Mesela Mûso kûndo 


Hebû tinebû kesek ji xwedê mestir nebu.

Dibejin Zilamekî gelkî belengaz hebû. Navê wî Mûso kûndo bu.

Rojekê ji roje xwedê got pîreka xwe : „Harmet wer arî min bika! Emê kûara xwe ya dexlê pakij bikin“

Pîreka wî got: “Berbê”, û wan dest bi pakijkirinê kirin.

Gava wan ew pakij kirin helînek mişka di kuarê da dîn. Heft çelîkê mişka ê he zelût tedebun. Hema Mûso kûndo bezî cem kûlîna nivîna û qeftek xencera a gelkî kewin û zingargirtî jê anî. Her heft çêlîkê mişka bi we qefta xencera kûştin. Mûso kûndo biştî vê meranîya xwe gelkî kubar bû, simbel badan û got: „Ma qey hin karin hemberî min bahsa xwe bikin û bejin emjî merin?“

Wî berê xwe da nav bajer û çû cem hedada. Wî got hedada: „Ma un karin xencera min carekdin tîîj bikin û li ser we binivîsin: „Xwedîyê vê xencerê heft neyarê xwe pê kûştine.“

Hedada got: „Erê, em karin tiştê tû xwazê binin cih“. Wan Eînî wek kû wî dixwest xencera wî tîîj kirin û li ser nivîsîn: „Xwedîyê vê xencerê heft neyarê xwe pê kûştina“.

Wî xencera xwe kir ber xwe û simbel badan û bevila xwe qerast di nava bajerda çû vî serî û dihat vî serîyê din heta dereng û berê xwe da mal û bi rêya xweda meşî.

Bi qedera Xwedê li bajarekî din î gelkî mezin dahbak li wan bubu belê. Miletê (Gelê) bajêr mecbûr bû her meh qîzekê ji ê xwe he nezewicî bişev jera bikin xanîkî li pexê bajer û dahbe dihat û ew dibir û dixwar. Qederê wilo (wisa) dixwest dor giha qîza Mîrê bajer. Qîza Mîr a gelekî bedewbû û dilê Mîr gelkî bi qîza wî a bedew vebû. Wî nedixwest dahbe qîza wî ya gelkî bedew û hê nezewicî bûxwe. Wî di zilam ji bajarê xwe birê xistin û got wan: „herin belkî un camêrin merxas bibinen kû karibin vî dahbeyî bikûjin û me û qîza min a bedew ji mirinê xelasbikin.

Herdo qasira berê xwe dan oxirê û pişta xwe dan felekê li nava dinyayê gerehan. Çikas ew gerehan lê wan tû kes nedîn e kû karîbuna hemberî dahbê şer bikin.

Wek kû ji berê da hatîya gotin: „Qedera xwedê nivîsîya benî nikarin xera bikin“. Ew û Mûsô Kûndo di reda rastî hev hatin. Wan silav li hev kirin û her yek bi reya xweda meşî. Gava ew bihirdin qasirekî got edin: „Ma tejî ew nivîsandina li ser xencera wî camerî xwend?“ Havalê wî got: „Na min ne xwend. Ma qey çi li ser nivîsîbu?“ Wî jêra got. Herdo qasira ji hevra gotin: „Ka em mexseda dilê xwe ji wîra bejin û ji wî bipirsin, belkî ew karibê me û qîza Mîrê me ji bela dahbê xelaskê“. Herdo carek din wegerehan cem wî û derdê xwe jera gotin. Wan got: em li gelek devara gerahana le heta niha me ti kesê merxas ne aciband, lê gava em di ber tera bihirdin me ew nivîsandina li ser xencera te xwend ku li ser nivîsandîya „Xwedîyê vê xencerê heft neyarê xwe pê kûştina“ em lewma di we bahwerîyêdena kû ti merxasekî qahremanî û ancax ti karibê me ji bela dahbê xelasbikê. Gava wan ev gotin jera digotin kêfa wî gelkî hat, senga xwe fereh kir, destê xwe danî ser xencera xwa û dinava xweda dikenîya. Wan ji wî pirsîn: Camer ma tê karibê me ji dahbê xelasbikê?

