Keremkin cîh û warên ku ez zindî lê jiyame û  ew hejî ji min re dibin derd û xeyal  nasbikin.

 Xem û xeyal   

Xem û xeyal min dibin li Kurdîstanê digerînin

Berim didine nava Êzîdîxanê, warên bapîran

Ciyê mîrgeha  Xaltiya li van gundên Êzîdiyan

Diçime nava gundê Şimzê ciyê ol û erkanan

Tê bîra min sema Tawisê û dengê Qewalan

Dema ew di geriyan li nav gundên Êzîdiyan

Ji hemû gundan dihat dengê def û şibêban

Zarok, ciwan û kalepîrên Şimzê geşdikir dîlan

Wê demê nav û dengê Şimzê neyar di behitan

Şimza şên dibû hêlîna pir qîz û xortên Êzîdiyan

Ew paytexta gundê Şahsim,Qulibdor û Feqîran

Ciyê  sekana gundiyên Çinêriya,Dûşa û Bazîwan

Pêşteka gundê Gedûkê,Qorixê ,Texerî û Hemdûnan

Sitara  gundiyên Kelhokê,Enapê,Kurtikê û Hecriyan

Zemanê xerab, Êzdiyên Şimzê û yên van 14 gundan

Ji ber zêlm û zora dijminan reviyane nava Ewrupan

 Dert û Keder 

Derd û kederên min rizgariya Kurdîstan

Axîn û oxînên min ji bona warê Êzîdîxan

Xem û xeyalên min her li ciyê bav û kalan

Tûcar ji bîra nakim wan gundên Êzîdiyan;

Minminîk û Oxlaqçî mekanê begên Milan

Bêrc ,Baluc û Axmastê gundên Mastekan

Perweriya gundiyên Xerbê-ariyê û Zewran

Başî û rûmeta Hecîzidê û Kevir-beliyan 

Wexta Xirbêbelek sekana koçek û qewalan

Qorî û Îşxên ciyê kerametên Şêx Remedan

Herdû gundên Mozik ciyê xwedanê day Xan

Kerma Zoro û kerma Çem hebû sêtara biran

Gedê Kato û gedê Naso timî sekana Şerqiyan

Aşîtiya li Girêsirt,Tilterîq,Xerbê Ariyê û Yaban

Têfaqa li nava gundiyên Xerîbê û Festeqiyan

Ji ber zêlm û zoran kesên xayîn û Dijminan

Ev bîst û çar gundên Êzîdiyan îro bune wêran

 

Kemal Tolan

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Top

 

Die chronologische Geschichte einer leiderprobten, kleinen Religionsgemeinschaft

 

 

 


Einfuehrung des Autors


Einleitung


Kapitel Eins


Kapitel Zwei


Kapitel Drei


Kapitel Vier


Anhang