Märtyrer

Briefe / Name

Biranîna nemir bavê Peşîmam Ismail Deniz. 

Gelî dos û havalan her çiqasî zahmetbejî ez mecbûrim wek rewşemburekî êzîdî van gotina bi dilekî xemgîn bi nivîsim.

Wek ku di gelek sebeqe ji Qewlen Êzîdiyan da hatîya gotin ew Erd milkê xwedeya û ji tu hevdara namînê. Roja Xwedê însanî dê dinyaye we rojê roja mirina wî li cem xwe nivîsê.

Lewma gava kesekî Êzîdî emrê xwedê bikê bejin ew çû mala xwe, ya heq.

Wek ku hun zanin Peşîmam Ismail Deniz 22.07.2005 çû ser dilovaniya xwe.

Sed rahma xwedê li miriye we û li Peşîmamê me bê, cihe wî biheştbê.

 

Çend gotin li ser rahmetî bavê Peşîmam Ismail Deniz.

 

Peşîmam Ismail merxasek ji êzîdiye çelka bu. Dê û Baven wî jî wek gelek Êzîdîyen din ji ber jîyana zahmet û bindest derbasî Suryaye bun ku we deme di bin hikimdariya Firansa debû. Piştî ku Surî ket bin destê Areba ew carek din vegereha ser cihê dê û bavên xwe ê berê nav êzîdiye çêlka. Ji ber kû birê wî û gelek pismamê wî he li Suryaye di man dîsa tekiliyen wî ji wirjî qut nebun.

Ji ber ku ew bi hez nezîkî Ola xwe bû û tişte ku ji destê wî bihata wî di reya dînê xweda û ji bona Mirîden xwe texsîr nedikir ew gelek caran li hemberî dewleta tirko û axayen misilman ru be ru dima. Demek direj ew mahkum ma. Lewma ew mecbur bû gelê xwe û warê dê û baven xwe terk bikê û li Almanya bi cih (akincî) bû.

Gava êzîdî ji ber zor û zahmetîya hatin ewrupa awil xwe li wî girtin û wîjî dîsa wek berê tiçte ji destê wî dihat ji mirîden xwer kir.

Heta ew çû ser dilovaniya xwejî mala wî ya her kesê Êzîdî bû. Deriye wî ne bi tenê ji Êzîdiyara î vekirî bû. Wî gelek dahw û dozen di nava Êzîdiyada serast kirin û kesen ji hev dilmayi li hev anîn.

Gelek caran ew bi meha nahat mala xwe û li nava êzîdiya di gereha heta ji destê wî dihat kemasiyen wan rast dikirin.

Di mala wîda gelek xort û keçên (qîzen) êzîdiya ku hevdû ji dilê xweş direvandin bi cih dibun heta wî dê û bavên wan li hevdû banîna.

Bê gûman tu kes bê gazinjî nina. Wek kû ji berêda hatiya gotin: „ destê mera ne weqî û mezêna“. Tu kes nikarê wek dilê herkesî bimeşê û ji bona wan kar bikê.

Gelek caran gazin jî ji wî dihat kirin lê ez di we bahweriye dema ku wî tucaran bi himdê xwe kemasî li derba êzîdiya nekirin. Kelek kemasiyen wî ji destê gelê wî bun.

 

Carek din dibejim sed rahmet li bavê Peşîmam Ismail Deniz bin. Di serîda serê ahlê wî û dûvra serê êzîdiya û dost û nasen wî sax bin.

 

Birayen we

Ferhun Kurt

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Top
 

 

Die chronologische Geschichte einer leiderprobten, kleinen Religionsgemeinschaft

 

 

 


Einfuehrung des Autors


Einleitung


Kapitel Eins


Kapitel Zwei


Kapitel Drei


Kapitel Vier


Anhang