Êzîdiyatî û erkên rewşenbîrên Kurd !

 

Wek em dibînin, dagirkeran ser ax û bin axa Kurdîstanê ji kevin de zevt kirine. Wisa jî qedexe danîne li ser nav, nasneme, ruh û zimanê me. Ji bo ew karibin gelê me ji dîrok, netew û nirxên wî durxin, bi her haweyî ve me ji holê rakin, çi xirabî ji destê wan hatiye kirine û niha jî li me dikin. Her çiqas wan koledaran şertên ku em nikaribên xwe wek evdên kurdên Êzîdî bidin naskirin, ji dîrok û mîrata kal-bavên xwe re xwedî derkevin nehîştibin jî, lê dîsa gava ku meriv bixwaze, bila çi zahmetî li pêşyê bin jî, ew dikare hinekî dîrok, netew û civata xwe naske.

Di rûpelên dîroka kevnar de zelal xwiya ye ku, di dema destpêka şaristaniya merivatiyê şûn de, hinek merivan berjiwendiyin xwe yên şexsî di ser yên Xweda yê seranser re dîtine û ji hingê ve jî merivên zordar peyda bûne. Wan hê ja di wê demê de, xwe wekî “Xweda yê qenc (baş) û xirab (nebaş)” anjî, fikra ku “Xweda li ser ruyê erd û ezman gelekin û ne yekî seran ser heye” dane diyarkirin. Evan nijedperestan ji bo menfêate xwe hebûna Xweda yê seranser yê ku cihan û em afirandiye înkar kirine. Ji bo ku ew karibin daxwaz û berjiwendiyên xwe, di her demê de zêdetir bikin, ew timê li dijî evdên ku ji Xweda yê bitenê bawer dikin, derdikevin û ew xwe ji Xweda yê seranser re dikine şirîk.

Ji Xweda ve xwanê ye, ku em Êzîdî ji berê ve ji Xweda yê seranserî bi bitenê û ji wekîlên Xweda (Milyaketan;Tawisî-Melek û w.d.) bawerdikin. Gava merivekî rewşenbîr destê xwe deyne ser wîjdanê xwe û wêrabe li her deverî de rastiyê bibêje, eşkere ye ku me Êzîdiyan bi vê baweriya xwe û bi zahmetekî ku meriv nikare salix bide ev çanda Kurdî jî li ser piyan hîştiye. Ji ber vê parastinê ye jî ku pêşiyên me timê ji aliyên olperestên menfêatçî û koledaran ve hatine qirkirin.

Ew kesên ji dîroka Kurdîstanê agehdarin dizanin, ku ola Êzîdiyan ola Kurda ye herî kevn e. Kevnbûna dîroka Êzîdiyatiyê vêga jî di stran û floklora Kurd û di ilmê ola me de zelal xwanê ye. Zane û ilimdarên olan baş dizanin: Ji roja baweriya Êzîdiyatiyê di nav rojhilata navîn de peyda buye û heta vêga hêjî gelê me her baweriya xwe bi Xweda yê seranser kû bitenê ye aniye. Ji ber kû Êzîdiyan ev bawerya rast parastine, timê xof û rahm di dilên wan de hebû ye. Êzîdiyan ji ber vê baweriya xwe ya paqij, ti cara ti zulim û zora dînî li olên din û netewên cînarê xwe nekirine.

Ez gihîştime vê baweriyê:

Ji bo meriv bikaribe dîroka Kurdîstanê zelal binêre, pêwîst e ku meriv pêşîn welatperweriya di nav text û qewlê ola Êzîdiyatiyê de qenc nasbike. Dema meriv bala xwe kur bide ser text û qewlê ola Êzîdiyatiyê û dîroka Kurdîstanê, meriv dibîne bi sedan dagerkir-desthelatdar hatine ser axa Kurdîstan û çû ne. Gava ev ji Kurdîstanê derketine çûne, ewan hingê gelek ji dewlemendîya (semanê) Kurdîstanê bi xwe re birine. Hinek ji wan yên ku heta îro li Kurdîstanê de mane jî, hêjî li pêşiya tevgera rizgarîya Kurdîstanê bûne asteng. Ji xwe ji ber van bîr û baweriyên teng, yên ku merivan ji Xweda mestir dikin û tenê mefêata şexsê xwe nasdikin, gelek çewtîtî û valeyîyên mezin ketine nava dîrok û netewên li Kurdîstanê.

