
Giringiya dîrok û
şûnwarên Êzdiyan yên li herêma Hesenkêfê
Weke ku ji
aliyê raya giştî ve jî tê zanîn, di van çend salên dawî de gelek
daxwiyanî û agehdariyên balkêş û giring di derheqê bajar,
bajarvanî û hukumdariya li Hesenkêfê
û avakirina projeya bendava Ilisuyê, ya ku li dewsa bajarê me yî
antîk û pir qedîm de bêye lêkirin, hatine weşandin.
Ez jî
dengê xwe tevî wan nerazîbûn, nêrîn, bang û çalakiyên li ser vî
babetî dikim û dibêjim, jixwe ji ber ku
dagirker û nijadperestên serdest timî dîrok li goriya
berjivendiyên xwe dane nivîsandin, gelek „pirtûkên dîrokê“ jî ne
rast hatine û têne nivîsandin. Gelek xeleqên şopa dîroka jiyan û
baweriya bav-kalên me Kurd(Êzdî)an ya demên berê jî ji aliyê
biyaniyên ku hatine cîh-warên me bi darê zorê dagirkirine,
nijadperest û serdestan ve hatine tûnekirin.
Lewma niha
fersenda min jî zahf(pir) tûne ku ez bikarîbim gelekî ji dîroka
me ya berê-kevn bînime ber çavan. Lê, ez
dixwazim niha bi alîkariya zargotina me(elbet
evjî ne bê kêmasî ne)ya
ku vêga hêjî di singên gelek bav-kalên me ye zîndî dijîn de, li
goriya çend dokument(bi
dîtina min ev jî ne pir kevnin)
li ber çavan hene û zanîna xwe hinekî bahsa nav û dîroka
Hesenkêfê ya ku gelek şûnwarên me Êzdiyan jî li derdora herêma
wê hebûn û hêjî hene rawestim.
Pêşîn em
birênen yek ji dîroknivîsê me Kurdayî navdar, mîr Şerefxanê
hukumdarê Bedlîsê (yê sala 1597 an), di pirtûka xwe ye „Şerefname“
yê de bahsa hinek eşîrên li derdora Heskîfê-Hesenkêfê dike û
dibêje: "Sêzde eşiret û qebîleyên giring li navçeya Hesenkêfê
hene: Aştî, Mihalbî, Mihranî, Becnewî, Şeqaqî, Îsturkî, Kurdlî
Mezin, Kurdlî Piçuk, Reşan, Kişkî, Çilkî, Xendeqî, Suhanî û
Bidyan (1:191).
Bi dîtina
min, ji xwe baş xwanê ye ku, hingê di wî wextî de jî gelek ji
wan sêzde eşîrên hatine binavkirin(Îsturkî, Reşan,
Cilkî, Xendeqî û Suhanî) yên Êzdiyan bûn e û hinek ji wan
vêga hêjî hene.
Nimûne:
1 - EM
BIRÊNIN LI REWŞA ÊŞÎRA ÎSTÛRKÎ YAN .
Vêga
jibergirtin(kopi)eke Mişêwra(ev di wextê xwe de weke kitêbeke
Êzdiya ye dînî û pîroz dihat dîtin) me Êzdiyan, ya ku di sala
1278 de bi destnîşana gelek Xasên Êzdiyan hatiye tomarkirin li
cem min heye.
Xudanê vê
Mişêwrê hêja Pîr Xetîp dibêje; "eşîra Stûrkiya jî mirîdê me
ne….“ (2)
Wekî dinê
jî li goriya agehdariyên min, gelek merivên ji vê êşîrê niha
hêjî li li Ermenîstan û Gurcîsatanê dijîn hene. Xemgînim, di
derheqê cîh û warên wan yên ku vêga lê dimînin de tu malumatên
min tûnene. Her weha li virê bang û pir lave ji nivîskarên me
yên li herêma wan dijîn dikim, ku ew van agehdariyên pêwîst ji
me re tomarbikin û bi weşînin.
Bêguman,
ew li deverne dinê de jî hene…..
2 - EM
BIRÊNIN LI REWŞA ÊŞÎRA XENDEQÎ YAN:
Di nav
zargotina me Êzdiyan de ciyê nav û warên Êzdiyên ji federasiyona
êşîrên Xendeqiyan hêjî gelekî xwanê ye
Navê
Xendeqî
Di bin vî
navê Xendeqî de gelek êl û êşîrên Êzdiyan hebûne û
hene(3). Ev federasiyona êşîrên Xendeqiyan îro hêjî di nav
herêma „Êzdiyên Xaltiyan(4)“ de pir bi nav û denge.
