Çîroka revîyê î be aqil 


 

Hebu tinebu ne ti avd û beşer ji xwede mestir hebun û ne titişt ji çîroka xweştir hebu! 

Di bejin salek xerab bi ser heywana da hat, berfek giran barî û seqem û qeşayê awetin ser. Hemu rûye dinyayê û girtin. Heywanê çîya ê berî di qûlê xweda man asê.

Rojekê ji rojê xwedê Revîk ji xwer derket wan der û dorê xwe û ji xwera li tişten ku bihatina xwarin digeriha. Revî hingî di qula xweda birçî mabu newqê wî di hev bihirdibun, çavê wî zihor bubun, pirçika wî gij bubu û duvê wî bubu wek duvkê teşîkê.

Gava ew ji xwera digereha li qala (rastî) şêrekî hat. Gava şêr revî dît dilê wî bi halê wî gelkî şewitî. Şêr bakir revî û got: „Birakê revî çi bi halê te hatîya? Çima ti hevqas şepirzê buyîya?“

Revî got: „Birakê şêr ma ti nabînê go ziztana me çiqas xedera? Rojê zistanê kurtin (kinin), heta nîvro sarin û ji nîvro û pêda evarin. Çiqas tiştekî go me karîbuya ji nava çîyada bidin hev û bixwen di bin berfê û seqemêda mayîya û ez nikarim herim pexê gundajî ji xwera tişta bînim. Ji ber go ez ji qerema ketima û nikam ji xwer birevim, gava kuçike gunda min bibînin we min bikin perça. Ez çibikim belkî ev jî qedera min bu go sal halo xerab hat?“

Gava revî ev gotin ji şêr ra gotin agir bi dilê wî ket û got: “Birakê revî ka wer bid pey min ezê niha te ter ji goştê hespa î qelew bikim.“

Kefa revî ji van gotinara gelkî hat, av bi devê wî ket  û mahde wî geştir bu. Wî hiç ev gotina şêr red nekir û da pey wî. Gava ew bi serê guherekê ketin û li bin xwera heşandin (temaşa kirin) sibhan ji navê xwedêra garanek hesp di guherê da ji xwer çerê te bejê nivê biharêya hingî ew hesp qelew bun.

Şêr got: „birakê revî ka ti yeke ji van hespa ji xwera bineqîn ta ez ji tera bikim şîv û taştê!“

Pa sibhan ji navê xwedêra gava revî li wan temaşê ke nizanê berê xwe bidê kujanê. Her yek ji wan ji ya din çetir bu di navda şaş bu û hew zanîbu kujanê ji xwer nîşanbikê.“

Berê xwe da yek ciwan û got: „Hima ber ev bê.”

Hima carekê şêr qevz li xwe dan û wek bayê kur li xwe fitilî û ji Revî pirsî: “Birakê Revî duve min î çawaya?”

Revî li duvê wî temaşe kir û got: „Duve te buya wek şûrekî, ti li serê gamêşa xe we bi yek derbêra bibirê.”

Şêr carek din bi we beza xwe dewrekê li xwe zîvirî û carek din ji revî pirsî: „Birakê revî çavê min cawana?”

Gava pepukê revî li çavê şêr temaşe kir û ew awirê wîya dijwar dîn kezeb li wî qeteha û gişt ew liçikê rihê di bedena wîda mabû jî qalibê wî bi revîya. Revî got: “Birakê şêr çavê te wek çavê melkemotin heçî ti awirekê je bidê ewê di cihda rih berdê.”

Şêr dewrek din li xwe zîvirî got: „Gerşê min î çawaya?”

Revî got: „Gerşê te li ber çawê min î wek dîyarekîya. Ti xwe li bin guhe çîya exê ewê ji cihe xwe ben gûhastin.”

Şêr got: “weca çavê te li birakê te û hespa go te ji xwer xwestîya bê ta ti bibînê ka ezê çi feleka xwedê li serê we bigerînim!”

Şêr xwe çend kir hespê devê xwe kir boxaza qirika wê û stukir lê bada û ew avet meydanê. Di cihda rihê we stand. Şêr bakir revî û got: “Vêca ti keremka wer zikê xwe terbik!“

Eşqa revî ji vê xelata go xwedê û şêr kiribin nisîbê wî bê hisab hat û devê xwe kir nav hinavê hespê û zikê xwe ji goştê we î qelew û germ ter kir.

Revî we her roj devê bikira nav wî goştê qelew û xwe jê ter bikira. Roj bi roj mahdê wî xweştir, pirça wî geştir û şayîktir û dûvê  wî sturtir bu. Gurçikê wî wek payîzî çaxê reza û tirih bez girtin.

Gava ew rojekê di nava çîyêda ji xwera di seyîrî li revîkî din rast hat. Gava wî li revîyê din temaşe kir halê wî he ji halê wî çaxê berê xerabtir bû. Bakir yê û got: „Birakê revî çi bi halê teda hatîya, çima tî hevqasî şepirzeyî?“

Revî ye din got: „Ma qey ti nabînê ziztana ma ya îsal çiqasî xedara? Tiştek nina go ez bixwem û ez nikarim herim pêxê gûnda ji tirsê Kuçika. Ji nêza halê min eve.“

Revî senga xwe fereh kir û got: „Ma ez çima ne di halê te dema?”

