
Çîroka Revî û Kêw
Hebu tinebu ne kesek ji Xwedê mestir hebu
û ne tiştek ji çîroka xweştir hebun.
Di bejin rojeke ji rojê xwedê revîk ji
xwer di nava çîyada li neçîrê digereha.
Gelkî hindikî wî kewek ji xwer girt. Gava
wî ew danî ber xwe go (ku) bixwe, kew di nava napikê revîda
zanîbu talîya hemre wî hat û revî we wî bixwe. Di vê dil tirsîya
xweda got: „Çi revîkî be rumete.“
Revî ma heyîrî (matmayî ma) û got: „Çima
ezî bê rumetim?“
Kêw got: “Ma qey ti nizanê go berî meriv
xwarina xwe bixwe gerek ji vê xwarina go xwedê kirîya nisîbê wî
dihaye û ji rebê xwera ji ber go wî ev qismet kirî bahra wî
supasîya xwe bikê?”
Revî li xwe fikirî û di dilê xweda got:
„Bi rastî ev xebera wîya?” Wî ji kêw pirsî: „Ma meriv çawa dihaye
ji rebê xwer ji bona qismetê go wî kirîya bahra meriv bikê?”
Kew got: “Gerek ti min bikê devê xwe û
bejê: Himdela û şikir ji tera rebê min go te ev qismet kir bahra
min.”
Revî kew kir devê xwe û dest bi diha xwe
kir. Gava wî devê xwe ji hev vekir kew ji devî wî derket û firî.
Revî ma şaş û got: “Ya rebe min heger min
zanîbuya tê carek din qismetê min ji min bistînê ticara min diha
ji ter nakir, le ez çi bikim te û qismetê te da bu min ez
xapandim.”
Ew carek din ji xwera li nava çîya li
neçirê gereha. Hindik gelek dem bihirt wî kewekî din ji xwera
girt. Gava vî neçîra xwe danî ber xwe go bixwe kêw dîsa di nav
napikê wîda bi çavê tirs û dilê şikestî got: „Çi neçîrvanekî bê
rumeta.“
Revî ji qahrva got: „Çima ez î bê
rumetim?”
Kêw got: “Ma qey ti nizanê go berî meriv
xwarin bixwe bixwe gerek ji vê xwarina go xwedê kirîya nisîbê
meriv diha ji rebê xwera bike?”
Revî dinanê xwe li kew çîriqandin û di
nav dinanê xwer got: „Ma qey tijî nizanê heta meriv ter nexwe
dihejî qebul nabin? Hê rahmetîyê bavê min ev şîret li min
kiribû.“
Wî kewê xwe xwar.
Rahme li de û bavê xwendekar û guhdara.
© Niviskar: Ferhun Kurt
|