Bahlul heft sala xeberneda


 

Dibejin Bahlul rojeke ji rojên Xwedê ji xwera fikirî û got:

„ma qey ez û Xelîfê ne birê hevduna?

Xelîfe zilamekî zalima û zilm û zordestî le milet kê.

Ew wan talan kê, weran kê, kese ku ew sih jê wan nakê ew wan de girtin û wan hedam kê.

Ew zilamekî î gunehkara û ji ber ku ez û ew birana xwedê we mijî bi gunehî wî di agirê cahnemê da bişewitînê. Ya herî baş ewa ku ez ji niha heta dawîya jîyana xwe carekdin bi kesîra neştexilim (ne axifim) û ez nekenim belkî xwedê jî min ji gûnehe birayê min hefu bikê“.

Wi di wan gumanada ji xwera sund xwar edî ew carek din bi kesekîra ne biştexilê û ne jî bikenê.

Demekê ew bi kesekîra ne axifi. Xelkê ku ew nasdikirin ji vê yekê matmayî man û ev yek bû sebeba mijarê di nav wanda.

Birayê wî xelîfe jî bi vê yekê hiseha û kir û nekir di bin ti merca da Bahlul ne axifî û nejî kenî lewma wî fermanek (Qirar) da û got: „heçî ku bibîne birayê min axifi anjî kenî û mizgîna vê yekê ji minra bînê ezê xelatek pir mezin bidim wî.“

Heft sal dem bihirdin û tikesî nedî bahlul axifî û ne jî kenî.

Rojekê bahlul di ber qesabxanakê (cihê heywana lê guron) ra bihirt bahla xwe da hundur ye wê ku gelek sewalê gurayî teda dalqandî hebun. Mih bi lingê xweva û bizin bi lingê xweva û dewar bi lingê xweva, yanî her heywanek bi lingê xweva dalqandî bu.

Kefa wî ji ve yekêr hat û ew kenî.

Kesê li der û dora wî dîn ku ew kenî. Yekî jiwan hema lezand û hat cem Xelîfa û mizgînîya kenê Bahlul anî ji wîra.

Kefa xelîfe ji vê mizgînêr hat û got: „ka baken bahlul ber bê vir, ta ez ji wî bipirsim ka wi çima ev heft salin deng nedaya.“

Qasirek çû cem bahlul û got: „birayê te bakê te, ew xwazê ti bê cem wî.“

Bahlul zanîbû çima birê wî ew xwestîya cem xwe û bi wanra çu cem wî.

Gava xelîfe ji bahlul pirskir çima ew heftsala lal (bê deng) bû wî bersiva wîda û got ji ber ku ti zilamkî zalimî û gelek guneha kê û minjî bahwerkir ku ez û tu birê hevin lewma gûnehe te we ben ji minjîra.

Gava min dî ku her Sewala gurayî bi lingê xweva dalekandî bû henû min fahmkir ku fikrê min î şaş bû lewma kenê min bi min hat û ez kenîm.

Çawa mih bi lingê xwe û bizin bi lingê xwe va dalqandina wilo (wisa) jî herkes bi tenê bi gûnehê xweva î giredayîa û ji wanra î berpirsîyara.

 

Rahmet li dê û bavên xwendekar û guhdera.

 

© Niviskar:  Ferhun Kurt 


 

 Çîrok û Meselê bi Kurdî 


Kure ku Bave xwe aveti


  Mesela dize bajare halaba mira


  Mesela Muso kundo


    Se zilame belengaz


   Bahlul heft sala xeberneda


  Bahlul u cinare xwe 


  Bahlul u hezimata Xelife u wezire wi


  Bahlul u xelat


 

Çîrok:

 

  Tschiroka revi u kew


  Tschiroka revi u kiso


     Tschiroka reviye i be aqil


  Tschiroka scher gur u revi  


 
Top
© Niviskar:  Ferhun Kurt 

 

Die chronologische Geschichte einer leiderprobten, kleinen Religionsgemeinschaft

 

 

 


Einfuehrung des Autors


Einleitung


Kapitel Eins


Kapitel Zwei


Kapitel Drei


Kapitel Vier


Anhang