Märtyrer

Briefe / Name


Rewşa Êzîdiya li Almanya çawaya?

 Wek ku em zanin Êzîdî ji ber gelek sedem û aloziya ku ew bi sede salan hemberi wan ru beru di man mejbur bun welate xwe terk bikin ( berdin) û ji xwera li cihekî din bigerihin. Wan tokil bi xwedê û Tausî Melek anî û berê xwe dan Ewrupa ku di dema meda cihê herî azad û demokratika. Ew awil di destpeka salên 1960 da bi kesayetî, ji bona şixûl yanî kar hatin Ewropa û bi teybetî Almanya. We demê karker ji Almanyara hawcebun (lazimbun) lawma wan ji gelek dewleten derdorê xwe û dosten xwe Karker xwestin. Hinga çendek êzîdî jî ji tirkiye hatin Almanya. Piştî çend sala hina ji wan kulfetê xwe jî anîn cem xwe. Lê belê bi malbatva kesek nehatibu almanya. Di salên 1977 heta 1981 disa qaflek din ji êzîdiya wek penaber hatin almanya. Reda geleka ji wan hat û ew carek din vergerehan malê xwe. Wan li welate xwe hew îdare kir û carek din bi malbatva, dev ji her tişten xwe, cih û waren bav û kalan berdan û bere xwe dîsa dan Almanya. Hınek ji wan cara diduya li vir akincî bun. Îro Ewropa, bi teybetî Almanya, buya cih û ware duyenîn ku herî behtir Ezîdî le dijin. Ez karim bejim Ewropa ne bitenê cihê duyemîne.Evder buya cihê herî gering. Ew ji her deveren ku berê ew le diman, Tirkiye, Sûriye, Îraqê û Zovyeta berê hatina vir. Berê tekiliyen wan bi hevra nebun îro ew cînarê hevin. Ez bahwerim heger guhertinek yanî reformek di nava Ola êzîdada çebibê we ji Almanya dest pebikê. Ji berkû rewşa wan ji aliye Olîva û re û rimanva ya herî xeraba. Bê goman wan evder kiriya cih warê xwe. Ew hew carek din bi himdê xwe bi derbekê vegerihin ser cih û waren xwe yen berê kû îro buna xirbeh. Lawma gerek ew rê û rismen li gorî demê û rewşê ji xwera saz bikin ta ew karîben xwe û zarwen xwe winda nekin.

Gelek got û bej di derheqa vê babeteda ten kirin. Lê mixabin gelek ji wan xwazin bi çavekî kor û bi destekî kop paleya nohka bikin. Bi vî karî em nagihin tu encama.

Berî hertiştî gerek em cihê ku em le dijin û xelkê der û dorên xwe ja herî gerîn dîroka wan nasbikin. Li gorî imkan û derfetê ku peyda bin em gaven xwe yek bi yek bavêjin, ta em nekevin xepek Xefka. Lê belê berî her tiştî û karî gerek em li hevdu bahwerbin. Tifaqa me gerek bi rastî hebê. Bey Tifaqê ti kar nameşin û bingeha Tifaqê jî bahweriya. Di virda em hê gelekî li paşmayina.

 

Wek min got rasta di dema meda cihe herî demokrat Ewropaya û bi teybetî Almanya. Le gerek em zanibin ku ev demokratik û azadiya li ewrupa heya li ser rikne gelek şer û nexweşiya hatiya avakirin. Du harbê (şerê) cihanî ewrupa mecburî ve rewşa wan ya îro kirin. Yanî merov karê bejê ewropî mecbur man ku şert û mercen îro ku li cem wan peyda dibin û her kese li ser ruye cihane dexisê wan qebulbikin. Meriv nikarê îro bejê heta kengî ev rewş we wiha dewam bikê. Gava merov berê xwe bide diroka ewropa wê zanibê ku ewropî ticara li ser rewşekê nasekinin. Ew xwe her zu guherin û gelek caran bi alîkariya şer guherîna pek tînin.

Begûman êzîdî îro perçak ji wanin. Zarwe êzîdiya di nav wanda, di dibistanê wanda û li gorî qanun û herf û adete wan dijin. Di zarokiya xweda herî behtir wextê xwe bi wanra bihêrin. Lewma gelek alozî di nahbera de û bavan û zarwê wanda hene. Daxwaza Zaroka ewe ku karibin li gori havalên xwe ye Ewropî (Alman) bimeşin û ser û berên xwe wek wan girêdin. Lewma ew îro gelek ji adeten bav û kalên xwe ji xwera wek astengî dibînin û naxwazin li gorî daxwaza dê û bavên xwe bijin. Di virda gelek betifaqî ketiya navbera Malbaten êzîdiyan.