Mûso kûndo got: Ma qey un fihêt nakin vê pirsê ji min kin? Heger ez nikaribim we ji dahbakî xelasbikim ma çawa navê min Mûso kûndo ya? Ez wî dahbeyî bi van deste xwe ne kûjim ber carek din kesek li vê dinyayê nebeje min navê te Mûso kûndoya û tê heft neyarê xwe bi xencerekê kûştin.  Ma qey hin din li dinyayê hena ji min û pêva kû karibin we ji dahbakî xelas (azad) bikin?

Kefa herdo qasira gelkî hat û gotin: Camerê Mûso kûndo em dexîlê te û xwedêna bi mera wera û me ji wî dahbeyî xelasbika. Bi welleh, tilleh û billeh heger tu me û keça Mîrê me ji vê bela xerab xelaskê mîrê me  wê te bikê Agît û qahremanê xwe û wê te li kelêka xwe runîne ji we kelîkê û peva destê te û kûfletê carek din bi ava sdar û germ nakevê.

Mûso Kûndo: Rasta ez ji berêva î qahremanim û helbet ezê karibim we û xatûna we ji bela dahbê we xelaskim. Ax xwezî ne ji zarokê min û pîreka min buna ezê ji vêdê bi wera bihatima le qisura min megirin ez nikarim sihatekê ji zarokê xwe  û pîraka xwe xafil bibim, neyarê min zanibin ez ne li malim wê bên û wê serê wan hemiçka jêkin. Ka ji kerema xwe rê bidin min ez bilêzim. we ez gelkî sebirandim ku dijminê pe hisehabin kû ez neîy li malim, niha wan mala min xerakirîya koka min ji dinyayê qelandîya û cira min ji jîyanê tefandîya. Heger xwedê qismetê min ji dinyayê qutnekiribê belkî ez bigihem zarokê xwe bi saxîtî.

Qasir got: Tû xema mexwa! Emê niha bi tera ben û emê rajin zarokê te û pîrekate û emê bi hevra birêkevin ta em bigihin xatûna ma berî kû dahbe we bixwe.

Kêfa Mûso Kûndo gelkî ji vê jeker hat û ew bi hevra çûn mala wî. Gava ew gihan gûn çiqas malek kû mezin û gelek milet teda li bahevbû herdû Qasira ji hevra di gotin ev mala wîya. Herdû ji xwera li ser vê jekê bi şetr di lîstin. Heta ew gihan pexê gûnd ku mal hew man bitenê xanîkî mirişka li peşîya wan xweya dikir. Dîware Xanik ji herîyê û kevira bun û banê wi li ser çend stûnê darî a rizî bu. Zedey derîkî be dergeh ti cam anjî qûlê ku şewqa rojê karîbuya tera bidê hundurûê wî nebun, ji lewma gava merov di hunduruda runistî bua kesî nizanîbû roja anjî şeva.

Mûso Kûndo da pêşîya herdo mehwanê xwe berê xwe rast da wî xanîkî. Qasira li hevdû heşandin lê wan bahwernekir kû mala merxasekî wek wî di xanîkê mirişka deya. Gawa ew gihan hewşê celebek zarok ji xenî derket û berbi wanva Bezîn, cilê wan zerzilî, lingê wan (pîyê wan) xwas û ji serê tilihe lingê wan hata bigehe serê mûyê porê serê wan kesekî tiştek ji gemarê (qirêjê) kifş nakir. Dilê wan sê gopal lêda û ji hevra gotin: Me top lêda, lê belkî qedera me evbû. Em li her çar alîyê dinyayê gerehan û me tikes nedî ji xeynî wî. Ji dîvla em vala carek din vegerihin emê wi bi xwera bibin, hek ew Dahbê bikujê emê ji dahbê xelasbibin û hek dahbê ew û zarokê wî xwarin hingî emê ji wî xelasbibin.“

Gava Mûso Kûndo meselê ji hermeta xwer got we li serê xweda û got: „Ez di bextê tedema û ti di bextê xwedêda me mek ti bela. Dahban we me hemiçka bixwen û bizrê me  we ji dinyayê biqelihe.“ Çikas wê lav lav ji wî kir tû çare jê nekir.

