
REWŞA ÊŞÎRA ÇILKÎ
(ÇÊLKÎ-K.T.)Û BECNEWÎ.
Şerefxanê Bîtlîsî (ji
eşîra Rojkîya ye (11: 18) û bi eslê xwe Êzîdi ye. Êzîdiyên ji
eşîra Rojkî ya hêjî li Ermenîstan û Gurcîsatnê dimînin) di
kitaba xwe de bahsa eşîrên li Heskîfê -Hesenkêfê ku di wî wextî
de xwedî nav û deng bûne dike, dibêje: "Sêzde eşiret û qebîleyên
giring li navçeya Hesenkêfê hene: Aştî, Mihalbî, Mihranî,
Becnewî, Şeqaqî, Îsturkî, Kurdlî Mezin, Kurdlî Piçuk,
Reşan, Kişkî, Cilkî, Xendeqî, Suhanî û Bidyan
(1:191).
Bi dîtina min, ji xwe baş
xwanê ye ku, hingê di wî wextî de jî gelek ji wan sêzde eşîrên
hatine binavkirin (Îsturkî, Reşan, Cilkî,
Xendeqî û Suhanî) yên Êzdiyan bûne û hinek ji wan vêga hêjî
hene.
Nimûne:
3 - EM BIRÊNIN LI REWŞA
ÊŞÎRA ÇILKÎ (ÇÊLKÎ-K.T.)Û BECNEWÎ.
Şerefxan dibêje: „Kurd
hemî ji Becn û Bextin û tê zanîn ku ev herdû birayên zarokên
Fermanweriyên Cizîrê ne. Di zemanê van herdu birayan de, li ser
hukumeta Cezîrê dûbendî ket navbera wan…..“ (Şerefname, 1
rûpel:196)
Seydayê Cîgerxwîn di
Tarîxa Kurdîstanê (rûpel:198-199 ) de dibêje:
„Herwekû hin dibêjin,
Kurd hemî ji Becn û Bextin. Ewê, ko dibêjin Kurd ji cinane
agehdariyên xwe ji vir sitandine û bi çewtî guhaztine.
Becin (Bacin), êşîreke
Kurde, li Torê hetta îro jî rûnîştîne û meriv ji wan re dibêjin
Êzîdiyên Bacinê. Bacin bi xwe şikeftin û wêran bajarek hîna
heye, ko jêre dibêjin Becnexwêr, di nav êşîra Hevrika de ye û bê
gumane, ku Becnewêr, bajarê Becna, Becnewiya ye û Mihemed Emîn
Zekî Beg, wezîrê navdar dibêje, Becnewî, Becnawe, Basinawe. Lê,
bi rastî BACINE. Ji ber ku gundên bi „ba“ gelek di hindama
Heskîfê de peyda dibin. Bagas, Balan, Batûş, Basyat, Bacin.
rûpel:198-199
Çawa „Qizilbaş ketin
Kurdistanê, Becnewî bûne hevalbendên wan û di keleha Heskîfê de
asê bûn. Çewa ji vir tê xuyakirin, hindama Torê di destê Bacinî
(Becnewî) yan de bû.“ (2 rûpel:199“.
Di zargotinên me de jî li ser Êzdiyên Bacinê
(Torê) û Çilkî (Çêlkî) yan we tê gotin:
Çêlkîyanî ji du heremên Êzîdiyan re tê gotin:
1- Êzîdiyên Torê.
2 - Êzîdiyên Qûlika
(Çolî- anjî Êzîdiyên Qelaçê Dasika),
ÊZÎDIYÊN LI TORÊ:
Êzîdiyên vê heremê li derûdora Mêrdînê, li
Midyadê û Kercewsê diman.
Warên Êzîdiyên li Torê:
Êzîdiyên li Torê, heta van salên dawiyê di
navbera van gundan de dijiyan: Gava ku mirov ji gundê Bacinê
derkeve ber bi rojhilat ve biçe gundê Quzrê, Xêrbê Pêbinêrê,
Bizê, Badibê, Kîwexê û ji vir jî cardinê were Bacinê.
