Mesela dizê bajarê halaba mîra 


Dibêjin hebû tinebû pîrebîyek hebû. Merê we miribû û zarokê wê zedey lawikekî nebûn.

Pîrebî û lawkê xwe gelkî belangazbun. Mala wan li gûndekî bû. Ev gûnd bi qederekê ji bajarê Heleba Mîra durbû. Her roj lawik diçu nava çîyê kerikek1) êzing jinav dibirî û ew li ser milê xwe dihilgirt û dibir bajêr ji firotinera. Bi heqê ve keda xwe ya zahmet nan û xwarin ji xwer û dayîka xwe ya yextîyar û belengaz dikirî carek din dihat mala xwe cem dayîka xwe ya li ber dilê wî gelkî (piř) şêrînbû.

Salek bihirt lawik her roj bi vî halî xwe û dayîka xwe xwedî dikir. Lawik ji vî halê xwe î xerab gelkî aciz bû. Ji ber kû wî ti fede ji karê xwe î zahmet nedikir. Bi zor karîbû zikê xwe û dayîka xwe terbikê.

Rojikê lawik got dayîka xwe: „Yadê mala me ji bajêr gelkî dura encex ez karibim di rojêda carekê ezinga bibim firotinê. Ez ji hilgirtina va ezinga gelkî aciz buima û ez ti fedê jê nakim. Heger ti bîya min bikê emê mala xwe bibim nezîkî bajêr, hingî ezê karibim gelek caran ezinga bibim firotinê. Feda me jî we behtir hebê.“

Dîya wî ji xwer fikirî û go lawê min î şarezeya û kefa we ji peşnîyaza lawe wer gelkî hat û we jî qirar pê da kû ew mala xwe bibin nezîkî bajêr.

Ew ji xwer li xanîkî gerahan ata wan jek li pêxê bajêr dîn. Wan mala xwe bir wî xanî û lawik karê xwe berdewam kir. Dîsa salek dem bihirt û lawik dîsa ji karê xwe ê êzinga aciz bû.

Ew ji xwera fikirî û got: „Rasta feda min niha behtir ji dema berê ji karê min heya lê ez ji vê çûin û hatinê aciz bûm û milê min ji hilgirtina vî kerikî kûlbû. Ez mecbûr ji xwera karekî din bibînim ta ez karibim xwe û dayîka xwe he hesantir bi xwedî bikim.“

Ew li nava bajêr geraha lê ti kar ji xwer nedî kû karibê xwe û dayîka xwe pê xwedî bikê. Ji lewma wî dest avêt xerabîyê û dizîya dikandarê bajer kir.

Gelek hindik dem bihirt dikandara ji ber dizîya lewik dan qaqa reş. Wan ti çarê ji destê wî nedîn kû karibin xwe ji dizîya wî biparêzin. Dikandar û dolmendê bajêr li hev gihan hev û biryar dan kû ew gilihê xwe li cem Mîrê xwe bikin. Ew li cem Mîrê xwe gihan hev û gilihê xwe kirin. Wan got: „Mîrê me heger ti çarakê ji mera nebînê emê becbûr bimînin kû dikanê xwe bigirin û ji xwera herin welatekî din. Emê bajêr terk bikin û ji Dizara bihêlîn.“

Gava wan ev jek ji Mîrê xwer got Mîr bakir şêwermend û rihsipîyê xwe ji bona ew bi hevra çarake (derfeteke) bibînin ka ewê çilo (çawa) xwe biparêzin.

Lawikjî xwe dida ber anîşkeke jê koçka Mîr a reşî û ji xwera li wan di hishisî.

Mîr û şêwermendê xwe biryar dan kû ew wê helbek zêr li nava bajêr li ber derîyê dikana birêşînin û her dikandarek we lê gûhdarbê heçîya livan zera bitewihê û wan ji xwera bidê hev ew diza. Hingî nobedar wê wî bigirin.

Lawik çû mal û binê solê xwe qîr kirin û rahişt gokekê li nava bajêr ji xwera bi gok lîst. Hê dikandar û nobedar li xwe nezîvirîna wî zêrê li herdê bi qîra bi binê solê xwe va dan hev. Herkes ma aceb mayî ji ber kû ti kes li ardê neteweha û wan nedî kû kesî ew zer dan hev. Bi tenê wek hawakî bi sehrbazî zerek li meydanê nema, hemi winda bun.