Qasira zarokê wî û pîreka wî siwar kirin û berê xwe dan Bajêr.

Mîr tevlî xulamê xwe û milêtê bajêr derketina serê bana û bi dûrbêna li reye dora bajer heşînin ji ber kû ew roja talîbû divîbû ew evarî xatûnê bibin xanîkê pêxê bajer ji bona kû dahbe we ji xwera bibê.

Gava ew gihan pêxê bajer û qîrênî ji kêfa wanra bi bajêr ket û milet bi dahol û zirna şirehan peşîya wan.

Berî kû ew gelek wextî bi hevra bibiherin roj çû ber ava. Mîr ji Mûso Kûndo pirsî ka ewê çi hacêtê şervanîyê ji wan xwazê. Mûso Kûndo got Mîr:  “Mîrê min ma qey ti fihet nakê ve pirsê ji minkê? Ez Mûso Kûndo ma mi heft neyarê xwe bi ve qefta xencera kûstin haînî wilo ezê Dahbê jî bikûjim lê belê ez dilê te nahêlim ti bixwazê ti karê tivingeke binê deynê wedê, ez hawce nabim le hima ber ew li wirbe. Wan tera wî hacêtê şervanîyê (Tiving, xencer, şûr û tîr û kevan) jer peyda kirin.

Mîr got: „ heger ti bixwazê ber zarokê te û dîya xwe li cem mibin heta sibî ti bi wanva bê“. Her çiqasî kefa pîreka wî ji vê şîreta Mîr ra di hatjî Mûso Kûndo nehişt û got: „Ma ez karim kûfletê xwe bi tenê li derin xerîb bihelim? Ez rabim wan li cem te bihelim û xûlamin ji ete dostê neyarê mibin û bebextîna bi mer bikin û belana binin serê wan ezê bajêr piştra luxû bikim û ezê rureş bibin li darê vê dinyayê. Xelk we bejin min: ti çuyî ji bona ti wan ji mirinê xelasbike te ew bi destê xwe qelandin. Na wella ez li kubim gereka ewjî li cem mibin.“

Wan Mûso Kûndo û kufletê wî birin cem avayîyê û gotin dahbê we îşev bê vê malê. Milêtê bajêr ew kirin avayîyê û derî li ber wan daran û her kes çû mala xwe û dergeh û derîyê li ber mal û hewşê xwe heta ji wan hat asê kirin, ji bona ti kes û ti tişt niakaribin ji rexê derva vekin.

Roj çû ava û bajar bê dengbû, meriv bahwerdikir kû ev bajar î xerabeya, tû kes le nina.

Mûso Kûndo û kulfetê xwe di hindûrûda li benda Dahbê diman. Zarok he zû razan (nivîyan) ji ber kû ew belangaz gelkî betilî (rawistîya) bun. Le belê ji tirsa xew bi çavê Mûso Kûndo nakevê û pîreka wîjî bi wîra şîyara.

Dem giha dor nîvê şevê dinya li Mûso Kûndo bubû taristan, dilê wî sêgopal lê dixist. Carekê xerp xerpek û dengekî kû hê kesî guhdar nekirbû  ji derva hat.bi vî dengîra qîren bi Mûso Kûdo ket û got: “e e e e ew haaaaatî kû mimimimin bixwe.” Heman wî lihef kişan ser xwe û xwe di binda veşart. Pîreka wî got: „Min ti veşartî. Ma qey min negot em narin? Mi zanîbu te serê me bike belana.“

We lihef ji ser wî avêt û got: „Ka rab serxwe û wek mêra min û zarokê xwe biparêza.“

Bi vê gotina wê carek din deng ji derva hat û qîren bi Mûso Kûndo ket û wî dixest xwe di bin zaroken xweda hilînê. Her çiqas pîreka wî di nav wî dida lê feda neker û qeremê camêrê Mûso kûndo lê şikestin û ew ji tirsa ji xwar û bahnîda rihilî.