Ji ber kû dijminên Xwedê û gelê me timî ji kurdên Êzîdî tirsiyane û baweriya Êzîdiyan ji xwe re neyar dîtine, ewan her xwastine Êzîdiyatiyê ji holê rakin. Ewan timî agirê neyartiyê berdaye navbera ol û gelên li Kurdîstanê û bi zanistî jî gelek tiştên ne rast derheqa ola Êzîdiyan de gotine: “Êzîdî ne kurdin, Êzîdî qûreşîne, Êzîdî ji hova bawerdikin, kitabên Êzîdiyan yên muqedes tinin, kî neferekî Êzîdî bikuje, ew gunhê xwe yî di axret û îmanê de afo bike û ewê li dinya dinê here bihuştê û w.d.“

Ji xwe ewan Xwedê nenasan bi van bîr û baweriyên xwe yên gemar her xwastine Êzîdiyan ji Kurdîstanê dûr bixînin. Ewan bê hêjmar evdên Êzîdî di Kurdîstanê û di welatê xwe de, li serê gelek çiyan û zinaran, li nav gelî û newalan, li ber çem û kaniyan bi xayîntî kuştine.

Em dibînin ji ber wan şerên dewletên koledar û Kurdên paşverû hebûna civata Êzîdî her timî hatiye înkar kirin. Çi gava ku gelê Êzîdî li dijî wan hova li berxwedane, zaliman hemû gund, cîh, ziyaret û paresgehên me wêran kirine, gelek mişêwir û pirtikên Êzîdiyan qetandine û şewitandine. Gelek tiştên me Êzîdiyan yên ku bi hezarên salan paqij hatibûn parastin wêran bûne, çiqqas qewil û dûayên me hatine ji bîrkirin. Ji ber van fermanên bi ser Êzîdiyan ve hatine, hêjî ti evdek ji Êzîdî û biyaniyan nikare, di derheqê hêjmara sax û şehîdên Êzîdiyan de agehdariyeke rast bide.Tiştên hatî û tê gotin, tenê gumanin evdane.

Dîsa li goriya dîtina xwe dibêjim, heta niha hêjî ti kesekî Êzîdî û ejnebî bi berhem û lêkolînên xwe, bi temamî xwe bernedaye ser riknên baweriya ola Êzîdiyatiyê û Êzîdiyatî hêjî ronî ne buye. Ji ber ku gelek nivîskar û lêkolînvanên li ser dîroka Êzîdiyatiyê berhem derxistine û diweşînin, bi xwe ne Êzîdî ne, berhemên wan ji aliyên ilmên Êzîdiyatiyê ve jî pir qels in. Heta gelek ji wan kovar û rojnaman ji ber gotin û remanên mîsyonerên biyaniyan, ji ber devên henek belangazên Êzîdiyên dûnav hatine girtin. Em tev jî dizanin wexta ew mîsyonerên biyanî bi şexsên xwe hatine li nava Kurdîstana perçekirî geriyane, ewan hingê agehdariyên xwe ne ji serkaniya ilmên Êzîdiyatiyê girtine. Geleka ji wan, zanyarên xwe ji ber devê şexsên menfêatçiyên gelên cînar, kurdên Musilman û Êzîdiyên nezan bi rişwetê standine. Li ser wan nivîserên biyaniyan nimûne yek:„ew nivîsên, ku ji xebatkarên baylozxana ketine ber destê balyoza, hinek ji wana hatine guhêrandinê. Li Tirkiyê û Îranê balyozên usa jî hebûn, ku înformasiyonên rast carna berevajî dikirin. Carna wana îzbatî usa nîşan didan, ku zirar negihîje qulixa wan, an jî bi wê yekê dixwastin di karê xwe da hîn pêş bikevin. Hinek cara jî wana gelên kêmjimar yên li wan welata da bi awakî dijminatî nîşan didan. Hineka jî qestbende înformasiyonên usa berev dikirin, ku kurda wek qaçax nîşan bidin. Bi wê yekê va wana piştgiriya zordest û dagirkara dikirin.*(Ji kitêba, M.S.Lazarev- Pirsa Kurdan (1891 – 1917) – Stockholm 1999.)“ Wekî dinê jî xweya dibe ku gelek ji wan pirtuk û lêkolînên li ser rewşa Êzîdiyatiyê hatine nivîsandin, piraniyan wan wekî peymaneke ku di nava dû berên li dijî hevûdin û her yekê dixwaze hinek armancên xwe bi cî bîne, wisa ev berheman hatine nivîsandin. Gava dilê wan bixwasta û wan ji Qewl û Duayên Êzîdiyatiyê fahmbikira, wan ne digot:„Kitabên Êzîdiyan yên Muqedes tine ne, Ola Êzîdiyatî ji ber olên ku kitêbên wan yên muqedes hene, hatiye jiberkirin (qopîkirin) û.w.d.“ Bila ev kes baş bizanibin, çi roja li Kurdîstanê dîrok zelal bive wê timê bêne şermezakirin û ewê her di tirban de jî nesitirin.