Carek din ew li cem Mîrê xwe civîyan û ew ji vê rewşê agahdar kirin. Wan vê carê biryar dan kû ewê devehekê (delûl) bar bikin ji zêra û berden nava bajêr û gotin ki barê we deynê ew diza.

Roja din wan deveh ji zêra barkirin û ew berdan nava bajêr. Gava ew giha derba mala pîrebîyê û lawê wê, lawik deste xwe avêt gûhê devêhê û ew kişand hindirû barê we danî û ew gûra kir perça û goştê we hilanî. Nobedar dîsa bi nava bajêrketin li ti dera deveh nedîn. Pepûka dîsa man acêbmayî (Matmayî) ji berkû ti kesî nedît çawa deveh tevlî barek zêr winda bibê.

Carekdin ew li cem Mîr civîyan û wan vê carê biryar dan kû ewê pîrek sehrek (sehrbaz) berdin nava bajêr û ewê bi delalî goştê devehê ji wan bixwazê, li mala kê goştê deveha hebê ew mala dizaya. Heft pîrê sehrek berdan hev yekê ji wan zora her şeşê din bir. Mîr got pîra sehrek: „Tê herê li nava bajêr bigerihê û te ji minra goştê deveha bînê.“

Lawik got dayîka xwe: „Gerek ti ticara goştê deveha li xwe tabit nekê û ticara goştê deveha nedê tikesî.“ Dayîka vî got: „Berbê lawo.“

Pîra sehrek bi nava bajêr ket û mal bi mal gereha. Çiqas mala kû ew çûye wê xwe digirîyand ev gotin ji wanra digotin. „Ez pîrebîma, merê min mirîya bi tenê lawikekî min heya. Ez û xwedê û ew lawikin. Lawkê min gelkî nexweşa. Min ew bir ser hekîma û cem hilmdara. Ti çare jera nedîn, lê hemû bejin bi tenê goştê deveha ji wîra dermana. Perê min nina û ez yextîyar buma ez hewkarim ji bona bihayê goştê deveha bişixulim (kar bikim) heger ez nezîk û nedûr lîçek goştê deveha ji Lawke xwey sewî ra peyda nekim ewe bimirê. Xwelîya vêqa dinyayê li serê min rebana xwedêbê lawikê minî sewî we bimirê ezê bê kes û bê xwedî li dinyayê çibikim. Ez di bextê weda û hun di bextê xwedêda heger goştê deveha li cem we hebê lîçekî jê bidin min ew dermana ji lawê minî sewîra.“

Gava ew hat mala lawikê diz dayîka wî ya yextîyar û dil tenik bi tenê li mal bû. Pîra sehrek ev gotinê xwe ji wer gotin.

Pîra reben çiqas li ber xwedajî dîsa pîra sehrek zora we bir dilê we bi xwe şewitand. Pîra dîya lawikê diz rehişt lîçekî jî goştê devehê û got: „Dayîkê rebenê lawkê min berîya di roja ew goşt ji xwera ji nava bajêr kirîbû le ez çi bikim gerek em pirebî li hev ben rahmê. Belkî xwedê li lawikê mijî bê rahmê û wî ji qeda û bela bisitirînê.“

Kefa pîra sehrek gelkî hat û got: „Pîrê te rihê lawikê min ji mirinê xelas kir. Ma qey ezê vê qencîya te carna li darê vê dinyayê ji bîra bikim? Heta ez saxbim li vê dinyayê ezê diha li cem rebê xwe ji tera û lawikê tera bikim.“

Pîra sehrek rahişt goştê xwe, xatir xwest. Gava ew giha devê derî serê we û lawik li hev rast bû. Qurmê dilê lawik qeteha, zanîbû kû we zora dayîka wî birîya û goşt ji wê standîya.

Hima lawik çû destê we û got: „Xaltîkê tû bi xwer hatî. Dayê xaltîka min hatibû çi? Belkî tiştê we xwestibû te neda wê? Ma qey min ne gotibû heger hin tiştina ji te bixwazên û ew tişt li cem te hebên gerek ti bidê wan?“

Pîra sehrek got: „Xwedê te bi sitirînê lawê min. Mêr û milyaket di ber rihê terabin. Tiştê min ji dayîka te xwest we da min. we rihê lawê minî sewî ji mirinê xelas kir. Ma qey ezê carna wê qencîya te û dayîka te ji bîr bikim.“

Lawik got „Ka dîyamin çi dayî te?

