Deutsche Version
Hevdû kûştin û neyartîya
di
nava
Êzîdîyada
Bi hezarê
salan Êzîdî tena talankirin û kûştin. Heta heftê û dû fermana, ê ku dijminê
Êzîdîya li wan rakirina, he li bîra gelê Êzîdîna. Hijmara êsîra û kûştîya nayê
hesabkirin, bê guman gihê milyona. Dengê hawara keç (Qîz), jin û xorten êzîdî di
nav destê dijmine wan da he di gûhe kalemer û pîrejinê wandeya.
Bi hezara qîz
û jinê êzîdî yen bedew li bazarê hesîra Hereba, Tirka û Farisa wek heywana ji
xwera bi bazar firotin. Zarokê wan hejî bejin êzîdîya „xalo“.
Êzîdî heta
sedsala nozdeha ji ber ola xwe dihatin talankirin û kûştin. Yanî merov karê
bejê: bi şûrekî di hatin qetilkirin. Ji destpêka sedsala bîstan û heta niha du
şûrê qetlê li ser qirka wan bun. Yek ji alîyê olî va û edin ji ber netewa wan,
ji ber ku ew kurd bun. Yanî du ferman li pey wanin. Yek ji alîyê misilmana va
(kurd û axayê misilman, bi navtêdanê hilmdarê wan cihe xwe di nav dijminê
êzîdîya girtina) û yadinjî ji alîyê dewletê ku welatê wan li hev bahr kirinava
(wek dewleta Tirkîye, Arabê Sûrîê û Îraqê û Frisa: Îran). Ev yek bû sebeb ku wan
hew di nava vê dijmintîyeda îdarekir û wan cih û ware xwe terkirin û bi hêvîye
giran berê xwe dan welatê xerîbîyê. Hêvîya wan ya herî giran ewbû ku ew cihekî
xwe î nû li welatekî din bibînin ta ew, bi teybetî zarokê wan, nevî û nevîçirkê
wan li wir di bin sitara hikumeteka demokratîk û di nav gelekî tolerant (bê
ferqî) li ser herf û adatê xwe yê olî bi jiyanek be êş û jan û ferman bijîn. Ji
destpeka salen şestî di sedsala bîstanda wan berê xwe dan dewletê rojava, ji ber
ku wan bahwer dikir ku ewê li dewletê ku piranîya wan mesîhîna vê sitara ku ew
di xwazin bibînin û ewe li nav mesîhîyada jiyanek rihet, be kûl û derd bijîn. Ji
her dewletê kû berê Êzîdî lê di jîyan berê xwe dan Evrupa, bi teybetî almanya
armanca wanbu.
Îro Awrupa
buîya warê wan î duyemîn. Ji her dewletan (ji Sovyeta berê, ji Îraqê, ji
Tirkîyê, ji Sûrîyê) Êzîdî buna cînarê hevdû. Ji her dewleta buna meroven hevdû,
yanî ji hev zewicîna. Bi rastî bi sedê sala fersetek halo (wisa) neketibû destê
wan. Ya herî baş ewa kû zarokê wan karin her tiştî bixwînin. Çi mektebe
(Medrese) û zanîngeha ku ew bixwazin ji wanra vekirîna. Çi sinhet û zanistîya ku
li vir peydabibê karin bi dest bixin.
Birano ev
jîyanek gelek nûya di dîroka êzîdîyada.
Lê mixabin li
ber çavê min ev hemi bi avê deya. Ji ber kû gotinek bav û kala tim te bîramin:
„Xwedê daîyo ne hejayo“.
Mixabin em roj
bi roj bînin ku me ji dîroka xwe ya 72 fermana û koçberbuna xwe ya ku hê ne
qedehaya ti aqil negirtîya. Em di nava rojê reşda dijin. Em li her bajaren
elmanya li golê xwîna xortê êzîdî ê ternal rastbin. Em karin bêjin me terka her
tişten xwe ê ku ji ola mer grîngen daya û ji dîvla weva me berê xwe daya
qelandine.
Qîz û xorte me
bi seda rin gihin xelkê xerîb û terka ôla xwe din ji ber xwînmijîya me.
