|

DIJBERITIYA DINAVA OL Û NETEWEN LI KURDÎSTANÊ DE, DERIYÊN GELEK
DERGEHÊN ME MORKIRINE
Her çiqas min ilmê ekonomî(aborî)yê nexwandibe jî, ez dizanim
gelek sedemên pêşveneçuna aboriya me Kurdan hene.
Dema
ez li goriya vê zanîna xwe li rewşa kronolojiya aboriya
Kurdîstanê dirênim, ez gelekî xemgîn dibim û dibînim ku piraniya
maldar, sermayadar û karbidestên me Kurdan jî timî ji ber
zordariya dewletê û kevneperestiya di herêmê de nikarîbune li
goriya azadiya dilên xwe kar bikin. Tiştê min herî zêde diêşîne,
ew jî ku em Kurd bixwe bûne û hêjî dibine kevnika ser destên
kevneperestan û dewletê û me bixwe zirar daye-didine hev û
netewa xwe. Bi dîtina min, ji xwe gava hinek kes, dezgeh û
saziyên “rizgarîxwazên” Kurdîstanê jî bi rastî ji van sedemên ku
dijberiya me zêdedikin baş fahm bikirina û ew jî ji erkên xwe ye
netewî re biaqilî xwedî derketina, hingê û vêga jî ev
dagerkirin, talanî û wêranbuna welatê me ewqas mezin ne dibûn.
Keremkin birênen, ez niha bi xêra gotinên şadên dinava me de
zindî ne û nûçeyeke ku di rojnama Batmanê ye herêmî de hatiye
weşandin, nimûna buyerke ku hêjî aktuelle(dirojevê deye) bînime
ber çavên we hêjayan.
Dema min di nûçeyên rojnama “Batman Çağdaş Gazetesi” de bihîst
ku “deriyê fabrîka herdû birayên Êzdî ji ber zordarî û
kevneperestiya di herêmê de heye tê morkirin-girtin” [1], ez
gelekî pêêşiyam û ev buyer jî ji min re bû derd. Ez rabûm çûme
cem camêrekî(lê,ez naxwazim navê wî eşkere bikim)[2]ku min
dizanîbû ev meriv û gundiyê van herdû birayên Êzdî ye. Min
rojname jê re xwand û ewî ji min re got: ”Belê, rojnamevan buyer
rast nivîsandiye û eger tû jî binivîsînî ezê vê buyerê tevî ji
serîve ji te re bibêjim…..”[2]
Min gotê, de ka ji kerema xwe re tû jî vê buyerê ji me re
bibêje!
Şade dest pêkir û got: “Belê, raste di wextekî de gelek mal û
milk(erd)ê van herdû birayên Êzdî di gundê Qorixê de hebû. Me
merivên wan jî hingê alîkarî dida hevûdinê û me gundiyan(hingê
em çil malên Êzdî, sê malên xaçparêz û çend malên musilmanan
tevî şêxekî wanî bi navûdeng di gundê Qorixê de dijiyan)
jî bi xêra çandinya erd-debara wan xwe xwedîdikir. Evan herdû
bira Xelîl û Usiv di sala 1981 de Qoperetîfa çêlekên şîr didên
vekirin. Ji xwe di wî wextî de piraniya Kurdên di herêma me de
nizanîbun ka Qoperetîf çiye. Wexta qoperetif vekirin û 50
çêlek(mang)ên şîr didan anîn, çend ji me karkerên gundivên xwe
jî ji bona xwedîkirina mangan û hilanîn-danîna şîr di nava şuxlê
qoperetîfê de dane şuxlandin. Dûre ji bo karibin karûbarên