Pîrâ sehrek got: „Lawê min ew çend rojin lawê min li ber mirineya, hekîm û hilmdar bejin dermanê wî lîçek goştê devehaya û ez li dermanê wî gerihim min ew li ti dera peyda nekir, lê xwedê bidê dayîka tê û xwedê te ji wer bi sitirînê, we tiştê min xwest ew da min.“

Lawik got: „Ka ez bibînim belkî dîya min hindik dayibê te. Ew gelkî (piř) qesîsa.“

Pîra sehrek got: „Serê min bi qurbana te bê, xwedê bidê wê, wê zedêjî da min.“

Her çiqasî pîra sehrek li ber xwe da lê çarê ji destê lawîk nedî ku ew karibê herê. Wî got: „Ka wer carek din Hindirû! Ta ez têra tê goştê deveha bidim te, ji bona lawkê tê qenc rihet bibê.“

Lawik ew carek din vegerand hindirû û ew kûşt. Laşê wê kir perça bi tenê destêk ji ê wê xwêkir, hişkkir û hilanî.

Carekdin gelê bajêr ma heyîrî hew zanîbûn ewê çawa xwe ji bela vî dizî xelas bikin anjî biparezin.

Nav û dengê vî dizî li dinyayê bela bû. Rojekê Mîrê bajarekî din jî mîrê Helebêra mektûbek (namak) nivîsî ew da qasirekî û şand ji wîra.

Gava Mîrê bajarê helebê ev mektûb xwend gelkî qehirî, ji ber kû Mîrê din teda ji bona wî gelek tişten bi qahr nivîsîbûn. Wî tiştê wek: „Heger ti Mîrekî hedilbûya niha te dizê xwe bigirta, lê wilo (wisa) xweyaya ku ti nikarê dizekî bigirê ma tê çawa bajarê xwe ji şeřê giran biparêzê?“

Mîrê bajarê helebê ji van qahra gelkî (piř) dilê xwe girt û sundek giran ji xwera xwar ku ew bi çi miqamîjîbê (Hawayî) gerek ew dizê bajarê xwe bigirê.

Carek din wî rihsipîyê û şewermendê xwe li dora xwe dan hev û bi wan şewirî ka ewê bi çi hawayî karibin vî dizî bixapînin û wî bigirin.

Wan teva got heger ew keça (qîz) xwe bitenêr bikê malek li pêxê bajêr ev diz li kubê we bê jem wê. Jiber kû ew her sih ji tişten talokê kê.

Her çiqasî ev yek li xweşîya mîr ne dihatjî wî ev biryar disa qebul kir û got: „Heger girtina vî dizê bajarê me bi vî hawayî pek bê ezê vê yekê jî bikar bînim.“

Wan keça mî ku gelkî bedewbû kirin malek li pêxê bajêr û bi şev nobedara bi dizî lê nobet digirtin. Çend şev bihirtin lê ti kesî xwe nezîkî we nekir.

Evarek şev bireş carekê lawikê diz rahişt destê pîrê ku wî hilanîbû û kûnikek tiji av berê xwe da mala ku keça mîr te debû.

Gava ew ket hidiru keça mîr xwest bikê hawar lê lawik ew bi gotinê ewlekarî sekinand û got: „Herkes li min gerihê û ez lawikekî hewqas jehatîma. Ma ti naxwazê berî ku nobedarê bavê te min bigirin û min bibin cem bavê te ta ew serê min jekê carekê bibînê ka ez çawama?“

Bi van gotinê wî dilê keça mîr li wî emin bû û di dilê xwedê got: „bi rastî ev gotinê wî rastin.“

Herdo ji xwer ketin gotin û galgala heta herdu lı hevdi serbest bun û xeber bı xeber ew lî ber dilê keçikê şêrîntır dîbu. Carekê keçikê xwe ji wîra sistkir û ew ketin nav sohbeta dilê evînîyê.

Gava wan sohbeta xwe ya ewînîyê xelas kir lawik xwest kû ew carek din herê lê keçikê ne xwest ku ew carek din herê. Şev berb bi sibehê çu hê herdo li cem hevbun. Lawik çiqasî li ber xweda lê wî nikarîbû xwe ji destê keça mîr derêxê. Carekê wî got: “Xatuna min delal ez mecbûr derkevim ber devê şebakê ta ez mêskim.’ Xatuna delal got: „ez nikarim destura tê bidim tê bazdê û bavê min we bejê - te bî raza xwe destura wî da ji bona em wî negirin-, hingî ewe min jî dîvla te bikujin.”

