Birakê Revî te çawa di nava vê senca pir asêr herê nav
rez?“
“Min
gotîya te 1001 fenê min henê. Ka tu guhdarîya birakê xwe bika
çawa ezê niha tera me tirihe şerîn î xweş ji mera bînim.“ Bi van
gitinara av bi devê Revî ket.
Ew li
ber kîzenekê sekinî û got: “Ezê divir bikevim nav rez.”
Kîso
bala xwe da kîzenê dilê wî xerabû ku li alîyê din xefk wedaya.
Pepuko tirseha û got: Birakê Revî tu biya nin û xwedê bikê ti
narê nava vî rezî hakê hin te bigirin yanjî te bikûjin hinga ezê
bey te bi kuva herim.”
Revî
li gotinê wî nesekinî û serê xwe kir kîzenê. Ji newqê û peda çu
kîzenê hima qîren bi wî ket.
Lingê
wî ketin xefkê. Ji şewta laşê xwe qarî û neqarî feyda nekir. Kir
û nekir nikarîbû lingê xwe ji xefkê derêxe.
Mefera
wî ma birake wî Kisoe reben.
“Birakê kîso min xelaska! Heger xwedîyê rez sibehî bê û min di
wirda bibînê we min bikûjê.”
Kîsoye
reben tu çarê nedîn û got: “Ma min negot te mer nav Rez te bîya
min nekir? Te got 1001 fenê min henê. Ka weca xwe bi fene xwe
xelaska!”
Berê
sibehê kîso got: “Tû çara di deste minda nina ku ez ji tera
karibim bikim lê ez karim şîretekê li te bikim. Gava xwedîyê rez
hat tu xwe bimirî û behna xwe ji ber xwe biba. Belkî ew bahwer
bike ti mirîya û te ji xefke derexe û te jideste xwe baveje arde
hingî ti ji xwer bazda.”
Gava
sebehî xwedîyê rez hat halo meyzand kû reviek di xefka wîdeya
kefa wî gelekî hat.
Wî
lingê xwe li Revî da ew nelebitî. Wî got: “Welê ew ji tirsa
mirîya.”
Wî ew
ji xefkê derêxist û avet we meydanê gava ew avêt hima Revî rabû
ser xwe û bazda.
Xwedîyê xefkê poşman bu le hew giha Revî. Revî xwe qevast û ji
ber wî winda bu.
Demek
bihirt carek din Revî û kîso di ber wî rezîr hatin. Revî got
birakê kîso ka tu guhdarba ezê hem tirihnî xwe û te bînim. Kiso
got: “Ma cara din nayê bîra te? Ti vêcarê bikevê xefkê xwedîyê we
we te biguroyê û henû lingê te ji xefkê derexê.”
Revî
got: “Cara din ez di kîzenê ra çum kizen teng bû lewma ez ketim
xefkê. Ezê vecarê di ser sencêr biqevizim ez nahelim lingê min
bigihê xefkê.”
Gava
ew di ser sencêra qevist senc bilind bû hirterpilî û lingê talî
ketin xefkê, xefk çelpî û qîren bi Revî ket.
Kîso
got: “Ma min negot te? Te bîya min nekir. - Qey Xwedê temamê te
bi destê xqwedîyê vê xefkê anîbu. We sibehî sere te jekê.”
Revî
got: “Birakê kîso ez ketim bexte te û xwede mi vecarejî xelaska.
Eze hedî her tiştî bîya te bikim.”
Kîso
fikirî û got: “ Bik hawar! Belkî Revîyen din dengê te bikin û ben
arî min.”
Revî
kir hawar û qîren. Revîkî din dengê wan hiskir û hat cem wan û
got: „Kuro çi qîren û hawara teya?“
Wî got
ma ti min nabînê ez di çi halîdema.
Revîye
din got: „Ma ez çi bikim?
Kiso
got heger sibehî xwedîyê xefkê hat tijî li vê meydana ha xwe
direjka û xwe bimirî. Hingî belkî ew şaş bibê û birakê min
berdê.”
