Zilamê belengaz


 Zilamê belengaz ji gundekî biryar dan ku ew herin bajarekî mezin ku şixul (kar) lê hey û ewê li wedê ji xwera çend sala bi şixulin (kar bikin).

Gava wan tera xwe pere dan hev ewê carek din bên mala xwe û kulfete xwe bi wan perê karê xwe xwedî bikin.

 Wan xatir ji kulfetê xwe û dost û nasen xwe xwestin û berê xwe dan welaten xwerîb ku ji wan gelkî (pir) durbun. Ew bajar bi barar ji xwer gerehan û çi şixule ku bi dest wan ket wan kir û heqê şixulê xwe ji xwer dan hev. Xeynî hekê nanê xwe û razana xwe ti pere mesref nekirin..

Bi vî karî ew heft salan li welata man û ji xwera şixulîn. Piştî heft salan wan got weleh me berîya mala û kesen xwe kirîya. Em xwazin wan carek din bibînin.

Tişten ku ji wanra û reya wanra awcebun ji xwera bi wan perê xwe kirîn û ê zêdê man wan dan bi zêr û zerê xwe di berîka xweda hilanîn û carek din wan kar û barê vegera  malê xwe kir. Hersêka ji hevdura gotin: “Ji roja em hatina vî bajarî zedey şixul me heta niha ti deveren din di vî bajarî da ji xwera nedît ka em ji xwera li vî bajarî bigerihin ta em bibînin ka çîdin ji şixul û peva lê heya”.

Gava ku ew li nava bajer ji xwera gerehan wan zilamekî pirr kal ku ji xwera li ber hetekî runiştibû dît. Wan silav da hazira û wî zilamî jî lê zilem bersiva silava wan li wan venegerand. Wan ji xwera gotin belkî pepuko î kerre carek din silav dan wî, lê dîsa wî bersiva silava wan li wn venegerand. Se caran wan silav dan wî û wî bersiva wan venegerand.

Hesekîdin ku li wan guhdarî dikir fehmkir ku herse zilam xerîbin û ew wî kalemerî nasnakin.

Ew çû cem wan û got: “Hun çi ji wî apê kal dixwazin? Ew zilamê xeber bi zêra. Ew ti cara bi kesîra xeber nadê heger meriv zerekî nedê wî. Lê gava meriv zerekî bidê wî ewe şîreteke li wî kesî bikê.”

Hersê ji vê gotina zilim matmayî man û gotin: “Malxerab ev heft salin em li derî û dertela ketina û ji şixul û beda me ti karê din nekirîya ancex me karîbu her yek 3 zera bikirin. Çawa ew bi xeberekê zerekî karkê?

Zilamê din got: “Bi serê bavê we ku hun zerekî nedin wî ew bi wera xeber nadê.”

Hersê zilam bun rast ku bi reya xweda herin carekdin havalekî ji ê wan sekinî û got: “Bi serê bavê wekim ev kalamer ji minra bu meraq. Ezê zerekî ji zerê xwe bidim wî ta ez bibihîzim ka ewê çi ji minra bejê.” Havalen wî gotin malxerab ev heft salin ti ji bona van hersê zera karê himaltîyê û xulamtîye ke ji bona ti zarokê xwe bi wan xwedî bikê. Te çawa zerekî bidê pexwasekî bi gotinekê?”

Havalê wan got: “Ez nikam xwe ez mecburim vê meraqê ji dile xwe derexim.”

Havalen wî mecbur man destura wî bidin û got: “Xer û gunehete ne di stuyê meda. Zerê tena û te zarokê xwe bi wan xwedî bikê. Heger ti bixwazê gûnehê xwe û zarokê xwe bikê stuyê xwe zerê xwe bavej bi avêda.”

Havalê wan rahişt zerekî û ew kir destê kalamer.

Klamer serê xwe rakir û got: “Xwedê xera te qebul bikê. Şîreta ez li te bikim eva: Heger ti sebehî ji xew rebê li derva biheşî heger ewr tarî û giranbin û bayê reş pera bê berê xwe med ti rê dûr!” Carek din serê xwe berda ber xwe û deng ji wî qût bu.

Hima zilamê karker rahişt zerekî din û kir destî wî.

