Rupel

Dîroka Gûnd

Malbaten Gûnd

Der û doren Gûnd

Wene / Sûret

Kontakt

Links

 

 

 

Mala Helîkê Silo ku bi navê mala Qaso jî ten bi navkirin: (Qaso bavê Silo bû. Silo bavê Helîk, Hemo û Sinco bu).

Navê pîreka Helîk Xizal bu ew keça Sahdê û ji gunde Gelîyê sora bu.

Çar kurê Helîk û Xizalê bun. Navê wan: Hincur, Semawî, Hiseyn (jera digotin Çirîka) û Mihimid bun.

Xizal berîya ku Helîk we ji xwer bibê pîreka pismamekî jê xwebû. Helîk ew revandibû lewma ew li çîyayê şingalê bûn heta zaroye wan hemi çebûn û li wir mezin bun henû ew carek din vegerahan cem pismamê xwe.

Li gotina 5 Kurê wanbun. Yek ji wan ku navê wî Mûro bu bi nexweşîna sorika mir.

Keç ji wanra çenebun.

Hincur kurê wanî mezinbû û Xelîlê Mişkik keça xwe ya mezin ku navê wê zerifbû da wî. Xwedê 2 Kur: Mûro û Dewas û 2 Keç: Xezna û Bedrê dan wan. Hincûr jinek dinjî anî. Navê we Peyruza bu û ew keça Şiblî bû û ji gundê Bacinê bû. Peyruza pîreka pismemekî ji e xwebû navê wî Bahlo bu û ew û Şiblî di şeveke da hatin kuştun. Ji zewaca Hincur û Peyruza du zaro çebun. Yek kur bu û navî wî Fendîya û yadin keçbû û navê wê Terêza ya.

Li gotina Mala Helîk û mala Xelîl pismamê hevin. 

Semavî Zeynoya Gulota ji gundê Kefnasî ji xwer anîbû. Xwedê 2 Kur: Hamo û Gernus û 4 Keç: Peyruza, Halya, Koçer û Cazya dan wan. 

Hiseyn Xedroya Teter ji Gûndê Kiwexe ji xwer anîbû. Xwedê 4 kur: Ezdîn, Beyro, Teter û Helik û 2 keç: Besik û Hezar dan wan.

Mihimid Cazîka Heyno ji Gûndê Bacinê ji xwer anîbû. Xwedê 2 Kur: Xelef û Mexso û 6 Keç (Qîz) danwan. Nave Keça evin: Şerîn, Fikrîya, Mencol, Xecê, Xizal û Besik dan wan. 

2 birê helîk din Hebun. Navê yekî jê Hemo bû û yedin Sinco bû. Herdoka tekilîye xwe ji Halik birîbun û malê wan ne li Denwanê bun. Zarwe Hemo kurek û Du keç bun. Navê Kur Usiv bu û navê keça yek Fatimbû û ew pîreka Qubatê Xelîl bû. Navê ya din Sarê bu û ew pîreka Şehîn ji bacinê bu.

Pîreka Usiv Şahimbû keça Xelîl. Piştî şahimê emrê xwedê kir Usiv jinek xwa din ji Xerabya anîbû û navê we Xato bû. Sarwe Usiv ji Şahimê kurek bi tenê hebû Navê wî Hemer bû. Hemer yek xwe Fileh anî û ew çu ser dînê mesîhîya.

Zarwe Usiv ji Xato 2 Kur û Keçek hebun. Navê kura Sebrî û Usiv bun û navê Keçê Zero bû.

Jiber ku Usiv piştî bmirina Bavê xwe çebû navê bavê wî li wî kirin.

Sebrî Emnê keça Mecîd ji Efşê ji xwer anîbû û mala wî li denwanê bu û birê wî Usiv Behîya ji Mala Begzo ku bi hesil Butîna ji gundê Krfnasêna lê mala wenjî li surîyê di ma. Lewma Usifjî li cem xezuranêxewe li Surîyê bû.

Birê Helîk Sinco li Bagokê bi cih bubû.Navê Pîreka Sinco Seferî bu. Kurêkî wan bu navê wî Mahmud bû. Kurekî Mehmud bû navê wî Zoro bû. Mala Zoro li gûndê Badibê bu. Çar keçê Mehmud hebûn. Navê wan: Seferî, Xanim, Gewrê û Xizal bun. Seferî pîreka Nayîfê Sehdun bu, Gewrê pîreka Gûndor ji Bacinê bu, Xanim li Kefnasê bi mer bû piştî merê we î awil mir we yekî Efşî kir, Navê wî Ahmed bû.

Xizal jî li Efşê bi mer bû.

 

 
 

Top