| 
                Gelê min
 Ava Çemê 
               Dîclê û Fîratê xuma xuma  
               
               Ez bala xwe dimê we sohr buyîa ev ji xwîna Gelê 
               minaGava ez 
               bala xwe dimê ji dîvla denge avê û şalûl û bilbila qîren û 
               nalênek te gûhê mina 
               
               Ev qîrên u nalîn ya Gelê mina  Ev qîrên û 
               nalîn ya Zarok Pîr û Ciwana gihe ezmana 
               
               Ez xwazim vê qîrên û nalînê birawistînim 
               Lê birano 
               ez çi bikim ev zêdey taqata mina  Gelo çima 
               ev qîren û nalîn tenê te gûhê mina? Sebeba 
               wêjî ji ber bêîtifaqîya gelê mina   Ez kim 
               qîrên û nalîn, hawar û gazî  Kesik nayê 
               hawara minva  Gelo çima? Helbet  
               evjî ji ber bêîtifaqîya gelê mina   Dijminê 
               gelê min çemê Dîclê û  Fîratê kirin bêraj 
               Kevnêtorîyê gelêmin kirin Aş Axa û 
               Beglerê wî kirin qeraş  Top û 
               Tiving ji wanra miaş Gotin qet 
               çênabê ev welatê î rind û delal bimînê bê kûştin û laş Evjî ji 
               ber bêîtifaqîya gelê mina   Aşê li ber 
               Dîclê û Fîratê kirin gûre gûre  Dijminê 
               gelê min Raket (Sarox) pê awa kire  Gelê xwe 
               ata Heyvê û wêda pê bilind kire Lê ez 
               çibikim hêjî gelê min ji nêza dimirê evjî ji 
               ber bêîtifaqîya gelê mina   Dijmin xwe 
               ji gelê minra kir haval Wî gelê 
               min xapand Xwe bi 
               hêza wî kir azad Gelê min 
               bitenê li ser rewşa xwe bû zinar û lat   dijmina 
               welatê min ji gelê min xalî kir  Axa wî ji 
               ser hev rakir  Xwe bi 
               xazînê wê zengîn kir  Tarîx û 
               zanistîya we ji xwera bir  Bajar li 
               ser ava kir Gelê xwe 
               pê zana û jîr kir Gelê min 
               acêbmayî ma û lê temaşe kir 
               
               Evjî ji ber bêîtifaqîya gelê mina  Gelêmin î 
               pirr şervan û qahremana  Dijmin 
               hatin gelê min bi zanistî Rext li 
               piştê girêda  Tiving li 
               desta danî    Gelê min 
               tûî îj hevra î pirr qahremanî Î wek Şêrê 
               devê gelîyayî Gelê min 
               xwîn ji hev anî  Serê hevdû 
               jêkirin, laş hiştin bê serî Pîrekê 
               hevdi hiştin bî, zarok sêvî Bax û 
               Bexçe, Gûnd û Bajar be xwedî Kef û 
               şahîya dillê dijminê xwe pê anî Dijmin 
               hatin û bi wan kenîn   Dijmin 
               gelê min li dinyaye belakir  Çavê wî bi 
               çend qûrûşê sosyala timakir Zikê wî bi 
               şorbe konzerva têrkir Ax û ava 
               bav û kalê wî li ser xwe tapo û senêde kir Gelê min 
               lê temaşekir û jê fihêt nêkir  
               
               Evjî ji ber bêîtifaqîya gelê mina  Gelê min î 
               pirr peşketîya, î herîfa î zana Hejî aînî 
               wek dema Hz. Brahîm Xellîl cotê xwe bi dewara kê hersê dana Keda xwe 
               ya salikê kê binê têrê û bejê evjî ji heyra xdir elyas ra ervana   Gelê min 
               serê xwe hilda û got: “me bi navekî nû heya peywîst” Gelek nav 
               ji xwera dît  Hin 
               demokrat û hinjî sosîyalîst   Dijmin 
               hatin wan bi zanistî û bi wan lîst Go navê me 
               demokrata gerek ê te bibê terorîst 
               
               Helbet evjî ji ber bêîtifaqîya gelê mina   
               Îtîfaq çîya? 
                 
               Îtîfaq: yekîtîya, wekhevîya, 
               biratîya, azadî û serfirazîya
               Gelê min jêra 
               î bi hêvîya  
               23.03.2000 li 
               bajarê Lage / Almanya 
                 
               Nivîskar: 
               Ferhun Kurt 
 
      © Alle 
      Rechte vorbehalten 2004. 
      Jede 
      Verwertung ohne die Vorherige Zustimmung des Verfassers ist unzulässig und 
      wird strafrechtlich Verfolgt werden.      
                    
   |