Herdo cawê me hev du dîn
Em bun mîna mem û zîn
Ket dilê me aşk û ewîn
Me got ya jiyanek bihevra ya
neman
Me gelek soz bi hewra dan
ku em rê nedin beko hawan
Diyariye xelke bakik gûla
E min û yarê percak dila
Ji bo te çi pewiste ezê bikim
Mîna derweş ê avdî ji bo hadlê çu
ser kikan û mila
Min windakir welate xwe
Ez qut bum ji malbata xwe
Ciyaye mi sinyiya daremin
Kewane û nuzare min
Kar u berx pez u deware min
Nikarim di bida rabim hemi buwiya
baremin
Di sermir derbasbu gelek sal
Pore min sipî bu ez buma kal
Çibiki ji mir nemaya çare û mical
Halê min ne ti hala
Jiyanamin we çawa derbasbê
Ne xewna ne xeyala
Behwerbikin geli havala
Ez bum palê puşe vala
Çikas bejim xelas nabê
Ne bi gotina ne bi galgala
Hat gûhemin denge te
Ber çavenim ket rengête
Ji bo xatirê çawê te
Min hevî kir ji de û bavê te
Spas jiwanr em ne şikandin
Bi dilkî xweş em zewicandin
Şikir ji rebê banî
Kasim kir zawe gülistan kir kebanî
Em hevîkin ti bidê wan jiyanek baş
Mîna rengê merg u kanî
Ti destê wan ji hev qutneki bi
ciwanî
Madem ji hew qatandinbu çima te ew
bi serê mekir
Irihatbum kirim behal
Ezî bimalbum kirim bemal
He ezi sih Salî kirim pîr û kal
Madem ji hev qatandinbu çima te ew bimekir
Te ez kirim gopalê deste şivana
Te ez kirim got gota gündî û cîrana
Te ez kirim çîroka li ser hemi zimana
Madem ji hew qatandinbu çima te ev bi mekir
Gelî hawala cîran u gûndiya
Heger hun bêjin evîndarî biçi kariya
Ez çum günde denwana şewitî li sere çiya
Min dît se qîz ji weva hatin
Ya peşi kihela harebiya
Ya diduwa bimir kêlimî bi farisiya
Yan siseya bu tika tikawe bi mir keniya
We bebavê ramusannek bimira dayiya
Hamrenin bîstbû giha heştê saliya
Ezrayil û cibrayil hatin amanete xwe biriya
Ez îfade kirim rebê baniya
Günehemin xerenin kişandiya
Ez avetim naw agirê cehneme
Hejî tahma ramusane we bebavê ji bin zimane min
hatiya
Welatemin nizanim ezê çawa lite wegerim
Qeremê mi şikestina nikarim liser bi gerim
Navberamed hena gelek sinor
Ezne teyrekim di ser bifirim
Insaneki be bazk û perim
Min bêriya te kirî gelek
Nawberamed bahrek kura
Mi ne gemiya û mi ne kelek
Te çi bi serê min kir hey bebext felek
Dema ti tê bîramin
Tê ber çavêmin seyd û neçîra min
Tuwi aşk û evîna min
Tiwi keser û axîna min
Welatemin
Xwezi te zanibya çawa ez bi kûl û
hisreta tema
Ew ewr û mija liser te
Hilma keseremina li serte kişînim
Ew berf û barana liserte tê
Hestrê minin liserte barinim
Ew brûsk û dengê tava li serte
Brûsk şewta dilêmina
Dengê tava qîrênamina
Dengê qaz û qûligê liserte te
Silavê minin ji tera şînim
welatemin
Her şev dihakim û serê xwe datînim
ku ez di xewna xweda te bibînim
Nizam kengî ezê te hembezkim we
kûlê ji dilê xwe derînim
XWEZÎ
Xewzî ez bibuma pêlava lingê
şervannekî
Bibuma bilura devê şivanekî
Bibuma xwulamê xwulamekî
Ez bibuma tembura deste hozanekî
Li min xistina her telekî bi hawakî
Ez li welatê xwe bibuma bilbilê
diyarekî
Yan kewê nizarekî
Min bi xwenda dengemin biçwe
Sîpan cûdî û şingal
Min kûle dilê xwe banîna xwar
Ez li welatê xwe kor û ker buma
Li zindana welatê xwe hesîrê
serbuma
Li welatê xelkê ne xerîb û
penaberbuma
Ez ti sihim çi buwi bila bibê bes
qabramin li goristanê de û bavê mibê
ROJEKÊ
Meha sise not û heftê
Li bajarê Bielefeld ê
Ez ji mal derketim ser cahdê
Min dît bi giredana welat
harmetek ji weva tê
Ez gihiştim derba we hermete
Min silav lekir min got mete
Ti bide xatire nawê xwedê
Mîna behna welat ji te tê
Li min nerî cav tiji hêstir bi kela
girî
Got ax ji derdê îxanetê
bi götina we hermetê
Ne ezmen ez tahmulkirim ne herdê
Hindik ma ku dilêmin cih berde
Min got çi heya çi nina li serxetê
Got lawo sohrke ji xwune ava dicle
û firatê
Xwezî bi helebce mihabatê
Hamremin kadiya li çiya birçî xwas
Min penc law xwedîkirin mina teyrê
baz
Her penc şehid ketin nebun firas
Xwedî û xwedana ji me geriya tev
bun cahş
Hin ji tirsa hin ji ber mihaş
Min got gelê mai cawana
Go lawo hawar haware sewîyana
Kela rih u ruwe xwe berdana
Jinbiya xwe bi cekê re peçana
Li ser çiya mij û dumana
Dirih û stirî li şûna bexçana
Kûnd li şuna beytik û bilbilana
Ew xweşiye berê hiç nemana
Daristan şewitîn buna qirik
Be bombe nema ti cih û derik
Kewir li ser kevir nehiştin hejî wan
Deste dê û weleda ji hev qetandin
Le tiştekî din heya jimir qinyatiya
Min got ew çiya
Go fleha u misilmana helawiya u
ezidiya
Mil dan hew û çun serê çiya
Min go ew ji ber çiya
Go armanca wan azadiya
Dilemin wegeriya û keniya migo
key ti nabê di nezîkda xelasiya
Ji WEXTÊ TE Ji Mi GEREHI
Ez bum gûlek li ber tavê ne awdayî
Pêlen je mi zerbuna hin weşayê
Nawele rewingîkî rêdûr ji havala mayî
Li sermin ewr û mija nabê sayî
Ti li halê min napirsê qay gûnehê
te bi min nayi
Ez bum kalekî heftê salî
Haval û dosta ji min gerehayî
Doramin maya xir û xalî
Ez xwe li ser linga xwe nagirim
Di meşim li ser dar û çoga
Ezê buma dînekî li peşiya zaroka
Cilê min qetînin paremin kişînin
Hawîrdorê min hemî xwûnin
Gûndî û cîran li wan fericin mîna
wan nabînin
Ew bê hat ew bê hat min bi ser hevda kawirînin
li halê mi bê li halê mi bê
Çiqas ti dûrbê bila ti li kubê
Silavkê bişî bêj lawiko ezê bê li
bê
Qay hêdî dinya we xerabibê
Heçî mizgînekê ji mira bînê
Bi rastî bêjê û mi ne xapîne
Heta bixwazê ezê pe bidime malê
dinê
Ti karî ji nekê besî wibê hata
mirinê
Pir supas ji vî Helbestvanê Heja ra.
|