
Ji bihayên Êzidiyatiyê
VIYAN Û HEZKIRINA MIROVATÎYÊ
Cudabûna mezin li navbera mirov û
giyandarên din de ewe, ku mirov bi xwe giyandarekî civakiye anku
bê civat zehmete bijît.
Helbet ev jîyana civakî bê dan û
standin û viyan û hevkarî bi rêva naçit lewra hemû ol û dîn û
bawerîya ji mirovî xwestî ye ku xelkê bivêt û tiştê ji xwere di
xwazit ji wan re jî bi xwazit û destê alîkariyê bo tevan dirêj
bike. Êzidiyatî jî yek ji wan baweriyane ku viyana hemû xelkê ji
mirovê Êzidî xwestiye, lewra mirovê Êzidî demê Xwedê di parêzit,
xêr û xweşîyê jî di xwazit, berê ji bo hemû xelkê û merovatiyê û
paşî ji bo xelkê xwe.
Her dîsa di bawerîya Êzidiyan de demê
mirov xêrekê bi mirovekî berkeftî bikit pêvîst nakit mirov
baweriya wî bi zanit yan heta pêtivî nîne mirov wî bi nasit çunku
(ji ber ku) xêr xêre û çakiye û li cem Xwedê winda nabit, wekî di
vê sebeqê de hatiye:
Heke te xêrek dabî
Û bi avekê re berdabî
li nik (cem, ba) Xwedê hinda nabî.
Anku li cem Êzidiyan xêr li hemû
mirovan diçit bêyî cudabûna bîr û baweriyên dînî, pêwîste ku
mirovê Êzidî ji hemû xelkê hes bikit û hevkariyê li gel (bi
wanra) bikit, pirsiyara reng, nav, çîn û baweriya wî nekit. Mirov
xêrê ji bo xêrê bikit, her wek di vê sebeqê de hatiya:
Heke tu kesekî bi bînî
Xêrekê vêra (pêva) bi gihînî
Ne bêjê tu ji kî dînî.
Wisa ji mere xweya dibe, ku Êzidî divê
hez ji mirovatiyê bikin û xêra wan berî ya xwe bivên.
Têbînî:
Herdo
sebeq ji Qewlê Şeqeserî, komkirina Xêrê Pzanî, Govara Laliş (j.
8, Dihok, Tebaxa 1997).
Ev nivîs ji alîyê Şêx
Îdo Babaşêx (Mahfnas, Niviskar û Sîyasetmedar) va hatiya nivîsîn
Û di Kovara “QENDÎL” da
(1 Mijdar 2001) hatiya weşandin.
REHIM Û
DILOVANÎ
Hemû ol û baweran daxwaz
ji mirovan kiriye ta ku li gel hev dilovan û bi rehim bin,
dilnerim û helîm bin. Ji ber vê yekê navê Xwedê û milyaketan û
babçakan bi dilovanî û rehmê ve hatiye girêdan. Ola Êzidî jî
rêzeka pir bilind ji rehmê ve girtiye û di bit, ku Xwedê bi xwe
rehme, ya her gav û dem rehim û dilovanî li ser zimanê mirovê
Êzidiye.
Têkistên ola Êzidiyan de
mirovê dilê wî ji rehima Xwedê vala bit ew qet beheştê nabîne,
wek vê sebeqê ji qewlê (Miştaqê sê borim) de hatiye:
Liba
`erifa we dibêne
Hincî
dilê rehma Xwedê têne
Ew ne
ji xelkê biheştê ne (Ι)
Mirovê dilê wî bêrehim û
dilovanî bit, anku dilê wî req û dijwar bit ew dê li dunya din li
nav mar û dûpişkan de mîne û Xwedê jê razî nabe, weku ev sebeq ji
qewlê berê diyardike:
Liba
`erifa we diyare
Hincî
dilê bi xezebe û bi jehre
Ewî
mala xwe avakiriya ji bo dûpişk û mara. (2)
Yanî Êzidiyatî ji mirovê
Êzidî di xwazin, her î dilrehim û helîm bit, dilê wî pir bi rehim
bit û bersiva xirabiyê bi karê xirab nebit. Mirov pêdivye
dilfereh û dilovan bit, li şaşiyên hevalên xwe negirt ta ew bixwe
li xwe bizîvirit û şaşiyên xwe rast bikit, daxwaz û lêborînê ji
mirovî bike, wisa hem mirov kêm nabit û hem girhê zû têne
vekirin, weku di van sebeqan ji qewlê (Şurê rastiyê) de xweya
dibe:
Wekî
te dilê xwe xankir
Mala
xwe mîrûstankir
Gelek
nexweşîn têda dermankir
.....