Kala mer carekdin serê xwe rakir û got: “Xwedê xera te qebul bikê. Şîreta ez li te bikim eva: Heger ti bi rekêd herê û li şewlekî avê rastbibê di navra derbas meba. Ji berêda gotina sebir silameta. Li bejê bisekina heta ew av carekdin biçikihê û henû bi reya xweda her.

Carek din wî serê xwe berda ber xwe û ew bê deng bû.

Zilamê karker bi xweda fikirî û di dilê xweda got: “Malevê min di zer dan vî kalêmerî û wî di şîret li minkirin ez ti feda van şîtera ji xwera nabînim. Êz hem mal û havalê mi we vê yekê ji gûndî û cînara bejin hinga ezê çi bersivê di nava kurê camerda ji xwera bidim. Ya herî ba,s ewa ezê hersê zera bidim vî kalamerî gava hina ji min pirskir ezê bejim min ew kirin xer ji xwera. Wî rahişt zerê xwe e dawî û ewjî kir destê kalamer.

Kalamer carekdin serê xwe rakir û got: “Xwedê xera te qebul bikê. Şîreta ez li te bikim eva: Ji berêda gotina sebir silameta. Heger ti ji reyek dûr bê mala xwe û ti bi şev bigihê mal û ti bibînê zilamek di nava cihada di ber pîreka te deya dengê xwe meka û li ber devê derî ji xwera runa heta bibê sibeh û ti nasbikê ka ew kîya li cem Pîreka razaya. Gava te ew naskir hinga ti çi bikê ti poşman nabê.

Pepukê karker bi dilekî sar ji cem kalamer bu rast û bi havalen xwera çû qunaxa xwe heta bibê sibeh ta ew carek din vegerihin mala xwe.

Wê şevê xew bi çavê belengazo neket heta bu sibeh. Sibehî hê zu ew derket derva ku xwe rihet bikê ew şaş ma. Ew wek ku kalamer gotibû giran û tarîbun û guv guva bayê reş a kevir li ber xwe revandin.

Hima dilê wî sê gopal leda û bilez ew carek din ket hindurû û rewşa hewayê ji havalen xwer got. Havalen wî hingî bêrîya mala xwe û Zaroken xwe kiribun gûh nedan gotine wî û  karê xwe î dawî ji bona rewingîya xwe kirin ku bi rekevin. Her çiqasi wî lav lav ji havalen xwe kir ji bona ewjî bi wîra biminin heta rewşa hawaye xweş bibê havalen wî gotin: “Emê hen mala xwe tijî bi mer be wera, heger ti nayê bi tene livir bimîna.” Ji ber kû berê wek niha Terambel û ew nebun meriv bi linga di çun û di hatin. Lewma Havalen wî bi linga ketin ser rê ku ben mala xwe. Lê gundê wan he gelekî ji bajêr durbû û mecburbun çend şeva qunax bi qunax li devera rawestin heta ew bigihin gunde xwe, mala xwe.

Hisabê ku ew ji bajêr derketin û bagerê dest pe kir, berf û baran ji ardê û ezmen hatin xwar û bayê cemirî di bera.

Zilamê reben, hem ji mitala Mal û zaroken wî û hemjî ji ya havalen wî, sebra wî li tidera nehat ku karibê lê runê lewma ew di çû vî serî bajêr û dihat vî serîyê din heta reş bi serda hat û ew çû qunaxa xwe. Ew li wedê benda roja din ma. Sibeha din ew rabû û berî hertiştî derket ji derva û li rewşa hewayê heşand (meyzand). Gava ew derket ji derva siphan ji xwedera te bigota bihara ne ewr hebun û nejî ba di hat, dilê wî sêgopal leda û ji eşqa hew li tişetî bû xwedî. Wî rahiş feraxê xwe û berê xweda reya gund û mala xwe. Ew qedereke ji bajêr derket halo kir ku havalen wî ji serma xwe dana ber latekê û di wirda herdo mirina. Wî destê xwe kir berîka herdoka zerê wan derêxistin û kirin berîka xwe. Wî herd kola û laşê wan kirinê, ax û kewirin danîn ser wan ji bona dahbe wan nexwin. Carek din berê xwe da gundê xwe û bi reya xwed meşîya.