Revîyê belangaz got: “ez çi zanim? Belkî sihuda te ji xwedê hebu û hina bi xera xwe sewalin, dewarin ji tera kuştin?”

Revîyê î qure got: “ma qey ki doste me li nava çîya heya ku dewara ji minra biqujin? Ji min û pêva tikes dostê min nina. Ka wer ta ez hespekî  ji tejîra bikujim!”

Revîyê belengaz got: „xwedê ji te razibê bes henekê xwe bi min bika û ji min bigera ta ez li nava çîya ji xwer bigerihim belkî ez tiştin go ben xwatin di nav da ji xwer bibînim anji xwedê li min bê rahmê û rihê min bistînê?“

Revîye ter got: “Ti çiqas be bahwerî û hevîyi?

Ka ti ji kerema xwera bid pey min û ta ti derbê birake xwe îro bibîne!”

Revîye birçî ji van gotine havale xwe qet bahwer nekir le ti çare din di deste wîda nemabun lewma wî da pey havale xwe û bere xwe dan cihe ku wan zanîbun liwir Hesp çerin.

Gava wan hesp dîn revîye ter got e birçî: “Veca ti yek xwe ji wan bineqîn û ezê we ni ji tera bikim maza.”

Revîye birçî got: “Asil tuyî ti kujanê jiminra bikujê ez razîma.”

Hespekî ner î ter û bitir danava wandebu.

Revîye ter got: “Ma ez vî hespê ha ji tera bikujim te razîbe?” wî got: “Xwezî bi we kelîka ez goşte we bixwim.”

Revîye ter dewreke bi beza hiçk li xwe zîvîrî û li ber havalê xwe sekinî û ji wî pirskir: “Birako Çave min çawana? “Wî got çave te wek care din zihor kin.”

Hima wî piçukel li qahfe pepuko da û got: “Ma ti korî ti nabîne ça ew wek di perenge agir sohr buna?” Revîye birçî got: “Qisura min megra min ji neza tam liwan guhdar nekiribu.”

Carek din revîye gewr li xwe zîvirî û li ber havale xwe sekinî û ji wî pirskir: “Birake revî dûve min çawaya?”

Revîye birçi le heşand û got: “Dûve te wek care dina. Pirça wî gij buya û ew di nava herdo linge ta talîyeda lewlibe.” Hima heta xwede himet da wî carekdin piukek li nav sere pepuko da û got ma qey ti korî go: “Ti nabîne çawa dûve min î wek çûrekî hesinîya ez li sera ga xim ew bi derbeke jina mile wan bifirîne.”

Revî birçî î reben got: “Qisura min megra ji neza ez hew karim tam bahla xwe bidim tişta.  Lewma min taam bahla xwe ne da wî.”

Revî ter carek din bi leza xwe bezî û li ber havalê sekinî û je pirskir: “Ma vecarê gerşe min î çawaya?” Havale wî got: “Gerşe te wek e revîkî hale wî xweşa.”

Carek din ew xwe je qehirand û got: “Henû ez bahwerkim ku çaven te ji neza tarî buna lewma ti gerçe minî wek dîyarekî nabîne.

Weca ti li vir guhdarba ezê çi feleke bînim sere wî hespê ha!”

Ew bezî hespe gava wî xwest wek şer xwe zerke qirka hesp hespê gewr cotikek avet wî û bi qedera xwede li nahbera herdo çaven wî da hesp bi derbeke revîye gewr gindir kir meydane û wî di cihda rih berda.

Havale wî got: “Qey evjî qismete min bu go ez li vîye dînî be aqil rast hatim. Ya qenc ewa ezê veca wî bixwum belkî ez ji dîvla wî ji ve zistana xeder azad bibim.”  

 Sere Xwedevan û guhdara ji minra sax bin.     

 

 © Niviskar: Ferhun Kurt

 

 

 

 

 Çîrok û Meselê bi Kurdî 


Kure ku Bave xwe aveti


  Mesela dize bajare halaba mira


  Mesela Muso kundo


    Se zilame belengaz


   Bahlul heft sala xeberneda


  Bahlul u cinare xwe 


  Bahlul u hezimata Xelife u wezire wi


  Bahlul u xelat


 

Çîrok:

 

  Tschiroka revi u kew


  Tschiroka revi u kiso


     Tschiroka reviye i be aqil


  Tschiroka scher gur u revi  


 
Top
© Niviskar:  Ferhun Kurt 

 

Die chronologische Geschichte einer leiderprobten, kleinen Religionsgemeinschaft

 

 

 


Einfuehrung des Autors


Einleitung


Kapitel Eins


Kapitel Zwei


Kapitel Drei


Kapitel Vier


Anhang