Festîvala Laleş Ya Rewşenbîrî

Dema Nû-Hewlêr

Festîvala Laleş Ya Rewşenbîrî di 13-15 tîrmeha sala 2006’an da, li Dihok û Şêxanê wê bê çekirinê.

Festîvala Laleş Ya Rewşenbîrî, di bin çavderiya Wezîrê Roşenbîrî ya Hikumeta Herêma Kurdistan Felekeddîn Kakayî da û jêrnavê “Laleş Herdem Kaniyeka Zelal e Di Horte Robarê Rewşenbîrî ya Kurdî Da”, ji aliyê Bîngeha Laleş Ya Rewşenbîrî li Dihokê, hatiye amade kirin.

Wezîrê Roşenbîrî Felekeddîn Kakayî û Waliya Dihokê Temer Remazan jî wê beşdarê festîvalê bin û biaxivin.

Her usa di festîvalê da, ku wê 3 roj berdewam be, li ser mijarên giring semineran wê bê çekirinê. Gelek hunermend jî di beşa huneriya festîvalê da cî bigrin û bi pêşkeş kirina hunerên xwe festîvalê bixemlinin.

Hinek semînerên Festîvala Laleş Ya Rewşenbîrî bî vî awayî ye:

- Kurdzanî li Sowyêta Berê û Niha, ji aliyê (Profesor Şakirê Xido,

- Mafên Êzîdiyan Di destura Iraq û Kurdistanê Da, ji aliyê Zahîr Kazim Abîd,

- Metrayî Wêjeyanî Li Ber Ronahiya Dokumentêt Arkelojî, ji aliye Abdulreqib Yusif,

- Mala Êzîdiyan li Oldenburgê, ji aliyê Eskerê Boyîk,

- Ezmuna Xwendina Babetê Êzdeyatî li Qutabxane, ji aliyê Rêsan Hesen û Şemo Qasim,

- Seretayî Xulqan Li Deqekanî Kurdî Da / Êzdî û Kakayî wek Nimune (Destpêka Xulqandinê Di Metna Kurdî Da / Bo Nimune Êzdî û Kakayî) ji aliyê Tariq Cambaz,

- Kurdolojî û Êzdeyatî, ji aliyê Xelîl Cîndî,

 - Şengal û Tarîx, ji aliyê Kifa Mehmud.


 

Ji amedekar û rêvebirên Fêstîvala Laliş ya rewşenbîrî re!

 

Xuşk û birayên hêja ,

ez weke Êzdiyekî ji bakurê Kurdîstanê û niha li Almaniya yê dijîm, gelekî dilxweşim ku wezîrê rewşenbîrî yê Hukûmeta Kurdistanê birêz „Felekedîn Kakey“ û parizgarê parizgeha Duhokê birêz „Temer Remezan“ alîkarî  dane „Bîngeha Laleş Ya Rewşenbîrî” û we bihevûdinê re ev bernama Fêstîvala Laliş ya rewşenbîrî ku li ber dilê min ji bona nasandina Êzdiyatiyê gelekî giran buha û pêwîste amadekir.

 

 Hêvî darim ku hemû serkêşên semînar û çalakiyên Fêstîvala Laliş ya rewşenbîrî di vê piştevaniya rewşenbîrya resena Kurdî de serkeftî bin û Xwedê bike em Êzdî jî karibin ji vir û pêve çalakî û fêstivalên xwe yen weha girîng li ser navê hûnera tifaqa ku ji aliyê gelek kesên zahne û oladar, rêxistin, Meclisa Ruhanî, dezgeh, komel û malên me Êzdiyan ve hatiye damezirandin pîroz bikin.

 

Xwedê bike hûn di vê çalekiya xwe de gelekî serfiraz bin û em ji hûnera we şermekar nebin .

 

Rêz û silav

 

Kemal Tolan

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Top
 

 

Die chronologische Geschichte einer leiderprobten, kleinen Religionsgemeinschaft

 

 

 


Einfuehrung des Autors


Einleitung


Kapitel Eins


Kapitel Zwei


Kapitel Drei


Kapitel Vier


Anhang