Qederek din ew meşî ew giha newalekê bala xwedayê ku pêlê avê ji wî rexî avêjin rexê din û kevir û dara li ber xwe bin. Wî xwest li avê xe û derbasbê rexê din gotina kalamer hat bîra wî di cihda sekinî û got: “Sebir silameta, ev av ji berf û barana şevîdin halo (wisa) bi hez buya. Ya baş ewa ezê li wir rawestim heta av bi çikihê û ez karibim bi rihetî li newalê derbasbim.” Wî cihekî xwe hilbijart û li wedê runişt û li avê temaşekir.

Careke dî ku siwarek ji alîyê din î avêva hat û bi hez berê hespê xwe da nav avê. Ew giha dor nîvê avê şekek avê li wî da û ji ser pişta hespa wî anî xwar û li ber xwe bir.

Her çîqasî zilamê karker xwest wî ji nava avê derêxe le taqata wî jera nebû û Zilamê siwar di nava avêda hunda bû. Bi tenê hespê wî, ji ber ku hesp sobekerin, karîbu xwe xelasbikê û ew derbas bû rexe din cem zilamê karker.

Zilamê karker rahişt hefsarê hêsp, bala xwe dayê ku xurcezînek li ser pişta wîya û ew xurcezîn tijî zêr û pereya. Ew we şevê li wir ma rojadin av kem bû, çem sist bû û ew li hêsp siwar bû û bi rihetî xwe gihand rexêdin î newalê û reya xwe berdewam kir.

Heta ew giha gûnd li wî bû şev û kesek şîyar nemabû. Ew çû ber devê derîyê xwe bala xwe da hundûrû va pîreka wî di nava cihê xwedeya û zilamek jî di pişt weda razaya.

Îman di serê wîda nema û got: “Ez heft sala ji pîreka xwera li welata şixûlîm û ew li mala min kefa xwe bi zilamê xerîbra kê.” Kir ku derbekê li wanêxê dîsa gotina kalamêr hat bîra wî û got: “Sebir silameta. Ka ezê li ber devê dêrî bisekinim heta bibê sibeh û ez vî zilamî nasbikim ka ew kîya û ezê wî û jina xwe carek din bikûjim.”

Ew li ber devê derî rûnişt  heta berê sibehî dî ku pîreka wî destê xwe li keleka zilamê cem xweda da û got: “Lawê min rab ser xwe! Derenga, sewalê xwe berda!” Zilamê we ma şaş henû fahm kir ku lawî hewqas mezin bûya û wîjî cihê xwe li keleka dîya danîya û di navda razaya.

Wî di dilê xweda got: “ya rebê min ew milyaketek bû te şandibû ku şîreta limin bikê. Heger min hersê zerê xwe nedana wî minê gelek derd bidîna.”

Sibeh bi xer bi ser wanda hat û wî serpêhatîyên xwe û havalen xwe ji xizm (Xwedî), gûndî û cînarên xwer gotin.

Wî rahîşt zerê havalen xwe û dan pîrekê wan û got: “Min laşê wan li filan deverê kirina bin hardê.

 

Ew carek din bi kef û xweşîya vê dinyayê şah bu.

 

Xwendekar û guhdêr ji minra saxbin.   

 

© Niviskar:  Ferhun Kurt 

 


 

 Çîrok û Meselê bi Kurdî 


Kure ku Bave xwe aveti


  Mesela dize bajare halaba mira


  Mesela Muso kundo


    Se zilame belengaz


   Bahlul heft sala xeberneda


  Bahlul u cinare xwe 


  Bahlul u hezimata Xelife u wezire wi


  Bahlul u xelat


 

Çîrok:

 

  Tschiroka revi u kew


  Tschiroka revi u kiso


     Tschiroka reviye i be aqil


  Tschiroka scher gur u revi  


 
Top
© Niviskar:  Ferhun Kurt 

 

Die chronologische Geschichte einer leiderprobten, kleinen Religionsgemeinschaft

 

 

 


Einfuehrung des Autors


Einleitung


Kapitel Eins


Kapitel Zwei


Kapitel Drei


Kapitel Vier


Anhang