Lawık got ka ez derkevim ber devê şebakê! Ezê lı wedê mez bikim hedî carek din êzê vegerihim hindirû. Heger ti ji min bahwer nakê destê min zembika heta ez carek din vegerihim hindiru.

Xatuna reben ji xwera got ma qey ewê bi kuva herê? Gava ew bıxwayê birevê ezê bikim hawar û nebedar we ben û wî bigirin. Lawik destê pîrê ku bi wîrebu da dest xatunê û derket ber şebakê qûllik di kunikê avêd vekir û. Gava dengê avê ji kunik dihat xatunê bahwerdikir go ew mez kê. Rebenê nizanîbu ku ew ji xwera bazdayîya.

Qederekê ma û hew deng ji awê hat le lawikjî be deng bû. Xatunê dest kişand û got: “ma qey ti ter mez nakê?” Destê qutkirî dev wev hat. Qîren bi we ket û kir hawar. Gava nobedar hatın we destê qutbuyî wan û meselê hemi ji wanra got. Le tiştekî go nobedara bikira nemabû. Dizê bedew heft neqeb dabun pişt xwe.

Mîr hema delêlî berdan nav bajêr û gotin: ‘Gerek ti kes ji bajer dernekevê û li mala xwe bimînê.” Sıwarî ketin nava bajêr û mal bi mal gerehan û li kesekî bi destekî gerehan lê wan ti kesî dest qûtbûyî anjî dest jekirî nedîn.

Ji bereda gotina – tiştê xwedê li hev bînê benî nikarin betal bikin – xatun ji we sohbeta xwe ya kurt bi halekî bû. Bavê we got: ev rureşî mın anî ser keça xwe za bedew gerek ew yaroke dı yikê xweda biwelîdînê hingî emê zanibin ki bavê we zarokeya. Dibejin zarokê bejî gelkî jîrekin. Gava ew bîrawir bibê hingî emê miletê vî bajarî li derekê dinin hev û lawik berdin nav wan. Bavê wî di nava wan debê ewê nasbikê û herê cem wî.

Xwedê lawikek da xatunê û salek wî qedeha ew bîrawir bû. Mîr ferman da go miletê bajêr hemi li cihekî bigihin hev. Siwarî ketin nava bajêr û ti kes nehiştin, kal û jiwan hemi anîn dera go mîr gotibû. Heta milet hemi li hev giha hev roj çu ava dinya bu reşî.

Wan miletê bajêr hemi li derek fereh dan hev û lawik berdan nav wan. Bavê zarokê berî hingî karê xwe kiribu. Wî kîvroşkek kiribû bin hebê go wî li xwe kiribu. Ew di qurşika herî tarîda runişt.

Gava lawikê bi çuk li nav milet gereha carekê çavê wî li bavê wî ket û rast berê xwe da wî xwest herê cem. Bavê wî di bin çengê xwera serê kîvroşkê şanî wî da ew jê tirseha carekdin sekinî. Lawikê bi çuk hew xwe girt carek din xwest go herê cem bavê xwe le dîsa bavê wî serê kîvroşkê şanî wî da û lawik jê tirseha û carek din sekinî.

Lawikê bi çuk hew xwe girt berê xwe da bavê xwe û betirs çu go herê cem wî. Bavê wî serê kîvroşkê şanî wî da lê lawikê bi çuk hew jê tirseha. Carekê wavê lawikê bi çuk kîvroşk ji bin hebê xwe berda meydanê. Gava lawikê bi çuk ew dî li wî vexumeha. Gava milet kîvroşk dîn şawh şawh li wan ket hima lawikê diz rahîşt kurê xwe û bi dizî ji nava milet derket. Heta Mîr û nobedar bi xwe hisehan lawik ji ber çaven wan winda bû.

Mîr bahwerkir go ti çare di destê wîda neya û ew ti cara bi zorê nikarê dizê xwe bigirê.

Wî ferman (qirar) da û delêlî berdan nava bajêr. Wî got: „Dizê wî bajarî kibê ber xwe bidê naskirin ez wî cize nakim û ezê keça xwe li wî mahrkim ewê bibê wezîrê min.

Lawkê diz pêşî ev soza mîr bahwer nekir. Demek teda bihirt wi ji xera got: “Bi vî hawayî ezjî hew karim bi qedînim. Ezê xwe bi wî bidim naskirin hek wî soza xwe bir ser ji mir başa û hek ew xayîn derkevê û min bi wan fehla bikujê ew qedera mina. Bi vî fikrê xwe û bi dilekî bi tirs ew çu cem Mîr û got ew dizê ti lê gerihê ezim.

