Rupel

Dîroka Gûnd

Malbaten Gûnd

Der û doren Gûnd

Wene / Sûret

Kontakt

Links

 

 

 

Mala Hiseynê Safê.

Navê Pîreka Hiseyn înik bû.

4 Kurê Hiseyn bun.

Navê wan: Hevdî, Hezîz, Osman û Sahdun bun.

3. I. Hevdî di cara Zewicî. Pîreka wî awil navê we Gûlê bû û Keça Mexso ji Heşîra Bahcola bu.

Piştî pîreka wî Gûlê emrê xwedê kir wî Sarê keça Hemerîko ji gundê Bahminmê ji xwer anî.

Xwedê 4 kur û 3 keç dan wî û Gûlê.

Navê Kura: Çeçan, Cemîl, Felît û Xelef bun.

Navê keçajî: Xerîb, Letîfa û Xanimbun.

Zarwe wî ji Sarê bi tenê kûrek hebû. Navê wî Sebrî bû.

3. II Hezîz jî di cara zewîcî. Navê pîreka wî ya awil Nazilî bu û ew keşa Şihabê Qûbet bû. Xwedê kurek û 2 keç dan wan. Navê Kur Silêmana û navê Keçajî Besê û Qumrî bûn.

Navê Pîreka wî din Peyruza mala Seqê bû û ew ji Gûndê Gelîyê Sora bû.

Xwedê 3 kur û 3 Keç dan wan. Navê Kûra: Usiv, Hiseyn û Qaraca bun.

Navê Keçajî: Zero, Ferîda û Fanos bûn. 

3. III. Osmen jî 2 Jin anîbun. Yek jê navê we Xezmê bu û keça Telîê Qemer bû. Xwedê kurak da wan. Navê wî: Bino bu. Ya dinjî Navê we Sosê bû, begoman ew ji Kîwexê bû zarwe wan kurek û keçek bun. Navê kur Silêman bu û navê keçê Sarê bû. 

3. IV. Sehdun Nezan ji gundê Gelîyê Sora ji xwer anîbu. Xwedê 4 kur dan wan. Navê wan: Şiblî, Hezdîn, Aho û Nayîf bun.   

Şiblî bi keçama xwe Zêro keça Hezîz ra jewicîbu. 

Hezdîn bi Şîro ra zewicîbû. (Ez nizam ew keça ke bû). Xwedê 3 kur dan wan.

Navê wan: Sahdun, Heso û Ahmed bun. Ez bi tenê keçek Hezdin naskim. Navê we Seferîbu û ew pîreka Usivê kurê Hezîz bu. 

Nayîf bi Seferîya keça Mehmud ji mala Helîkê Silo ra zewicî bu. Xwedê 4 kur û keçek dan wan. Navê kura: Ferhan, Cindî,Qasim û Abuzêd bun. Ji ber ku kurê wanî mezin miribû û navîjî Abuzêdbu wan navê kurê yî bi çûk jî kiribu Abuzêd.

Navê keçê Menîce bu.

Ji ber ku Mala Şiblî û birê wî Aho li Surîyê bun ez ji wan zahf ne agahdarim.

Malek din ji bavkê mala Safê hebû jê ra di gotin mala Birahîmê Çolî.

Çolî bavê Birahîm bû, Birahîm bavê Fendî bu û Fendî Bavê Mahmed, Ahmed û Çolî bu. Ahmed xwe kuşt û herdokê din hê mînin.

Navê pîreka Birahîm Rindê bu. Navê pîreka Fendî Fato bu. Di keçe wan jî hebun. Navê wan Helîm û Nezete bun. Helîm pîreka Xelefê Hevdî bu û Nezete jîna Bercesê Helîkê Hecî bu.

 

 

 
 

Top