Dem
baş birêz Ferhûn u hemu xwedevanên hêja,
di serîde dixwazim spasîyên xwe ji bo
daxwîyanîyên Te, ku Te
di derbarê şîrove u peşnîyara min ya
04.03.07`ande dayî bêjim.
Herwaha jibo ku Te Rahmetîyê Naîfê Sêdûn
wek nûmune dayî, ezjî
dibêjim bila rahma Xwedê li Wîbê u serê
Malbat u Xizmê Wî saxbê.
Herçiqas min Rahmetî ji nêzve nedîbê u
nasnekiribêjî, dizanim ku
Ew di nav Gûndîyên mede u di nav Ezîdîyên
ku Ew naskirinde
Mirovekî heskirî u Rêzgirtîbu.
Hêvîdarim ku Aştîxwazî, Xêrxwazî,
Dilgermî u Dilsozîya Naîf tucaran neyê jibîrkirin u Ew di dilêmede
herdem bijî. Lê heyf u mixabin ku me gelek Rêzdarên wek Naîf di dema
jîyana Wande himbêz nekirin u piştî ku çun ser dilovanîya xwejî zuh
jibîrkirin. Ma gelo kî jime dikarê keda Simoyê Mirêd Inkar bikê? Çend
cangorîyên me çend caran bi destê wî hatin şûştin u bi cîh kirin? Çend
Xanîyên me bi destê Wî hatin avakirin? Çend çalên me bi destê Wî hatin
kolan? Kî jime dikarê bêjê ev Jîyana min ne keda destê Rahmetîya Hesna
Erebo anjî Xifşêya Yengêne? Kî jime dikarê şîret u zanebuna Hemoyê
Semawî iro ji nifşê pey xwere bêjê? Kî jime dikarê destê Alîkarîyê yên
wek Usifê Ezîz dirêjî
Gûndîyên xwe bikê? Kî jime dikarê wek Mihê Iskên bi hemu Hawar u Gazîyên
Nas u Dostê xweve herê? Ev hemu u hîn bi dehan yên wek Wan ji bêxwedîtî
hatin jibîrkirin. Lê hînjî ne
gelekî derenga. Hun hemu jimin çetir dizanin ku Mirov ji kudera zerarê
vegerê li ser kare.
Belê birêz Ferhûn, berîya ku ez Nameya
xwe bi dawî bikim, dixwazim di derbarê gotinên Te ku Tu dibejê ez
bitenême u tukes alîkarîyê nadê min, dikarim Tenê bi dilekî xemgîn vê
bejim: Gelo çima em xwe hewqas durî Ol u Bawerîya xwe dikin? Çima em
bihevçun u dilmahîyên berê jibîr nakin? Çima em ji ser kerkedanê cahîltî
u nezanîya Bav u Kalên xwe nayên xwar? Ma gelo ev xêrnexwazî u zikreşî
jibo çîye u wê heya kengî bidomê? Gelo ew Rêzdarên Gûndîyên me ku xwe
di civakade dikin Qazîyê Ol, Bawerî, Kultur u çanda me dikudene?
Nizanim ew Akademîsîyen, Dîroknas,
Olperest u Ilmdarê me çima xwe diveşêrin?!
Silav u Rêz!
B. Kurt
|