Mîr bi wî kenî û got wîqasî sewîkî li pexê bajarê min dizê min bu min min nikarîbu wî bigirim. Ev yek ticar nayê bahwerkirin. Lawik got ezim û mesele hemi ji wîra got û fehlê go ew hergav ji destê nobedara xelasdibu ji wîr gotin. Lebelê mîr bahwernekir go dizê wî sewîkî li pêxê gund û bajara bê. Wî got heger ti şerdekî min bi cih bînê ezê ji te bahwer bikim. Ti şerdê min bi cih neyînê hingî ezê serê te jêkim. Diz got: „Ferseta mêra ji xwedêya ka şerdê xwê bêja heger ji min hat ezê bi ich bînim û heger ji min nehat ewjî qedera mina hingî serê min li ber teya.“

Mîr got: “Çaxê te dizîya bajarê min kir hingî mîrekî din gelek qahr li min kirin, heger ti karibê wî mîrî ji minra bidizê hingî ezê ji te bahwer bikim.”

Lawikê diz ti çarê ji xwera nedîn go karibê xwe ji vî şerdê î gelkî (piř) zahmet xelaskê. Ew mecburbû wî şerdî bînê cih anjî serê wî we bihata jekirin.

Wî çar zilamê bi qewet bi xwera karkirin û berê xwe da bajarê Mîrê go ew bidizê.

Gava ew gihan Bajêr wan cihekî go ew karibin le razin ji xwera dîn. Lawike diz got havalê xwe: “Gerek hun li wir bin heta ez carek din bem cem we!“

Havalên wî li wir man û ew çu nav bajêr û ji xwera hisesî kir. Ka ewê bi çi hawayî karibê herê cem Mîr bey go be dîyîn.

Gava ew li ber devê Qesebxanakêr bihirt çavê wî ketin ser Nêrîkî bizina î hît î bi qasî zilamekî mezin bu. Ew çu cem Qesêb û got: „Ma ez karim çermê vî nerî ji te bikiřim?“

Qesab kenî û got: „Ere. Ma karemin li vederê xeynî firotina goşt û çerma û peva qey çîya?“ Qeseb bihayê xwe got û Lawikê diz bihayê go wî xwestibu da wî û rahişt çermê xwe û çû.

Ew çû mihela Sefar û hesinkera. Wî ji wir Xiřxirk, zengil û gul û gulben ji xwer kiřîn.

Wî ew tişten go kiřîbun bi muyê çermva girêdan û ew hilanîn. Duvra Ew çu cem Koçka mîr û ji xwera cihekî go karîbuya bi dizî teřa bikevê hindiru nîşankir.

Evar bi ser wanda hat, wî rahişt çermê xwe li xwekir û di cihê go berî hingî nîşan kiribu ra ket nawa Koçka Mîr. Ew çu ber cihê wî û ew şîyarkir û got: „Bin Ademô ti raba ser xwe! Ez ezrayîlim hatima rihê te bistînim.“

Gava Mîr çavê xwe ji xewê bel kirin û ew kesê bi pirç û bi xirxirk û zengil li ber cihê xwe dî kezeb li wî qeteha. Be şert û şirut ji wî bahwerkir go ew Ezrayîla hatîya go rihê wî bistînê.

Hew tiştek hat bîra wî bitenê devê wî li gotina gereha: „Ma ez nikarim xetir ji kulfetê xwe bi xwazim?“

Lawkê diz got: „Belê ti karê sibî xetir ji wan bixazê û tabuta xwe hazir bikê û şevek din vî wextî li vir di nav kevê û be nobedar li benda min ba heta ez carek din bem û rihê te bistînim.“ Lawkê diz bi van gotina carek din ji mezela wî derket.

Mîrê reben ma bihitî û qederekê nizanîbu çi bikê. Ew rabu ser xwe Kufletê xwe hemi şîyar kirin û derdê xwe hemi ji wanra got. Kesî ji wî bahwernekir lê mîr li tişen go wî bi tenê dîbun eminbu û got: Ti tişt ji minra xer nakê gerek ez xetir ji we bixwazim û wek wî jiminra tahrîfkirîya di nava Tabuta xweda be nobedar şevekdin li benda wî bim. Heynî wek go Lawkê diz ji wîra gotibû Mîr kar û barê xwe ji mirinêra kirin û evaradin li benda Mirinê ma.