Wan
wek ku kîso gotubû kir. Sibehî xwedîyê xefkê hat halo meyzand va
revîyê wî carek din ketîya xefkê. Ew kenî û got: „Ma qey ev cara
dina ku te ez xapandim.“ Wî xencer ji ber xwe derêxist ku serî di
xefkêda jekê. Gava wî nezîkî lekir halo meyzand ku yekîdin jî li
we meydanê direjkirîya. Pepuko şaş bu û got: “Qeseb bi navê xwedê
ew bi tirih behejîna.“
Rahişt
Revîyê di xefkêda û avêt cem edin. Hima herdu rabun ser xwe û
heryek bi derekê da revîn.
Çiqas
xwedîyê xefka poşman bu le ti çare di destê wida neman.
Disa
demek bihirt Revî û kîso di ber rêzra meşîn. Revî got: “Birakê
kîso weleh dilê me gelekî rê tirihnî henik.”
Kiso
got: “Ma qey carê dina. Vê carê qima min nayê ti herê nav rêz û
xwe bikê xefkê.”
Revî
got: “Ez mezinbum lewma ez ketim xefkê kîzen ji minra tenga. Vê
carê dora teya, ti her tirihnî me bîna.”
Kiso
kir qîren nekir qîren çare ji destê Revî nedî.
Revî
got: “Ti ji çi tirsihê? 1001 fenê min hena gavâ ti bikevê xefkê
ezê te we gavê derêxim.”
Kîso
di dilê xweda got: “Heger fenekî te hebuya te xwe ji xefkê
derexista.”
Çiqasî
kisoye reben li ber xwe da ti mecal nedin go karibe xwe ji bela
revî xelaske. Ew mecbur bu ku here nav rez. Gava xwe di kizenera
circirand pepuko bimicalbu û linge wî ket ser xefke û ted ma asê.
Gava
revî fehmkir ku xefk ji wîra be zirar bu ew quluft nava rez û
deve xwe kir nava weşîye tirih û zike xwe je dagirt.
Kiso
çiqas ke hawar û gazin revî helaqe xwe ji wî nanî heta ew ter ji
tirihe şerîn bu henû weşîk tirih kir deve xwe û hat cem kisoye
reben. Kiso di xefkeda ke kaz kaz revî tirih anî û danî berwî û
got: “Ev çi kaz akza teya ma min ti ji bîr kirîya? Hişta bahra te
tijî hinî ji wî tirihe xweş î şerîn bixwa.”
Kiso
got: “Malxerab xefke lingê min qût kir. Ka min ji vê xopanê
derêxa!”
Revî
kenî û got: “Ti heneke xwe bi min ke? Ezê çawa karibim te ji
xefkê derexim.”
Kiso
got: “Ma qey min ti di cara ji deste Xwedîye xefke xelaskirî?”
Revî
got: “Rasta min ticara bahwer nedikir go ti hewqasî şarzeyî.
Wecarê dora teya. Xwejî xelaska.”
Kiso
got: “Te got min 1001 fene te hena. Te karibe min bi fene xwe ji
hemû astengîya xelaske. Ma kanîn ew fene te?”
Revî
got: “Rasta fene min hena. Min bi fena ti şandî nav rez ji bana
ti re ji minra veke û ez ji vî tirihe xweş bixwum.”
Kiso
bahwerkir go Revî ji awilda bi wîra xayîn bû û ew tijara wî ji
xefke azad nake.
Kîso
got revî: “Wa ezê weca bimirim. Xewdîye xefke wext be û we ji
kerba min bikûje. Ka ti bi wirda wer ta ez carek din wî rûye te
carek din berî ez bimirim maçkim. Revî rûye xwe anî ber devê kiso
û got: “Keremka”.
Hima
kiso xwe zerkir gûhe wî û kir deve xwe û sere xwe kişand qalike
xwe.
Qîren
bi revî ket û li xweda. Çiqasî wî li ber xweda û kîso dinanê xwe
li gûhe wî şidandin.
Di wî
halîda hero man heta xwedîye xefka kat û revî ji devî kîso
derexis, ew di cihda jirih bir û çerme wî je kir. Xedîye xefke ji
kefa hew zanîbû kiso dene ser kuda xwe. Linge wî gireda û ew
berda nav rez.
Serê
xwendekar û gûhdera ji minra saxbe.
© Niviskar: Ferhun Kurt
|