Gelek tiştên ku ji bav û kalanda li Êzîdiyan gunehbun îro Zaro bikar tinin. Wek Por jekirinê li cem Pîreka, simbel qûsandinê li cem Zilama û cil û berên wan. Gelek caran meriv cilê Şîn li ber wan bînê anjî cilên Qîzan gelek kurtin merov fihêt ke li wan biheşînê (meyzînê).

Bê goman ji aliye herf û hadeten me derbek gelek mezin li me ketiya. Gava merov heşîne kem malê êzîya mana yen ku zarwe wan wek dilê wanin. Gelek ji wan ji maljî bazdin. Hin ji dê û bava tinin ser xwe û hişkerê bejin ku zarwe wan dev ji wan û ola wan berdana, hinjî hene hê xwazin kemasiyen xwe bi temisînin (veşerin) Lê gava ew kesê kemasiyen xwe û zarwen xwe veşeren zarwe xwe zewicînin hinga her tişten wan derkevin meydanê ji berku dîsa zarwe wan runanin û gelek caran jin ji cem meren xwe bazdin û mêr jî dev ji jina xwe û zarwen xwe berdin. Îro ev rewş di nava hemû malbaten êzîdiyan da heya. min bi xwejî ji vê şerbetê vexwariya. Keça min 15 salî beriya 3 heyva ji cem me çû hayima Jugendamta almana û naxwazê carek din vegerê cem me.

Ez xwazim Rewşa me bi du nimûna bidim xweyakirin.

Beriya heftakê (06.08.2005) daweta kûrê dostekî min bu. Ez jî çu bum daweta wan. Birasti merov fihet di kir ku li Qîz û Xorten me biheşînê. Dema Dawet berb bi dawiyeva çû milet yeka yeka derketin devê salone. Ez jî li derba yekî Gûndiye xwe sekinîm ta ez li hal u wextî wî û malbata wî pipirsim. Jinek din ku jiminra xerîbu jî li wir sekinî bû û nevîye we li milê webu. Wê pîreka kurd û wî gundîye min hevdu nasdikirin wanjî li hal û wextê hev pirsîn. Piştî çend gotina mijara ştexaliya me bû dê û bav û di navra rewşa me êzîdiya li Almanya. We hermeta Misilman bi zahrekî vekirî em êzîdî rexnekirin û got we zû xwe ji herf û hadeten xwe dur existîya. Gava em ji xwera diştexilîn keç (qîz) û bûka wîyê gundîye min hatin li cem me sekinîn. Carek din we hermeta Misilman bizahrekî vekirî bûka wî rexnekir û gort: “bi Quraan heger bûka min xwe wek vê Bûka ta gerêdaya niha ew berday buwa. Lawe min we telaqê bida wê”. Xezûrê we ji fihetiya nizanîbû çi bersivê bide we. Bite wî got: “ma ya min çiya? Mêrê we destura we dê û bimeda xeyirê heger em we rexne bikin”.

(14.08.2005) Hermetek dilbeşa me telefon da me ku bipirsê gelo rasta keça me çuya hayimê. Gava pîreka min jira got rasta we ev bersiv da: “ Gerek nakê hun li ber xwe kevin. Êzîdî teva di rewşa wedena. Em ji fihêtiya nima karibin herin nava tos û nasên xwe. Em herin ku gava bahsa zarwe xwe bikin e mejî ten bîra me û em ji qahra îdare nakin û divê em bigirîn”

Di van nimunada dahuir bê ku em rewşek çawa dene.

 Lê em nikarin bejin ev xirek xafilbu li me ket. Gerek merov ji birnekê. Gava birez Dr. Herbert Schnoor ku we demê wezîrê kare hindurû ye eyaleta Nord Reihein Westfalen bu. Ji serdana xwe ya cih û waren êzîya li tirkiye vegerehe biryar da ku rasta êzîdî ji ber zulm û zorê welatê xwe terk kirina û koçî almanya buna. Dewleta Almanya biryar da ku êzîdiya qebul bike û wan di nav xweda bi cih bikê. Birez Dr. Schnoor hat nav êzîdiye Bielefelde û got: “ Êzîdîno min du mizgin ji wer anîna. Yek jê xera û yadin nexera. Ya xerê ewa ku dewleta Almanya hun qebul kirin û hew we carek din şûnva şînê cihên ku hun jê revîna. Ya nexer ew ku ez îro î xemgîn û poşmanim ku ez bum sersebeb ji bona vê mana we li welate ma. Ji ber ku hunê wan herf û hedeten xwe yen pîroz li vir winda bikin”.

Be goman ne bi tenê vî dostê êzîdiya ev rewş ku îro em tedena naskiribu. Dema Feqîr Xidirê Berekatê Keso ji bona Konra êzîdiya lli Hanoverê hatibû Almanya min ji wî pirskir ka ew rewşa me êzîdiyê almanya çawa nirxînê. Wî ev Bersiv da min: „Hun Êzîdiye li Almanya di nava Bahrekê dena lê ez nizanim berê we li kuya”.

