Bahlul û Xelîfe û wezîre Xelîfe


 

Dibêjin keçek Xelîfe hebû ew gelkî (pir) bedewbu.

Gelek kurê camêra û wezîr û bega ew xwestin bavê ew neda wan.

Bawê we (xelîfê) di got wan şertê min heya. Kesê ku di wî şerte minda bi serkevê ezê keça (qîza) xwe bidim wî.

Şertê wî ewbu: Salekê svistanek gelkî sermoyî bi ser wanda hat. Derecê sermê gelkî (pir) di bin sifrê re bun. Kesekî nikarîbu seatekê ji derva bimîne. Xelîfe di got kesê karibê şevekê bê agir ji derva li serê banekî binive û heta sibehî xwe li ber vê sermê bigirê û nemirê ezê keça xwe bidim wî.

Wî digot ezê heft lihefa û doşekekê jî ji bo sitara wan bidim wan.

Geleka xwe jeribandin ew bi ser neketin.

Xortekî belengaz î sewî di bajerde gawantî û şivantî ji xwera dikir û îdara xwe bi rençberî di qedand. Rojekê ji xwera got malevê ez çima vî şertê Xelîfe na ceribînim belkî xwedê li min bê rahmê û ez bi serkevim. Heger ez bimrim hinga ezê ji vî halê xwe î kotekî xelasbim û ez biserkevim ezê bibim zavê Xelîfa û ezê disa ji vê belengazîya xwe azad bibim.

Xort î belengazbû lê ew ne î bê aqil bu. Wî rojekê ev miradê xwe ji zilamekî kalamer ra got û ji wî şîretek xwest. Kalamer got lawê min ti xortekî feqîr û belangazî ne dîya te heya nejî bav. Ti parîk nanî xwe bi rencberîya xwe xwe çima ti xwazê serê banekî li ber vê serma xeder bimirê. Kalamer got wî: „lawê min heger ti bi serkevê jî xelîfe zilamekî î bê xofa xwedêya û ne xwedî soza xweya, ew keça (qîza) xwe dîsa nadê te.“

Xort got: „apo di çijî bejê ji mir xernakin. Tiştê ti ji mir bikê bi tenê şîretek dostaya, ka ezê çilo (çawa) karibim xwe li ber vê sermê bigirim, ta ez nemirim.“

Kalamer got wî: „lawê min xelîfê we doşekekê û heft (7) lihefa bidê te. Ti doşekê û şeş (6) lihêfa bik bin xwe û lihefekê bi tenê bi xwe daka. Hinga belkî ti nemirê. Sermê ji jêrva destbekê lewma bîya minbika û bin xwe ji sermê bi pareza.“

Xort gotina kalamer kir serê xwe û çu cem xelîfê ku şerte wî bi cih bînê.

Gava wî xwe bi Xelîfa da naskirin Xelîfe û civata wî bi wî kenîn û gotin: „kurê axa û bega xwe ceribandin ew bi serneketin. Çawa ti şivanekî be dê û bê bavî tê li ber vê sermê heta sibehî xwe bigirê?

Xelîfe got: „lawe min ez na xwazim gunehê te bikim stuyê xwe û te li ber vê serma xedar bimirînim.“

Xort got: Xelîfê xwedê te gotî heçî bixwazê karê xwe bi ceribînê û ez xwazim xwe biceribînim ma qey te ti ji mina ez kî ma û min heta niha çawa jîyana xwe derbaskirîya?

Heger ez mirim ezê ji halê xwe xelasbim û heger xwedê li min bê rahmê û ez nemirim hingî te soz bi xwedêra dayîya te keça (Qîza) xwe bidê min.“

Axir xelîfe ji ber ku soz dabû mecbur ma fersetê bidê wîjî.

Xort rahişt lihefê xwe û doşeka xwe û çû serê benekî bilind. Û cihê xwe wek ku kalemer ji wîr gotibû li wir kir û ew ket nav.

Şev li wî cemirî û sermê da wî û hem ji xeyala xewa wî nehat, nikarîbû razê (binivê).

Şev li wî qereha û herkes raza (nivîya) ew bi tenê ma şiyar. Bi tenê şewqek pir dur ji wîva dîyar bu zedetir tiştekî din ku wî bidîta nebu.

Sibeh bi serd hat xwedê li wî hat rahmê û ew ne mir. Xelîfe qasirê xwe şîyandin ku ew laşê wî ji serê ben bînen. Gava ew hatin cem wî ew şaş man ji ber ku hê ew î sax bû (dijî).

Ew anîn cem Xelîfa. Xelîfa gelkî qehirî û ji xwera digot: „cawa ezê keça xwe bidim gavanekî sêwî? ev li dinyayê qebulnabê, ezê di nava dinyayêda bi hetikim.“

Wî ji xort birskir ka wî agir ji xwera nekiribû. Xort got: min hîç agir nekir û sed kilometre ji agir nezîkî min nebû. Qazî got: „lawê min te ji durva jî agir nedît?

