
MÛSIL -
Hate hînbûn ku bûyerên li navçeya Şêxanê derketin, piştî
ku jineke misliman a ji ber pêkutiyên mêrê xwe ji malê
reviyaye û eşîrê der barê wê de biryara kuştinê daye,
derketine.
Hate
ragihandin ku 2 ciwanên êzîdî yên di asayîşa Şêxanê de
dixebitin, jina ji malê reviyayî, bi mebesta alîkariyê
hildaye wesayîta xwe. Li ser vê yekê eşîretê biryara
kuştina jina reviyayî û şewitandina wergeha pîroz a
êzîdiyan 'Şêxanê' û gelek malên êzîdiyan daye.
Li
gorî agahiyên hatine bidestxistin bûyerên li navçeya
Şêxanê ya bi ser Mûsilê ye, piştî ku jinek misliman a ji
ber pêkutiyên mêrê xwe ji malê reviyaye û 2 ciwanên
êzîdî yên di Asayîşa Şêxanê de dixebitin ew hildaye
wesayîta xwe, derketine. Li gorî agahiyan bûyer wiha
qewimî: "Jinek ku hêj navê wê nayê zanîn ji ber zexta
mêrê xwe 2 roj berî niha ji mala xwe reviya. Jinê li ser
riyê ji bo alîkariya wê bikin wesayîtek ku 2 ciwanên
êzîdî yên di Asayîşa Şêxanê de dixebitin, rawestand.
Ciwan li ser vê yekê jinê dibin Asayîşa Şêxanê. Piştî
agahiya malbatê pê çêdibe, jinê ji asayîşê dixwaze.
Asayîş piştî hildana îfadeyan, jinê teslîmî malbatê dike."
JIN
HATE QETILKIRIN
Piştî
ku asayîşê jin teslîmî malbatê kir, li malê li ser
mijarê civînek hate lidarxistin. Di civînê de biryara
serjêkirina jinikê hate dayîn û înfaz bi cih hat. Hate
zanîn ku rûspiyên ji eşîra Muziriyan civîneke duyemîn
girêdidin û biryara kuştina her du ciwanan jî didin.
Eşîr ji bo kuştinê, her du ciwanan ji Qaymeqamiya Şêxanê
dixwaze. Lê ji ber ku jina reviyayî, di îfadeyê xwe de
gotiye, tu eleqeya her du ciwanan bi wê tuneye,
qaymeqamiyê ciwan nedan. Li ser vê yekê qaymeqam ji
aliyê eşîrê ve bi mirinê hate tehdîtkirin.
QAYMEQAM REVIYA
Li ser
kombûna endamên eşîrê ya li ber Qaymeqamiyê, Qaymeqam
Nûman ku paşnavê wî nehat zanîn bi her du ciwanan re
reviya Şaxa 20'emîn a Partiya Demokrata Kurdistan (PDK).
Koma ku heta ber avahiya PDK'ê meşiya, piştî ji ber
ewlehiyê nekarî tiştek bike, berê xwe da mala Rêberê
Siyasî yê Êzîdiyan Mîr Tahsîn Beg. Li gorî şahidan,
bûyerê wiha rûda: "Koma eşîrê piştî ji ber ewlehiyê
nekarî bikevin hundirê Şêxanê 3 wesayitên Mîr Tahsîn Beg
şewitandin. Dûre kom vedigere ber Navenda Çand û Hunerê
ya Laleşê û wê derê bi tevahî dişewitînin." Her wiha bi
sedan pêşmerge ji Duhok û Akreyê ber bi Şêxanê ve hatine
birêkirin.
Rêberê
Siyasî yê Êzîdiyan Mîr Tahsîn Beg ji rojnameya me re
axivî û diyar kir ku wî nehiştiye ji êzîdiyan kes
bersiva êrîşan bide. Tahsîn Beg wiha got: "Di nava hemû
miletan de bêaqil û mirovên nebaş hene. Dibe ku êzîdiyan
jî nebaşî kiribe. Lê divê em pirsgirêkê bi diyalogê
çareser bikin. Em li benda qanûnê ne ka dê çi bêje."
Tahsîn Beg got ku ew ne heval û alîgirên alozî û
nexweşiyê ne.
MALÊN
WAN ŞEWITANDIN
Piştre
koma çekdar a eşîra Muziriyan Hola (avahî) Şehîd Huseynê
Bavê Şêx ku ji bo êzîdiyan cihekî pîroz e, dişewitînin.
Koma ku hêrsa xwe nagire, êrîş dibin ser malên her du
ciwanên ku jina misliman hildane wesayîta xwe jî û
dişewitînin. Ji ber ku mal hatiye valakirin, windahiya
can çênebû. Koma êrîşkar li dû vê yekê berê xwe dide nav
Bazara Şêxan û hovîtiya xwe li vir jî didomîne. Koma hov
li vir jî 3 dikanên aydî êzîdiyan dişewitînin.
Berpirsyarê Şaxa 20'em a PDK'ê, ya Şêxanê Ferîq Salih
bûyer piştrast kirin û diyar kir ku bi armanca pêkanîna
mesilhetê dê Serokê Hikûmeta Kurdistana Federal Nêçîrvan
Barzanî biçe navçeyê. Li navçeya ku gengeşî rawestiyan,
niha ji hêla hêzên asayîşê ve hatiye dorpêçkirin. Her
wiha ketin û derketina navçeya Şêxan jî ji hêla asayîşê
ve hate qedexekirin.
Azîz
KOYLUOGLU - Ertuş BOZKURT / DÎHA
Cavkanî: Azadiya Welat |