Cîh û
warên vê federasiyona êşîra Xendeqiyan jî, ji
ber çiyayê Bûzêrî yên ku li kêleka ava Heskîfê (Hesenkêfê) dest
pêdikin, têne heta ber pira Batmanê û ji vir jî diçine ber ava
çemê Delan(li milê rastê), gundê Ridwanê, Kêl û Midêwr ê ye.
Di
zargotina me Êzdiyan de hêjî tê gotin, heta dema petrol di sala
1934'a de li çiyayê Remanê derneketibû, tevaya Kurd û Êzîdiyan
ji van war û çiyayên di nav herêma Heskîf û Batmanê re digotine
"Çiyayê Xendeqiyan."

Ev
Çiyayên Xendeqiyan e
Kela Virreyten

Belê, dema
meriv bala xwe bide ser vî wênê Hesenkêfê, meriv dibîne ku
çiyayê Xendeqiyan li hemberî bajêrê Heskîfê dest pêdiken.
Ji xwe di
vî çiyayî de vêga hêjî Kela Virreyten(birênen
li ser wêne jî xwanê dibe ku ev ne gelekî ji bajarê Hesenkêfê
dûre)heye.
Li goriya
ku zargotina me Xendeqiyan didinê xwanê û dibêjin, raste ku di
wextekî de gelek şunwarên me Êzdiyan li derdora vê Kela
Virreyten de jî hebûne.
Vêca,
Xwedê bi tenê dizane ka ev kesê bi navê Virreyten(yê
ku pêşiyê me çiqas eşîrên Xendeqiyan e),
kengî di vê newal û geliyê çiyayê Xendeqiyan de hukumdarî kiriye
?
Tê bîramin,
me Xendeqiyên li gundê Şimzê diman heta wan salên ku hêja pirra
nû(ya vêga) temam nekiribun, timî di dawiya demsala havînê de
zad-dexilê( ceh, nok, genim, nîsk û hwd.) li ser pişta ker û
hespan dikir û dibir li Heskîfê difirot. Ji xwe tenê di vê
demsalê de carnan hiza ava çemê Hesenkêfê kêm dibû û meriv
karîbû hingê peya ajnî li ser pişta hesp-keran derbasî nava
bajarê Heskîfê bive. Hinga hêza avê gelek buna, kelekvanan bi
kelekan meriv derbasî wiyalî avê dikirin……..
Navên
hinek gundên ku di wextekî de Êzdiyên Xendeqî lê diman ev in:
Baherziq |
Dêrikê |
Memika Pêşîm |
Sîxura |
Barisil |
Feqîran
(Pîrê Zeynîka) |
Mezirka |
Şahsim |
Basorkê |
Gêdûk (Kaşaxî)
|
Mirdêsî |
Şihhê |
Bazbût |
Girê Reş |
Mizareşê |
Şêkestekê |
Bazîwan |
Keverzo (Êz.
Fil.) |
Qulibdor |
Şimzê |
Bêdalê |
Korik (Êz. Fil.) |
Sîlexer |
Zercil (Êz. Fil.) |
Çinêriyan
|
Malê Biniyê |
Sinê(Bakuftê) |
Zêwa Mîran (Ziyaretbû û Feqîr tê de bûn) |
Ji bo ev
navên gundên Êzîdiyan yên bi Kurdî, ji vir û weha de jî bêne
kufşkirin û wenda nebin, min lewma navên gundan yên bi Tirkî ne
nivîsandiye.(3)
Em dizanin,
niha jî di destên Ezîdiyan de Tapo (qoçan) yên gelek gundan hene
û herkes jî dizane ev êrdan erdên kê bûne. Lê ji ber ku hemû
navên wan di kûtukan de hatine guhastin, êdî Êzîdi hew karin di
rêya qanunan de dawa milk û talanên xwe bikin.
Evê
berdewam bike
Çavkanî
-
Şerefxanê Bedlîsî , ŞEREFNAME
(berî çarsed salan di 14.8.1597 de temam
kiriye k.t.)-Tarixa
Kurdistanê ya kevn- Zîya Avci, Apec çapa yekema kormancî
1998 Swêd
-
Xudanê vê Mişêwrê hêja Pîr Xetib e û ev di
sala 1270 de bi destnîşana gelek Xasên Êzdiyan hatiye
tomarkirin. Orginalê vê niha li cem mamostê thologiya
Êzdiyatiyê, hêja Pîr Xidir Sileyman serokê Centerê Bingehê
LALIŞ Dihokê heye.
-
Kemal Tolan, Kitêba “Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan
Tev Romanên Zindî ne”- Sala 2000, ji Weşanên DENGÊ
Êzdiyan.Rûpel:36-68
|