Hinek navên eşîrên Êzîdiyan ku li Torê diman û niha jî hene
ev in:
Botoka, Heloka (Eynoka), Misurka
(Musurka-Musuka-Musana), Nasirkî, Bahcolî, Mala Teyêr, Dekşorî,
Zeynikî (Zeyna), Şeroka, Çomerka (wêga kesên Êzîdi ne mane),
Şivqetî, Simoka, Salîhkan, Hewêrkî (eşîreke Kurdi ye ne tenê
Êzîdi ne her wisa Xaçparêz û Musilman jî hene), Botî û w.d.
Hinek navên gundên Êzîdiyan ku li Torê diman
evin:
Bacin |
Kefnas |
Taqa |
Sifelî |
Baqîk |
Kîwex |
Xerabya |
Badib
(Fileh û Êzîdi) |
Bizê |
Koçan |
Xirbê Pebinêrê |
Bizênka |
Cefan |
Mizîzexê
(Gûnde Şifqeta) |
Xirbê Hûrîka |
Bizêziyê |
Cixsan |
Nemîrdan |
Xirbê Reş |
Qûbanê |
Dênwan |
Qûbika |
Xirbê Xelo |
Hevindeka |
Kasiya |
Qudbê |
Yucan |
Gozikê |
Ji bo ev navên gundên Êzîdiyan yên bi Kurdî, ji
vir û weha de jî bêne kufşkirin û wenda nebin, min navên gundan
yên bi Tirkî ne nivîsandiye. -„
ÊZÎDIYÊN LI QÛLIKA (ÇOLÎ)
Berê ew li derûdora Cizîrê, Silopî û heta van
demên dawî jî li derûdora Nûsaybînê diman
Warên Êzîdiyên li Qulika:
Gava mirov li ser sînorê Tirk û Suriyê; ji gundê
Hacîlo derkeve here Şamaxê, ji vir here Geliyê Pîra (Mezrê), ji
vir here Rebena Bagilş (Kîwexê), ji vir here Bahminê, ji vir
here Ewşê hete Badîbê, ji vir jî here Bîrgurya û Bagokê, here
Qesra Belek û cardin vegere were Hacîlo. Ev hereman warên
Êzîdiyên Qulika bûn.
Eşîrên Êzîdiyên Qûlikan ku hina hene:
Şêxê Berhokê, Bahcolî, Kelikan (Behminmî, Êvşî, Mihokî, Kîwexî),
Dasikan (Berê li bîstûşeş gundan hebûn û pîrê wan ji binemala
Pîr Eli ye), Hewêrî (eşîreke Kurdi ye, ne tenê Êzîdi her wisa
Xaçparêz û Musilman jî hene), Seydokî û.w.d.
Navên hinek gundên Êzîdiyên ku li herêma Çoliyan diman evin:
Ahcîlo |
Mitwana Jor |
Geliyê Kelê |
Şahrata |
Bamil |
Mitwana Xwar |
Geliyê Pîra |
Şekrîn |
Baqurdan |
Geliyê Sora |
Pelaşû |
Şemqî |
Bazar |
Hebnat |
Pûlme |
Şûşaniya (Ewta) jorîn |
Berhok |
Kemîna |
Qesira Belek |
Şûşaniya (Ewta) xarîn |
Bêzdana |
Kengelok |
Qubika |
Tilê (Ziwing) |
Birguriya |
Kirşê |
Qulika |
Xanika Şêxan |
Dîrpû |
Xastû |
Kunar |
Sêlwan |
Efsê |
Mezrê |
Sêwilîtik |
Xirbê Cinatê |
Êlîn |
Mezrêya Rebena |
Spîwaniya Gelî |
Xirbê Remê |
Evşê (Avşîn) |
Mişawil |
Tellê |
Xirbik |
Fisqîn |
Temeling |
Zirîqa |
|
Ji bo ev navên gundên Êzîdiyan yên bi Kurdî, ji
vir û weha de jî bêne kufşkirin û wenda nebin, min navên gundan
yên bi Tirkî ne nivîsandiye.
Ji ewqas gundan, îro çend kesên Êzîdi tenê di
gundê Mezrê de mane.
|