Xortê reben got: „weleh min ji durva ronahîyak dit lê ez nizanim ew çibû, çirabû, agirbû, lampabû ez nizanim.“

Miftî got: „bi qurhan min zanîbû ew ne bê agir bû. Wî qinyatîya xwe bi we şewqê anî lewma ew nemir.“

Qazî got: „bi enîya bavê tekim ti rast bejê.“

Ji xwe Xelîfe ji li gotinek halo a gereha. Wî keça xwe neda xortê reben û ew carek din avêtin nav bajer. Xelkebi serda hejî wek derwînekî hîlevan kenê xwe bi wî di kirin.

Helbet milet bi vê yekê hiseha û je xeberda. Bahlul jî ev yek bihist û ew gelkî ji vê niheqîyê kerîbî û fikirî ka ewê çawa karibê heyfa vê yekê ji birayê xwe Xelîfe, Qazîyê wî û miftîyê wî hilînê.

Rojekê wî got hersêka: “Hun filan rojê mehvanê minin. Gerek hun xwarin nexwin ezê xwarina we bidim we.”

Xelîfe got herdokê din: “Ta em herin cem Bahlul ka ewê çi bide me û we çi ji mer bejê.”

Xelîfe û herdo havalên xwe Qazî û Miftî bi rex hev ketin û he sebehî zu berê xwe dan mala Bahlul. Ew ji xwer li ber agirê Sobê runiştin û li hevîya xwarina ku Bahlûl bidê wan man.

Bahlûl jî zor da agirê sobê û ezing li ezingê din avêtin hinduruye we.

Wexte nanê nivro hat Bahlûl nan neda hersê mehvanê xwe. Piştî nivro ket wan xwarin nedîn. Hergav Bahlûl bejê wan: Ez zanim un birçîna xwe bigirin beroş wî li ser egira heta bikelê ezê xwarina we bînim.” Ew gelkî birçî bun hew xwe girtin ji Bahlul pirskirin. “Bahlû ti kenê xwe me dike? Qeremê me ji neza şikestin. Heta kengî emê li hevîya beroşa ta li ser Egir bimînin?”

Bahlû got: “Ma qey ev jî sucê mina beroş nakelê? Ma qey un nabînin ez çiqasî egir di binda kim û ew nakelê?”

Gava wî ev gotin gotin hersê matmayî man û li dora xwe heşandin ti beroş li ser egir nedîn.

Wan ji bahlûl pirsî: “Bahlûl ma qey ti vî agirî ji beroşa xwarina mer ke?”

Bahlûl got: “Erê.” Wan carekdin li hevdû heşand û li sobê heşandin ti beroş li ser we nedîn.

Ji Bahlûl pirskirin: “Ka beroşa te li kuya?”

Bahlûl got: “Ji sibehîva berîya ku un bên min ew li serê bên danîya ser devê qûla sobê û ew hejî nekelîya.”

Xelîfe û havalen xwe gelkî qehîrîn û gotin: “Me zanîbû ti dîsa henekê xwe bi me kê. Ma qey ti nizanê agir li vir û beroş li serê bên nakelê?”

Bahlûl got: Na bi weleh min nizanîbû. “Gava min bihist ku meriv karê di şevê zistanî li ber serma berfê û qeşayê xwe li ber şewqek 100 Km dur germ bikê min xwes ez biceribînim ka ezê karibim beroşek tiji xwarin li ser qula sobê bikelînim. Heger ew bikelîya hinga minê ji we bahwerbikara ku Xortê sewîjî xwe li ber şewqa hewqas dur germkir û nemir.

Ez henû bahwerim ku we derew li xortê reben kirîya û bi bêbextî nehîşt ku ew bi keça Xelîfera bizewicê.”

Ji ber ku ev yek li nava bajêr bela bu herkesî got Xelîfe û herdo havalên xwe besozin.

Xelîfe mecbur ma soza xwe bînê cih û keça xwe da xortê belengaz.

Serê we ji minra saxbê.

Rahmet li de û baven Xwendevan û Gûhdera.

 

© Niviskar:  Ferhun Kurt 

 

 Çîrok û Meselê bi Kurdî 


Kure ku Bave xwe aveti


  Mesela dize bajare halaba mira


  Mesela Muso kundo


    Se zilame belengaz


   Bahlul heft sala xeberneda


  Bahlul u cinare xwe 


  Bahlul u hezimata Xelife u wezire wi


  Bahlul u xelat


 

Çîrok:

 

  Tschiroka revi u kew


  Tschiroka revi u kiso


     Tschiroka reviye i be aqil


  Tschiroka scher gur u revi  


 
Top
© Niviskar:  Ferhun Kurt 

 

Die chronologische Geschichte einer leiderprobten, kleinen Religionsgemeinschaft

 

 

 


Einfuehrung des Autors


Einleitung


Kapitel Eins


Kapitel Zwei


Kapitel Drei


Kapitel Vier


Anhang