qoperetîfê çêtir nasbikin û şuxlê xwe hînjî bi zanistî birêve
bivin, rabûn çar ji ciwanên me(ev şexsan hêjî saxin û ez
dikarim navên wan jî eşkere bikim.Lê..) gundiyan şandine
dibistana ji bo zanîna karê qoperetîfê. Gundiyan jî didîtin ku
ev nikaren hemû karkerên li gund(Qorixê) hene tevan di
qoperetîfê de bidine şuxulandin. Hinek ji gundiyên me yên betal
ku ji ber zilm û zora dînî nikaribûn ji gundê xwe derkevin jî
çûn xwe avîtine ber bextên van biran û gotine wan: “hukumet û
alî we nasdikin, gava hûn bixazin hûn dikarin me di ciyekî dinê
de bidine şuxlandin”. Birastî jî, hukumeta hingê gelekî kêfa xwe
ji van herdû birayan re tianî. Bixêra wan dahin û standinên wane
baş, rabûn hingê 10 kesên gundiyên xwe ji bo kar şandine derveyî
welat. Belê, vane hinek ji van deh kesan vêga hêjî li Almaniya û
Feransa kardikin. Gelek merivên li derûdora Bişêrî yê û ne Êzdî
jî dizanin, van birayên Êzdî hingê çûne nava Tirkiyê ji herêma
Çukurova çar barên qamiyonan ji zeyt, margarînê û hwd.ê anîn bi
nîvbuhayekî li gelê herêma xwe belakirin(Bi Xwedê, vêga hêjî
gelek kesan ew perên deynên xwe ye hingê nedane van biran).
Ji xwe heta ku xwediyê fabrîqa şîr ya li bajarê Sêrtê nizanîbû
ku ev herdû biarayên xwediyê qoperetîfa gundê Qorixê Êzdîne, ewî
şîrê ji qoperetîfa wan dihat tev bi dilxweşî dikirî. Dema hinek
kevneperest û olperestên li derdora Bişêrî û Batmanê dîtin ku va
rewşa van herdû birayên Êzdî ji ya wan gelekî baştir dibe û yên
bi wan re dişuxulên jî gelekî pêşdikeve. Ew radibin diçine cem
xwediyê fabrîqa şîr ya li bajarê Sêrtê re dibêjin, “ev berhemên
fabrîqa te, ji şîrê ku Êzdî tînîn didine te çêdibin û hûn jî
dizanin keda ji ber destên Êzdiyan dertê herame. Emê ji gelê
musilmanî li derûdora xwe re jî bêjin, bila kes hew berhemên
fabrîqa te bikire….” Ji ber vê gotegota xêrnexwazên Êzdiyatiyê,
încar xwediyê fabrîqa şîr ya li bajarê Sêrtê jî kirîna şîrê
qoperetîfa gundê Qorixê da rawestandin. Dûre me şîrê ji
qoperetîfê derdiket dibir dida hinek karbidestên(weke nanvan,
pastecî û yên) ku di nava bajarê Batmanê de berhemên xwarin û
vexwarina ji şîr çêdikirin û difirotin. Paşê gava ev kerbidest
jî pê hesiyan ku em Êzdîne, ewan jî êdî hew şîrê me kirîn.Heta
hinekan ji wan jî gelek tiştên ne baş anîne serê me.…
Vêca, Xelîl û Usiv ji vê rewşa nebaş fahmkirin û rabûn ji
mecbûrbî çêlekên xwe yen qoperetîfê firotin. Dûre fikirîn û
dizanîbûn ku di herêma me de qet fabrîqên arvan tûne ne. Rabûn
încar di sala 1987 de dest bi vekirina fabrîqa arvan kirin.