Roj carek din çu ava taristanê perda xwe avêt ser ruyê dinyayê bajar qereha Lawkê diz carekdin çermê xwe li xwe kir û got havalê xwe: „Hun bidin pey min ta em herin!“ Wî da peşîya havalen xwe û çun cem koçka Mîr setîya xwe ji der û dorê we kirin ka kesek li wada veketî nina wan ti kes nedîn. Lawkê diz got havalê xwe „Çi buqewimê gerek hun bê deng bin. Kesek ji we qet deng ji xwe neyînê!“ Ew ketin hindiru û çun mezela go Mîr teda li benda mirina xwebû. Ew li ber tabuta wî sekinî û got: “Mîrê delal te xwe hazirkirîya?”

Mîr got: „Belê ezrayîlê rihistên ez hazirim.“

Lawkê diz got: „rih standin ne hesana gelek tişt gerek ben kirin gerek ti xwe nelebitînê heta ez qalibê te û rihê te ji hev xelaskim! Ti metirseha! Ti bi xwe nahisihê û ti derê te na eşihin.”

Herçar havala rahiştin tabuta wî û ew ji Koşka wî derêxistin û berê xwe dan welatê xwe. Di şevêda ew gihan Bajarê xwe û ew tevlî tabuta wî li ber Mîrê xwe danîn û got: “Xelata te ji min xwestibu evê.“

Mîrê reben ji çaven xwe bahwer nekir, şaş ma.

Lawkê diz got mîrê xwe: „Mîrê min hek ti bixwazê ezê heyfa tê ji wî hilînim.”

Kefa Mîr hat û got: „Ti bi dilê xweyî.”

Lawikê diz got Mîrê li benda mirine bu: „Te gelek caran niheqî li Miletê xwe kirîya û rihê te bi hesanî nayê standin ji ber vê yekê gerek ti be cizêkirin ta gunehê te ben hafu kirin.“

Mîrê reben nizanîbu çi tê serî wî û got: “Ji xwe ez di destê te dema, tişten ti bejê ezê bikim.”

Lawkê diz got: „Mecbur ti wek dewara bi qorê!“ Mîrê reben wek dewara qorî.

Lawik got: „Mecbur ti wek dîka bang bidê!“ Mîr wek dîka bang da.

Lawik got: „Mecbur ti wek sa bi reyê!“ Mîr wek sa reyî.

Mîrê din got: „Bes wî ji halê wî xelaskin!”

Wan qelpaxa li ser tabuta wî vekir û gotin: „Ti karê jê derkevê.”

Gava ew derket û milet û mîrê din li dora xwe dîn fehm kir çi bi serê wî hatîya le belê devê wî ji fihêtîya (şerma) hew gereha xeberekê bejê.

Mîrê din got: „Dizê min ti dizî û te qahr li min kirin û ta got ez ne Mîrêkî bi kerhatîma. Te nikarîbû xwe ji destê dizekî biparêzê gerek ti carek din tahmsarîyê wilo li ti kurê camêra nekê!“

Henu devê wî gereha û got: Ez kemim ti temamî, ez xulamim ti Mîrî ji îro û pêda ti çi bejê min ez li ber te ma.“

Wan havaltî da hev û Mîr soza xwe bir ser keça xwe da Lawkê diz û ew kir nav malîyê xwe.

Lawik daweta xwe û xatuna bedew bi helalîya xwedê li dar xist û ew ketin nava kef û şahîya.

Hek ew nemiribin hejî kef û şahîya wan berdewama.

Rahmet li de û bavê xwendekar û guhdara.

Em kemin xwedê î temama.            

 


1) Kerik: darek di gûlî bû. Berê bi we dara digûlî bar di hilgirtin.

 

© Niviskar:  Ferhun Kurt 

 

 Çîrok û Meselê bi Kurdî 


Kure ku Bave xwe aveti


  Mesela dize bajare halaba mira


  Mesela Muso kundo


    Se zilame belengaz


   Bahlul heft sala xeberneda


  Bahlul u cinare xwe 


  Bahlul u hezimata Xelife u wezire wi


  Bahlul u xelat


 

Çîrok:

 

  Tschiroka revi u kew


  Tschiroka revi u kiso


     Tschiroka reviye i be aqil


  Tschiroka scher gur u revi  


 
Top
© Niviskar:  Ferhun Kurt 

 

Die chronologische Geschichte einer leiderprobten, kleinen Religionsgemeinschaft

 

 

 


Einfuehrung des Autors


Einleitung


Kapitel Eins


Kapitel Zwei


Kapitel Drei


Kapitel Vier


Anhang