Dîroka Gûnd
Ev Ğûnd kengî û ji aliyê keva hata avakirin?
Gundê Denwanê jî yek ji wan gûnden Êzîdiya li
herema Torê
di navçeya Merdînê li qeza Midyadê ya. (Beşek
ji xerîta Torê)
Denwan ku ji aliyê kesnava
binavê Derwan te bi navkirin heta dawîya sedsala 19. ziving bû. Heft
çikefte we mezin û çend din ye biçuk û xweş hebun. Ji ber ku ew nezîkî
çîya bu û cînaren we bi piranî Asurî anjî Mesîhî (binavê Fileh jî
ten bi navkirin) bun û çikefte we gelekî ji
xwedîkirina sewalara xweşbun. Beguman ya herî gerîng ewbû ku denwan
nezîkî gund bû. Nahbera we û kefnasê 3 Km. Lewma ew ji alîyê malbaten
Êzîdîye ku malê wan li Kefnasê bun dihat bi karanîn û wan sewale xwe le
bi cih dikirin.
Di dawîya sedsala 19. da heft malê Ezidîye ku ji aşîra
Alîreşana (Halîreşana) bun cara yekemîn lê runiştin û hewldan ku denwanê
ji xwera bikin Gund. Berîya hingî malen wan li gelek
deveran li gundê derdora wan belabun. Hinek ji wan li Kefnasê diman û
hin ji wan wek Koçera mal û sewalen xwe li gund yanjî
li zivingê torê û qeleç digerandin. Li kude av bi
deste wan biketa ew li wir diman.
Di destpêka sedsala 20 da Denwan wek gûnd li ser navê Xelîlê Mîşkik û
Telîyê Qemer hat tapo kirin û ev herdo malbat li gorî qanunê bûn xwediye
vî Gûndî. Ev yek heta niha jî berdewama. Ji wê demê û pêda denwan bû
Gûndekî ku bê nahber Ava.
Serpehatî:
Gûndê denwanê jî wek gûndê din e Êzîdiya herdem beramberî sordestî
û erîşen cîrane xwe ye Misilman û Axayen ru be ru diman.
Ez xwazim çend nimuna binim ziman ta xwendekaren wê
malperê jî hinekî ji dîroka ÊZÎDIYAN agahdar bibin.
Gûndê denwanê 3 caran ji aliyen Komê axan hat talankirin.
Hacî kûrê Xelîlê Mişkik î li derdora Heful li ber pezê xwe û bavê xwebu.
Erîşa Alîkê bete girt ser wî û ew giredan û pezê wî bi
carekê dan ber xwe û talan kirin.
Hawara Êzîdiyan kefnasî û Denwanî ketin pey wan û li nahbera hersê gûndê
fileha Arbuyê, Xerabê alê û hibabê da gihan wan û ew bi sîleha li ber
hevdû runiştin. Di dawîya şerda 2 pîrekê kefnasî ku navê wan Hacir û
Zero bun hati kuştin. Di zilamê kefnasî ku navê wan Acacê Miradê û Baro
bun hatin birîndarkirin.Ji gotina yekî din î Êzîdî ji gûndê Efşe jî
(navê wî
Alikê Cirê bû) ku havalê Alîkê betê bu hat kuştin.
Pez jî wan ji diza nehat sitandin û ji kîsî xwedîye xwe çû.
Carek din Koma Helikê Betê hat ser Şivanê denwanê ku li nahbera Denwanê
û Xerabê Kefrê pezê xwe ji Çala avdidan.
Di encameda Sahdunê kûrê Hiseynê Safê kûştin û laşê wî avêtin Çalekê ji
wan. Heft Kerîyê pezê denwanîya ji Şivana bi zorê standin û birin li
Gûndê Xerabê Kefrê kirin Dêr Seytkê.