Dema karê fabrîqa arvan xelasbû û fabrîqê dest bikarkir, hingê
dîsa sed karkerên li gund û di herêma gundê Qorixê de di karê
nava fabrîqê de karkirin û ewan jî bixêra vî karê nava fabrîqê
de aboriya nava mala xwe gelekî serrerast kirin. Weha
qezenc-kara gelek cotkarên ku zadê xwe încar ne dibirine deverên
dûr jî zêde bû. Ji xwe hîna gelek cotkaran nizanîbûn ka wê di
dawiya debara wan de çiqas dexil-zadê didestên wan de bimîne,
dihatin hêja hingê bi sedhezaran qirêdî ji van herdû birayên
Êzdî yên xwediyê fabrîqa arvan distandin. Ji xwe gelek axa û
cotkaran hêjî ev deynên qirêdiya hingê standine ne dane wan. Di
van salên dawî de hinek ji wan deyndarên xayîn dizanîbûn ku tû
kesê Êzdî zêde li deodora herdû bira nemane. Heta ji bo ku hinek
ji wan deynên qirêdiya standî nedin, rabûn încar fesadî, nakokî
û dijberî xistine nava gelê herêmê û gotin:” Em nanê ji arvanê
li ber destê Êzdiyan dertê naxwin, divê musilman genim(zad)ê xwe
nedine Fabriqa Êzdiyan, Nanê musilmanên di vê fabrîqa Êzdiyan de
kar diken jî ne helale, keda musilmanên ku di fabrîqa Êzdiyan de
karbike herame, bila ev herdû birayên Êzdî jî herin bigihîjine
wan merivên xwe yên ku çûne di nava gawiran de li dijî me û
hukumeta me propaganda dikin……,……,..…,…. Û hwd.”
Încar ji ber vê zilmê, gotegota van zordar û kevneperestan wan
karkerên musilman yên ku di nava fabrîqê de kardikirin jî dev ji
karê fabrîqê berdan. Weha herdû bira mecbûrdibun herin hinek
karkeran ji herêm ne dinê bînin. Ez baş dizanim ji xwe gelek
deyindarên musilman jî deyinen xwe înkarkirin û deynen herdû
biran nedane wan. Wekî dinê jî min di wî wextî de gelek caran bi
çavên xwe didît, dema ku axa û musilmanên li gundê derûdora
Qorixê diman camî yek di gundê xwe de avadikirin û pêwîstiya wan
bi pera hebûn, dihatine cem Xelîl û Usivê Êzdî lave-lava
alîkariya madî li wan dikirin. Xelîl û Usiv jî hêja hingê bi deh
hezaran lîre alîkarî didane wan. Na, wexta ji axa, melle û
hevalbendên wan re pere pêwîstbûn, ewan hingê ne digotin, em
perê alîkariya we Êzdiyan naxine nava ya xêra musilmanan. Vêca,
pişteka olperest û kevneperestan her wextî ji dewletê jî heye.
Ev îro baş dizanin ku pişteka Xelîl û Usivê Êzdî ji kesî
nemayehe. Ji xwe gelek kes jî dibîne û dizanen ku em Êzdî jî ji
ber vê zilm û zora di herêma me de reviyane hatine derveyî
welat. Wekî ku min didestpêkê de jî got, spas ji bo rojnamevanê
“Batman Çağdaş Gazetesi”, ewî jî rewşa wan e niha gelekî zelal
daye xwanê……”[2]
Belê, bi dîtina min weke ku di vê buyera hêja dirojevê de ye jî
xwanê dibe û eşkere dibe, di warê aboriya me ye li Kurdîstanê
de jî gelek neheqî û valayiyen mezin çêbune û mixabin ev hêjî
çêdibin. Ji xwe gelek ji me jî dizanin ku xêrnexwazên gelê Kurd
û hinek Kurdên xwe firoş jî timî ji vê bêtifaqiya rizgarîxwaz,
maldar, sermayadar,
ol û netewen li Kurdîstanê hene îstifade dikin.
Hêvîdarim ku rizgarîxwazin Kurdîstanê van cûdetiyên dinava ol û
netewên li Kurdîstanê de hene û hêjî çêdibin, baş nasbikin û ji
virûpêve nehêlin êdî dergehên tû kesê welatparêz bêne morkirin.
Çavkanî:
-
Temamiya vê nûçe di rojname û malpera
http://www.batmancagdas.com/news_details.asp?News=3400
û
http://www.batmancagdas.com/news_details.asp?News=3441
de ye
-
Şade, kesekî ji gundê Qorixê ye û ez wî baş nasdikim
Kemal Tolan
11.08.2006 |
|