Bahlul û cînarê xwe


Çîroka Kêr 


1.       Rojeke ji rojê xwedê cinarê bahlul çû cem bahlul ku kerê wî ji wî bixwazê ta ew karibê barekî xwe pê bînê.

Gava wî ji bahlul pirskir ka ewê kerê xwe bidê wî.

Bahlul got: “bi serê te î delal kerê min ne li mala.”

Hê bahlul gotina xwe xelas nekirî ker di exurda zirî dengî wî hat cinarê bahlul.

Cînarê wî got: “ma qey ev ne dengê kerê teya ji êxur tê?”

Bahlul xwe qehirand û got: “ma tu ji min bahwer kê an ji kerê min?”

  

                                   Çîroka werês 

2.         Rojek din cînarê bahlul weresê wî ji wî xwest.

Bahlul got: “bi serê te î delal ez nikarim weresê xwe bidim te.”

Cînarê wî je pirs kir: “çima tu nikarê weresê xwe bidê min?”

Bahlul got: “ji ber ku min garisê xwe li ser raexistîya.”

Cînarê wî got: “kuro çawa te garis li ser weres raexistîya?“

Bahlul got: „ma qey tu nizanê şerdê nedanê çina?“

  

                  Çîroka beroşê 

3.         Rojekê bahlul beroşa cînarê xwe anî cem xwe û xwarina xwe teda çekir.

      Çend roja beroşa cînarê wî li cem wî ma û wî rahişt beroşek biçuk kir hindurue       beroşa

      Jînarê xwe û bir da wî.

Gava cînarê wî rahişt beroşa xwe ew matmayî ma û got: „cînar min bi tenê beroşek dabu tê, eva din çi beroşa di hindurwe weda?“

Bahlul got: „bi serê te ev çelîka beroşa teya.“

Cînarê wî kenî û got: „çawa çêlaka beroşa mina?“

Bahlul got: „gava beroşa te li cem min bû we za û ev çêlîk a xwe anî.“

Kêfa cînarê wî hat û herdo beroşê xwe birin.

Demek di nahvbera wan da bihirt carek din bahlul beroşa cînarê xwe ji wî xwest.

Cînarê wî bi kef beroşa xwe da Bahlul.

Di nava xweda got: „belkî vê carê jî beroşa min we li cem wî bizê û çêlîkek wek xwe bînê.“

Bahlul beroş bir û hew carek din li xwedîye wê vegerand.

Çend meh bihirdin bahlul hew seba beroşê ji cînarê xwera kir.

Cînarê wî rojekê zaroka xwe şand cem wî û got: „apê Bahlul bavê min bejê ka beroşa min, ew ji minra lazima (aewceya).“

Bahlul got „her bej bavê xwe bê apê min Bahlul bejê beroşa te berîya mehekê emrê xwedê kir û min ew veşart!“

Gava zaroka reben ev gotin ji bavê xwera got, bavê we pir qehirî û çu cem bahlul û got: „te çi çîrok ji zaroya ninra gotina? Ka ji kerema xwera beroşa min carek din bid min em xwazin xwarina xwe teda çekin.“

Bahlul got: „bi serê te î delal kim, ez ne çîroka bejim. Beroşa te berîya demeke mir û min ew veşart.“

Cînarê wî ji van gotinê ku kesek jê bahwer nekê qehirî û got: „kuro çawa beroşa hesinî mir?“

Bahlul got: „çawa we karîbu bizê wilo (wisa) jî ew mirjî.“

Serê we ji minra saxbê

© Niviskar:  Ferhun Kurt 


 

 Çîrok û Meselê bi Kurdî 


Kure ku Bave xwe aveti


  Mesela dize bajare halaba mira


  Mesela Muso kundo


    Se zilame belengaz


   Bahlul heft sala xeberneda


  Bahlul u cinare xwe 


  Bahlul u hezimata Xelife u wezire wi


  Bahlul u xelat


 

Çîrok:

 

  Tschiroka revi u kew


  Tschiroka revi u kiso


     Tschiroka reviye i be aqil


  Tschiroka scher gur u revi  


 
Top
© Niviskar:  Ferhun Kurt 

 

Die chronologische Geschichte einer leiderprobten, kleinen Religionsgemeinschaft

 

 

 


Einfuehrung des Autors


Einleitung


Kapitel Eins


Kapitel Zwei


Kapitel Drei


Kapitel Vier


Anhang