Dahbê ji alîyê derva li devê derî dixebitê kû wî vekê û bikevê hindur jibona ew karibê xelata xwe bixwê.

Pîreka Mûso Kûndo fehm kir kû zilamê wê ji tirsa nikarê wan biparêzê hema we rahişt çekekê û bi texmîn berê wê da devê derî kû dengê dahbê jê dihat û wê lingê çekê kişand. Bi dengê çekêra qîren bi dahbê ket û ew bê dengbû. Heta fereca berê sibêhê xew bi, cavê wan neket û ew be deng hishisîn lê ti deng hedî nehat wan bahwerkir kû dahbê hat kûştin. Pîreka Moso Kûndo got wî: „ka rab ser xwe. Ma min ti veşartya? Ti nabînê kû bûya sibeh û deng hejî ji dahbê nehatîya tû her ber devê derî biheşî (binihera) ka çi li wedê heya.“

Heyba, kengî camêrê Mûso Kûndo ceger kê kû herê ber devê derî. Pîreka wî mecburma kû herê biheşînê. Gava we bi dilekî bitirs derî vekir bahla xe dayê kû termekî bi aceb li ber devê derî radaya. Kû xwedê li cem xwe li hev bînê ti avd nikarin betal bikin. Berê çekê li nahbera herdû çavê dahbê ketibû û ew di cihda miribû.

Pîreka Mûso Kûdo got wî: „ka rab her mizgînê bid Mîr û bej wî min dahbê kuştîya, lê ti bahsa min meka!“

Hejî Mûso Kûndo ji tirsa ne werabû ji hindirû derkevê. Pîreka wî lihef bi serê wî dakir heta ew ji mal derxîst henû ew bi lez û bez çû cem Mîr û mizgîn da wî.

Kefa Mîr ji vê mizgîna xerê ra gelkî hat û heman bi rê ket kû ew wî dahbê kû bê hijmar keçê wan xwaribûn bibînê. Bi wîra tiştê bajer bi re ket berê xwedan cem Dahbê. Mîr got: „Mûso Kûndo ka tû bid peşîya min ta em herin wî bibînin.“ 

Mûso Kûndo got: „Mîrê min ez bi enîya te û bavê tekim ez ji nîvê şevêva li wî heyîşînim (meyzekim) dilê min je dixeyîsê lewma ez hew xwazim wî carek din bibînim.“

Xelkê Bajer bi Mîrva şirehan cem kelaxê dahbê û her yekî dixwest wî bibînê bi tenê Mûso Kûndo jitirsa nedixwest tevlî wan bibê û wî dahbê bi çavê xwe nedî.

Mîr ji vê gavê û peda ew kir egîtê xwe û her gava kû dijminê wî bixwestina erîşa bibin ser wî di got. „qey xwedê ji wan standîya, heger ez Mûso Kûndo berdim wan ewê keřê wan di korê wanva derêxê.“ 

Dem gelek hindik bi ser wanva bihirden diz helimîn bajarê wan û ew anîn ber telankirinê. Dikandara her çiqasî devê dikanê xwe êvarê asêdikirin ew sibehê vekirîbûn û malê wan ne tedebûn. Wan ti çarê ji xwera nedîn kû xwe biparêzin. Wan gilihê xwe li cem Mîrê bajer kir û gotin: “Mîrê mê, heger ti çarakê ji mera nebînê emê ji mecbûrî dikanê xwe bigirin.”

Mîrê wan carek din bi agîtê xwe Mûso kûndo şewirî û got ka emê çawa bajarê xwe ji van diza biparezin. Wan qirar da kû Mûso kûndo li wan bibê casûs û gava ew ben nav Bajer ew wan bigirê û cizê bikê. Wan mala Mûso Kûndo kir Malekê kû ew di wê bahwerîyê debun kû diz we bişev di ber wê malê ra ben nav Bajêr. Her çiqas Pîreka Mûso Kûndo hemberî vê yekê derketjî ti çare ji zilamê xwe nekir. Feqîrê mecbûr ma kû ewjî vê yekê qebul bikê.