Qîz û xorte me
dil kevin hev û xwazin bi hevra bijîn em nahelin. Heger wan hevdû revand em
qebulnakin û wan bi salan mahkum (fermanloî) kin. Hek me safîkir, gerek bi
sedhezarê Euro bê. Ev sersarî û xwînmijîya.
Qiz û xorte
me gihin xerîba û ji ola xwe derkevin em serê xwe kin berxwe di reyada di wan
bihirin. Le gava qiz û xorte êzîdî li gorî herf û hedetê ola me hevdû bi
hecibînin û dil bikevin hev (evindar bibin) em qebul nakin. Dê û bav bejin:
„Gerek yan xwîn birjihe yanjî qelena kû em bixazin bidin me“. Ev karê qirêt ne
din reya êzîdîtîyedeya û dûrî her harf û adate merovatîya.
Ev yek ne
laîqî din û ola êzîdîyaya û bi kerî me nayê.
Jine me tevlî
zaroke xwe ji ber zilm û zorîya meren xwe rin kevin hayîmê dewletê yanjî rin
gihin xerîba.
Ev yek dê û
baven êzîdî sersar kê.
Lê ya herî
zahmet ewa ku em ji dîvla xortê xwe bişînin zaningeha û wan bidin xwendin û wan
zanê bikin em sîleha jiwanra kirin û wan berdin hev û wan bi hev din kûştin. Roj
bi roj dijminaya nava êzîdîya zedebê û wek bahra (derya) bê binî kur bê, wek
agire bikevê mergekê û bakî xwirt lexê fereh bê.
Birano heta
kengî ev kûştin û xwîn rijandin we bidominê?
Birano kengî
ezîdî we destê xwe bidin hev û we wek bira bi hevra bê êş û jan û bi dostanî
bijîn?
Birano emê
kengî bela xwe ji ciwanê xwe vekin ta ew di reka bê astengî ra bimeşin û jîyanek
be tirs bijîn?
Birano emê
kengî dev ji timaîya malê dinyayê berdin ta ciwanê me karibin bê astengî bi
hevra bizewicin?
Banga min ewa
ku ciwan bes bîya kalamer û pîrejina bikin û ew ji bona xatirê Xwedê û Tausî
melek bes hevdû bikûjin.
Bi reya kuştin
û dijminayî ra tifaq ticara dinava civaka meda çenabê. Heka em tifaqê di nava
xweda çenekin emê ji niha û negelekî ji alîye olîva ben qelandin.
Di dinê
êzîdîya da xwînrijandin gûnehekî herî mezina: „Xwedê rihadê û tenê ew karê riha
bistînê“. Birano dayin û standina rihê însanî di destê xwedê deya û destura avda
nina ku kare xwedê bikin, yanî riha bistînin. Ji ber vê yekê banga min ji wera
ewa ku hun ji bona Xwedê û Tawisî melek û ji bona xatirê 72 fermana û waqas
şehîdê vê ola ma ya pakij û heja û ji bona xatirê pêşeroja ciwanê me û nevî û
nevîçirkê me dest ji neyartîya hevdû berdin û ji dîvla weva bibin merovê hevdû!
Dest bidin hev û bi hevra wek govendbin! Ola xwe ya ku bav û kalen me, ê ku şûrê
qetlê her î li ser qirka wan bu, bi xwîna xwe heta niha parastina biparêzin!
Serê her tiştî
tifaq û tebahîya. Xwedê bi zahr û zimanê xwe gotîya: „Mi ji tifaqê fiheta“.
Xwedê û Tawisî
melek bi werebin!
Hol hola xwedê
û Tawisî meleka!
14.09.2002
Nivîskar: Ferhun Kurt
Alle Rechte vorbehalten. Der Inhalt dieser Seite dient
exklusiv Ihrer persönlichen Information. Weiterverbreitung oder
Verwendung jeglicher Art sind ohne besondere Genehmigung des
Autors: Ferhun Kurt nicht zulässig. Insbesondere dürfen
Nachdruck, Aufnahme in Online-Dienste und
Internetvervielfältigungen auf Datenträger wie CD-ROM, DVD-ROM
etc. nur nach vorheriger schriftlicher Zustimmung des Autors:
Ferhun Kurt erfolgen. Bei Nichtachtung behält sich der Autor
vor, rechtliche Schritte dagegen anzugehen.
|