Carikdin Kefnasî hatin bi hawara Denwaniya va û li dora Gûndê Xerabê
Kefrê girtin. Alîkê Betê Qasirek şand ta ew
qewetê ji gûndê misilmana Dalînê ji wanra bîne. Hawara Êzîdiya qasir
kuştin û nehiştin ew bigihe Dalînê. Alîkê Betê fehm kir kû ew vê neqlê
bê bela ji destê Êzîdiya xelas nabê. Lewma wî bext da wan û got heger
hun dora min berdin ezê pezê we carek din bidim we. Dijî porotestokirina
e wek rahmetê Semawîye Helîk Êzîdiya xwe ji dora gûnd dan alîkî û reya
revandinê dan wî. Ew wek roviye ku ji xefkê derkevê revî û li zoza
û bextê xwejî qulûft û pezê wan neda wan. Bitenê sewalê
mala Helîkê Silo ji destê
dijmina filitî. Ewjî li gotina pîrekek fileh devê hewşa xwe vekir bi
hevîya ku çend serî sewal bikevin hindirwe wê ta
ew karibê bidê xwediyê wan, ji îdara xwedê bey ku diz bibînin sewalê
mala Helîkê silo bi carekê ket hewşa dervekî û ji xwediye xwer xelas bu.
Pez û dewarê Heft mala di destê dizada ma û ji kisî xwediyen xwe çûn.
Ev kes ji denwanê ji aliyê dijminava hatin qetilkirin.
Wek min li bahnî jî bahskir, Sahdûnê kûrê hiseynê mala Safê li ber
Sewalê xwe û bavê xwebû û ew ji aliyê koma Helîkê
Bete va hat kûştin.
·
Serhê û Xelef di bihevçunekeda ji aliyê yekî Barmusî
(Misilman) va
hat kûştin.
·
Şiwêşê mala Qûbet ji aliyê yekî fileh va
li cem Der Melkê hat kûştin.
·
Silemanê kurê Osmên ji aliyê Hisker
va (Leşkerê tirko) li cem Gûrdika Merqiz kûştin.
·
Xelîlê Qûbêt û Siloyê Xelef ji aliye kesen ku hejî nayen naskirin, di
09.12.1989 da di derdora evarîda bi çekên otemetik erîş kişandin ser
gûnd û herdo zilamê be sûç û be çek qetil kirin. Xelîl nezî 70 salî
hemir kiribû û li ser çema di meşiya.
·
Cemîlê kûrê Şiweş ji alîyê kesekî ku hejî nayê naskirin
di reya Almanya da hat kûştin.
·
Felîtê Hevdî ji aliyê PKK va hat kûştin.
·
Usivê Hezîz ji aliyê hekumeta Tirkova hat girtin û piştî
15 rojan laşê wî li pexê rêya ber Efşa ditax (Omerlî) avetî dîn.
Mixabin heta niha 3 kesa jî di bihefçûna nahbera Gûndiyanda jiyana xwe
ji dest dana.
·
Mişkikê Xelîl di bihevçunekê ji aliyê Binoyê osmen va bi
kevirekî ji serê xwe birîndar bu û jiyana xwe ji dest da.
·
Mihê îskên ji aliye Mihê Binoyê
Osmen di bihevçunek dinda ji sere xwe birîndar bu û wîjî jiyana xwe ji
dest da.
·
Necîmê kûrê Binoyê Osmen ji aliyê
xizmê Mihê Îskên va hat kûştin.
Heta niha 3 Xortê ku tevlî Gerîlayê PKK bubun
hatina Kûştin.
Navê wan: Nezîrê lawê Usiv (bavê 2 keça bû). Ew li
Suriyê tevlî havalen xwebû û ew bi xayîntî ji aliyê Havalan va hat
qetilkirin.
Rastem ê lawê Bişêr ji Gûnd tevlî Gerîla bû û ew jî
di şerê qirêj di nahbera komê Kurdê PKK û yen PDK da hat qetilkirin.
Hadî ê lawê Dêwid ji Almanya tevlî Gerîla bû û ewjî
wek Restem ji aliyê Kurden PDK ê va hat qetilkirin.
|