Evar bi ser wanda hat û dinya heyv bireşa û tarîya. Bi şev meza Mûso Kûndo hat û dixwest herê mezkê lê belê ji tirsa newerabû bi tenê derkevê ji derva. (Berê tualet û av di hindirûada nebûn lewma xelkê gûnd û bajara ji mevcbûrî ji derva di pişta hêt û dîwarda xwe rihet dikirin)

Pîreka Camerê Mûso Kûndo mecbûrma kû bi wir derkevê derva ta ew karibê xwe rihet bikê. Mûso Kûndo di ser gûda hergav berê xwe dida der û dorê xwe û got: „aaaha wela îşev şeva dizaya.“ Hingî pîreka wî ji wî qehirî hema ew li wedê hişt û got: „Dey li virba! Belkî xwedeya hin ben û te bikûjin anji ti ji tirsa bimirê ta ez û zarokê xwe ji bela tê xelasbibin.“ Ew ket hindirû û derî li ber zilamê xwe girt. Mûso Kûndo kir û nekir we derî ji wîr venekir. Dinya li Mûso Kûndo tengbû û ji tirsa hev zanîbû bi kuva herê anjî xwe li kûdê hilînê. Çiqas devera kû ew ketîye carek din ji tirsa ew je derket û jixwera digot: „Dizê min awil di virda bibînin.“ Carekê berê wî ket nava çîyakî tarî kû di nava wîda gelek Heywanê berî hebûn. Wî ti der nedî kû karibê xwe teda hilînê. Hima darek bilind ji xwera dî û ew çu serê wê. Gava ew li serê darê ji tirsa dirihilî dizjî dinava çîyêra dihatin kû ben nav bajêr.

Bi qedera Xwedêra kû ew karê tişta li cem xwe li hevbînê û çekê. Berazek hat û li binê darê sekinî. Gava Mûso Kûndo ew li binê darê dî paqê (çokê) wî rihilîn destê wî ji tirsa hew gûlîyê dare zemkirin û ew ket ser pişta berêz aynî wek kû merov li hespekî suwarbibê ewjî li berez suwar bû û xwe bi pirça stûyê wîva zem kir. Berazê reben ku ji tirsa hew zanîbû çi bikê hima berê xwe da nava çîyê û bezî. Ew tevlî Mûso Kûndo rast (qay) Diza hatin. Gava Diza beraz dîn kû zilamek li pişta wî siwara bahwerkirin kû Melkemot hat wan. Ew li cem xwe ketin we bahwerîye ku ji ber ew dizin û bi dizîya xwe niheqîyê li xelkê kin xwedê jî ev bele şandîya wan ta ew rihe wan bi beraza bistîne. Hima wan çekê xwe awêtin û berê xwedan nav bajêr û kirin hawar. Xelkê Bajer li hawara wan derketin û gotin: „We xera ûn kina çi qewimî?“ Wan got: „Em dizin û hingî me gûneh kirina xwedê melkemot şand mê. Ew li berazekî suwarbûbû û şûrê qetlê di destê wîdebû rast hat mê mejî bazda û li we kir hawar. Em di bextê wedena me xelaskin! emê Malê we hamûyî he zedetir carek din bidin we.“

Gava wan ev gotin gotin hema Mûso Kûndo li ser pişta  berêz sûwar ket nav wan û carek din di nava çîyeda wunda bû. Qîren bi diza ket û gotin: „Ha ewê me got î vaya.“

Mîr emirda kû diza bigirin û wan bavêjin zindanê.

Mûso Kûndo li ser pişta berez ma heta kû destê wî qerimîn û ew ji xwera ket erdê. Berazê reben ji behta û tahba hew li wî bû xwedî û di nava çîyêda wunda bû. Mûso Kûndo li wedê ma heta kû qeremê wî carek din hatin ber wî û karîbû bêrê xwe bidê mala xwe. Qat hayjê wî ji tofana wî û qahremanîya go kiribû nebû. Gava ew giha ber bajêr milet bi Mîrva şirehan pêşîya wî ew hilgirtin ser milê xwe û anîn dîwanxana Mîr.

Carekdin ew xelatkirin. Mûso Kûndo bû aceb di nava dinyayêda. Nav û dengê wî li dinyayê bela bû.