Wekî
te dilê xwe kir xane
Mala
xwe kir mîrûstanê
Gelek
nexweşî kir dermane (3)
Pêdivye ku mirovê Êzidî
dilpak bit, dûrbit ji xedir û dil reşiyê çinku (ji ber ku) xedir
û dilreşî gunehekî girane li ola Êzidiyan de. Mîna qewlê (Hesedî
Altewrî) ji mere rêz dike:
Hun
buxtaniyê mekin biran
Dilê
xwe safî bikin ji xediran
Zor
ji vê dunyayayê çûn bi gunehêd giran (4)
Bi vî awayî ji mere
xweya dibe ku rehim û dilovanî û lêborîn û dilpakî pir giringin
di Êzidiyatiyê de û ez bahwerim ku rojî bi xwe ji bo hindê ne da
mirov bîr li mirovîtiyê û dilovaniyê bike û hemû kerb û kînê ji
dilê xwe bavîje.
Jêder:
1-2 Qewlê Miştaqê sê
borim, belavkirina Şêx Elo Xelef. Gowara Lalş (j. 11) Tebax 1999-
Dihok
3 Êzidiyatî li ber
ronaya hindek têkitêd ayînê Êzidiyan (l. 72) Xidir Silêman û
Xelîl Cindî. Korî Zanyarî Kurd- Baxda 1979
4 Êzidiyatî ......., (l.
7)
Ev nivîs ji alîyê Şêx
Îdo Babaşêx (Mahfnas, Niviskar û Sîyasetmedar) va hatiya nivîsîn
û di Kovara “QENDÎL”Hijmar 6 da (2 Çîle 2002) hatiya weşandin.
WEY LI
NEZANÊT PIRBÊJ
Dı hemû Ol û baweriyan
de ji mirov tê xwestin ku ligel dor û berê xwe dilpak û
eynetrast bit û herdem xêrê ji xelk, cînar û gundiyên xwe re
bixwazit.
Êzidiyatî jî, ji mirovê
êzidî dixwazit herdem dilpak bêt, dil û zimanê wî wekhev bin û bi
çakî basî xelkê din biket û qet bi xederî derheqê xelkê xeber
nedêt, wekû li qewlê şeqserî li ser zimanê şêx Fexir
hatiya:
Dilê
min bi sê kasa nasojî
Mirovê bi halbêt û bê îş bijî
Mirovê korbêt destê xwe bi xenayê birêjî
Mirovê pîremêr bêt liber kuçkê xwe derheqê alemê bejî (Ι)
Ankû mirov çênabêt basî
xelkê ne li cem xwe bikêt herwisa nabêt mirov î pirbêj bêt çinkû
(ji ber ku) mirovê pirbêj tiştê baş û xerab dê bêjêt û xelkê li
civatê ji xwe dilgiran diket lewra sebeqek hatiya:
Wê li
nezanêt pirbêjî
Ewin
pir xemiya dirêjî
Ewin
yên derheqê birê axretê dibêjî (2)
Wate mirovê pirbêj hate
derheqê nezîktirîn û ezîztirîn mirov xeber di dêt ewjî birayê
axretê ya, herwisa qewlên me pirbêjî bi dû xeberiyê ve jî
girêdaya çinkû (ji ber kû) mirovê pir biaxiftin nikarin hemû
peyvên xwe bi cih bînit û dê dû xeber û rûzer bit li nav civatê
de:
Me êk
divêt î bi sebr bî
Li
îbadetê î ferbî
Ne
pir gotinekî dû xeber bî
.........
jiwan
nebin dû xebere
Ecêb
nebin li sere
Da
hûn li axretê nebin dizêt xebere (3)
Bo me aşkere dibit mirov
divêt ageh ji gotinên xwe hebit û gelek mirovên çak serê xwe dan
û xwe dû xeber nekirin û xwe li cavatê şermezar nekirin, her wesa
Ola Êzidiyan ji mirov dixwazêt axiftin ji cavatekê bo ya din
neguhêzit da hem yê li civatê ji wî aciz nebin, hem li duniya din
rûsipî û serbilind bit:
Bila
hûn xeber a ned casûs bin.
Li
dîwanê ne wek kabûs bin.
Da
sibeyî li axretê li ber pedşê xwe ne di bênamûs bin (4)
Çawa nebit mirov basî
xelkê bikê wisa nabit mirov wekû diza li pişt dîwaran bigerêt û
guh bidet der û cînaran û peyvên wan bi dizit. Li gor Êzidiyatiyê
mirovê vî karî bikêt dê li axretê cizayê wî pir giran bit:
Megerin li pişt dîwara
Guhê
xwe medine peyvên cîrana
Da li
axretê şûna wan peyva guhê we nedin bizmara (5)
Li dawiyê hêvîdarim keç
û lawên me guh bidin van peyvên pir buha û linav civatê de bidin
nemûna mirovê dilpak û serbilind.
Jêder:
-
Qewlê Şeqserî, Xêrî Bozanî- Lalş
(08.1997 Dihok)
-
L 79 Êzidiyatî- Xidir Silêman û
Xelîl Cindî- Bexda 1979
-
3./4./5. Qewlê miştaqê sêborîm- Şêx
Elo Xelef- Laliş . 11. 1999 Dihok
Ev nivîs ji alîyê Şêx
Îdo Babaşêx (Mahfnas, Niviskar û Sîyasetmedar) va hatiya nivîsîn
Û di
Kovara “QENDÎL”Hijmar 9 da (Huzêran (Hezîran) 2002) hatiya
weşandin.
|