Gerek em vê gootine wî dostê Êzîdiya î heja û bi rêz Feqîr Xidir tu cara ji bîr nekin. Wan em hê zû û ne dereng şiyarkirin, lê mixabin wek ku peşiyen mejî gotina: “heta serê miriya li heda nekevê ew bi xwe nahisihin”.

Gerek êzîdî bi zanibin û bizarwe xwe bidin fehm kirin ew çiqas berb bi ewrupîyava herin we demekê poşman jî bibin, ji ber ku ewropî wan ti caran ji xwe qebul nakin. Ew wê di çav Ewropiyada her dem xerîb ben hesibandin. Merov karê vê yekê di rewşa Cihuwa da bibînê. Cihû bi sedê sala li vir dijin û hejî nebuna perçak ji ewrupîya û ew wek biyanî ten hesibandin. Lewma ew gelek caran ru beru hemberî ferman û talankirina mana yen ku ji aliye ewropiyanva li wan dihatin kirin. Dema dawî di bin destê hikimdarîya Nazise alman ku Hitler serokê wanbu fermana wan di nahbera salen 1933 û 1945 rakirin û 6 milyon ji wan qetil kirin. Mal û milken wan bi darê zorê ji wan sitandin û ew li cihane belakirin.   

Iro xweyaya ku şerekî dijwar di nahbera Fileha û ometa Islamê berdewama. Em jî di nava wanda dijin. He em raste rast nebuna hedefa wî şerî le ez bahwerim heger em heij ji xwe ne bin em jî eme bibin hedef û çebe ku ji aliye herdo cihava dijmine mejî hebin. Mixabin ew ti ferqîye nakin nahbera xerab û nexeraba. Gava ew dijminatiya miletekî bidin berçaven xwe ticara ew cudahiye nakin nahbera kesen ku ew xwazin bi wanra şer bikin. Di Çavên gelek Ewropiyan da her kesê ku ji nav dewletê misilmana hatina wek kesê dilxerab ten naskirin. Di virda gerek êzîdîjî şiyar bin û heyj ji xwe hebin ta ew jî nebin hedefa vî şerî.

Menaliteyek yanî tebhekî ewropiyan î gelek xerab heya. Gava ewropî terbin û malê wan tera wan bikê hinga xofa dilê wan jî gelek pira. Gava ew birçîbin û malê wan tera wan nekê yanî bê kar û hemel bimînin hinga bexoftir ji wan nina. Ew zu çavê xwe ji xerîbê di nava xweda teng kin û rewşa xwe ya nebaş kin sûcê wan. Lewma gelek caran erîşa bin ser wan.

Ew ticara bi himdê xwe sucê xwe qebul nakin. Her xwazin sûcê ku wan kirinbê bikin stûye hinek din.

Lewma gerek êzîdî yek bin û bi hevra li nasnama xwe ya olî xwedîbin, ta ew karibin bi tifaq xwe ji vê taloka şerê nahbera Fileha û Misilmana bi parêzin. Gerek êzîdî tim ferqiye nahbera ola xwe û olên din dahir bikin ta herkes zanibê ew kina ew ahlê xerêna û ne ye şerin. Ev barekî gelekî girana li ser milê wan kesê ku xwe rewşenbîr hesibînin. Ji ber ku ticaran Êzîdî ji aliye saziyan va nehatina birevebirin û wan gelek caran hîle ji desten hevdu dîtina ew li hev ewle nabin û xwe na siperin saziya. Heta merov bahweriya wan bi xwe bînê gelek dem û kar peywîsta (hewceya). Gelek systema, yen siyasî tehdîta xwe li ser Êzîdiya bi kar aniya. Wan her car zirara xwe ji wan diyiya. Tifaq di dilê wanda zahfa, lê mixabin be rixne bahwerî li cem wan gelkek kem buya. Heta îro wan gelek caran xwe sipartiya rexistine siyasî le mixabin van rexistina ew wek mahzeme ji xwera û ji bona karê xwe bi kar anîna.

Ne bitene êzîdiye li ewropa dijin îro hemberî aloziya ru beru mana. Li welatê bav û kalên wan jî gelek zahmetî û alozî ten peşiya êzîdiya. Welatê wan meydana şerê navbera Fileh û misilmanaya. Ew cih û warê wan buna wek Qazana dergirtî li ser Egir. Ew kelê û nakelê kesnizanê di dawiyeda çi we jê derkevê.

 

 

 

Lage, 18.08.2005

Niviskar: Ferhun Kurt

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Top
 

 

Die chronologische Geschichte einer leiderprobten, kleinen Religionsgemeinschaft

 

 

 


Einfuehrung des Autors


Einleitung


Kapitel Eins


Kapitel Zwei


Kapitel Drei


Kapitel Vier


Anhang