Mîrekîdin kû ji qahremanîya xwe gelkî qayîlbû di xwest Mûso Kûndo biceribînê û tevlî leşkerê xwe berê xweda bajarê Mûso Kûndo lê dima û qasir şandin cem wî û gotin: „Ez tem şerê tê û Mîrê te hek min ûn kûştin hingî ezê bibim Mîrê heremê û Agîtê herî bi nav û deng.“

Mûso Kûndo û Mîrê xwe mecbûr man go kar û barê xwe ji şeřê dijminê xwera bikin.

Mûso Kûndo got: „Mîrêmin ka ti xwe aciz meka ezê bi tenê hem beşîya dijmina û ezê hingi keřê wan di korê wanva derêxim.“

Her çiqas ev yek li xweşîya Mîr nehatjî mecbûr ma go daxwaza Hegîtê xwe qebûl bikê.

Mûso Kûndo berê xwe da nava çîyayê asê kû di we bahwerîdebû kû dijmin we ji wirva ben û çû şeřê dijmin. Ew çiqas bi nava çîyêda çû hewqas tirs ket dilê wî dinya li ber çawê wî çû û dihat. Qurmê dara û kevîrê bitenê li ber çavê wî bun wek leşkera û wî ji xwera şeř bi wanra dikir. Hew zanîbû çilo bikê hima carekê darek bilind ji xwera dî û çû serê wê. Gava dijminê wî di nava çîyêra dihatin şêrek jî ji ber wan direvî û rast hat binê dara kû Mûso Kûndo xwe li serê we da hilanîbû. Kû xwedê tişta lihev bîne. Gava wî şêr li binê darê dî dîsa ji tirsa paqê wî rihilîn û destê wî hew gûlîyê darê zem kirin û ew ket binê darê ser pişta şêr û li wî suwarbû. Hima wî wek reflex (behimdê xwe) pirça stûyê şêr bi herdû desta zemkir. Şêrê reben kû hew zanîbû çi bikê hima berê xwe da nava çîyê û revî. Çiqas ew çû Mûso kûndo neket erdê. Carêkê bi qedera xwedê şêr rast berê xwe da leşkerê dijminê wî û berbi wanva revî. Gava ew ket nava wan û wan halo kirin kû Mûso Kûndo li şêr siwara hew zanîbûn bi kûva birevîn. Her yekî çekê xwe bi derekeva avêtin û ji xwera her yek ji wan bi derekêva bezî.

Ew teslîm bûn û Mîr bahwerkir kû ti qahreman ji Mûso kûndo mestir nina.

Mûso kûndo dîsa li ser pişta şêr ma heta kû ew dîsa qerimî û destê wî hew karîbun pirça şêr zembikin. Ew ket erdê û şêrê rebenjî ji xwera binava çîyêva revî. Piştî kû carek din qeremê wî hatin ber wî vegereha carekdin Bajêr. Dîsa gelê bajêr bi Mîrê xweva go li benda wî bûn şirehan pêşîya wî û ji kef- û qahremanîya wîra kêf şahîyak giran li dar xistin.

Heger ew nemiribin hejî kef û şahîya wan li dara.

Rahmet li dê û bavê xwendevan û gûhdara.

 

© Niviskar:  Ferhun Kurt 

 

 


 

 Çîrok û Meselê bi Kurdî 


Kure ku Bave xwe aveti


  Mesela dize bajare halaba mira


  Mesela Muso kundo


    Se zilame belengaz


   Bahlul heft sala xeberneda


  Bahlul u cinare xwe 


  Bahlul u hezimata Xelife u wezire wi


  Bahlul u xelat


 

Çîrok:

 

  Tschiroka revi u kew


  Tschiroka revi u kiso


     Tschiroka reviye i be aqil


  Tschiroka scher gur u revi  


 
Top
© Niviskar:  Ferhun Kurt 

 

Die chronologische Geschichte einer leiderprobten, kleinen Religionsgemeinschaft

 

 

 


Einfuehrung des Autors


Einleitung


Kapitel Eins


Kapitel Zwei


Kapitel Drei


Kapitel Vier


Anhang