Belê, bi dîtina min rastiya Kurdîtiyê, di zilm û zordariya hatî serê Êzîdiya de zelal xwiyanî dike. Lê hêjî hinek kesên biyanî û Kurd ku ji xwe re dibêjin „Ez rewşenbîr û niviskarim“ na xwazin ola Êzîdî weke oleke serbixwe nasbikin. Ji bo ku ew karibin ola Êzîdî hêjî bêrûmet bikin, ew di şîrove û nivisên xwe de, ji xeynî nerastiyê pêştir ti tiştekî rast ji bo şîrovekirina dîrokan olan zelal nakin. Ev kesên bêxîret xwe nasnakin û dibêjin: „Êzîdî Mithraîzmî, Mazdaîzmî, Zerdûştî, Sabî, Buddhîzmî û w.d.ne. Êzîdiyatî ji ber ola Cuhuyan, Mesîhiyan anjî ya Musilmanan zêdebuye. Êzîdî ji Dêw, Hova, Cinikan û w.d. bawerdikin“. Başe, ez ji wan kesan dipirsim, gelo ji ber ku roja Êzîdiyatî çêbûye û hetanî îro, ew welatparêz bûne, wan ji Xweda yê bitenê bawer kirine û ew timê dijî dagirkerên Welatê xwe derketine, lewma Êzîdî „hovin“? Bi dîtina min van kesên weha gotine û dibêjin, tenê ji bo mexsedên xwe bi zanistî xizmet ji koledaran re kirine, dikin û naxwazin ku rastiya ola me ya kevnar li cîhanê bela bibe.

Li aliyekî dinê, bi dilxweşi dibînim ku çend rêxistin, ilimdar, dîroknas û rojnamevanên Kurd û misyonerên biyanî jî di berhem û lêkolînên xwe de hebûna netewa Ézîdî weke koka Kurdan ya herî kevn qebûl dikin û ji bo vê armancê hêjî xebatê dikin. Ez dixwazim van kes û rêxistinan, ji bo vî karê wan yê hêja û zahmet li virê spas bikim.

Erê, ev babeta bi serê xwe gelekî mezin û berfire ye. Meriv di vir de jî valeyeke mezin di nava xebata rewşenbîrên Kurd û civata Êzîdiyan de dibîne. Bi rastî ti kesî ji me, hêjî di wî warî de, baş lêkolînên berfire û layîqê dînê Êzîdî ne weşandine. Bi dîtina min ji bo civateke olî karîbe dînê xwe biparêze, divê rêberên wê civatê yên oldar azad, serbest û zane bin. Lewma jî dibêjim: Heta xwendevan û zanên Êzîdiyan bi xebat û zanebûna xwe nikaribin rêveberiya ola Êzîdî bikin û hevkariya wan bi Civata Rûhanî ya Êzîdiyan re çê ne, heta ew bi ilmê xwe Êzîdiyatiya xwe rast şîrove nekin, dê ti kesê nikaribe dewlemendiya dîroka Êzîdiytiyê di cîhanê de baş nasbike û kesê nikarbe Êzîdiyatiyê rast bide naskirin. Belê ji bo ku zarokên me Êzîdiyan jî karîbin weke zarokên xelqê bi aqilmendî ji pêşeroja xwe re xwedî derkevin û ew karîbin van valeyên di dîrokê de hene dagirin, gerek ew pêşîn fêrî Êzîdiyatiyê bivin, divê berî her kesî em evdên Êzîdî gelekî xizmetê bikin, zarokên xwe di dipistana malê de, agehdarî her hawe yên jiyanê bikin û gerek merivên Êzîdî bixwe jî karibin di warê ol û çandê de, ji

piçûkan re pêşengiyê bikin. Pêwîste em timî ji keç û xortên xwe re bibêjin; Raste gava merivekî gelekî tî be, hingê ew dixwze pêşîn avekê vexo. Lê gerek meriv zanîbe ka ji kîjan kaniyê avê vexo? Ne kû meriv ewilî gihîşte kîjan kaniyê, hima ava wê bi ser kela dilê xwe de berde. Gerek meriv bizanibe; ava kaniyên gemar û herî tînişka meriv şikandin û şûnde hêja ziyanê dide bedena meriv.

Em hêjî baş nizanin ka serok û dûnavên me êzîdiyan li ser vî babetî çiqas rola xwe anîne cîh?. Lê dîsajî divê em Êzîdî îro ne weke demên berê Êzîdiyatiyê tenê li hêviyan dûnavên xwe bihêlin û ne bêjin: “Gava pêşiyên me jî asîmlasiyona olî qebulbikirina, hingê ev neheqiya weha wê ne dihate pêşiya me. Ti kesî dersa olê ne daye me, em bixwe nizanin ka em çine? Gava dûnavên me nizanîbin, emê çewa zanîbin? Gava dûnavên me Êzîdiyatiyê nemeşînin em jî nikarin bimeşînin û.w.d“. Belê pêwîste ku em ji berpirsyariya xwe ye îro re zêdetir xwedî derkevin, ne ku em gunê xwe bavêjine ser pêşiya û barê xwe jî ciwana re bihêlin. Eger em xwe di vê demê de zana û bi rêxistin nekin, emê jî bibine alîkarê helandina çand û ola xwe. Lewma jî, îro ji hemî demên derbasbuyî pêwîstire ku Şêx, Pîr, Mîr, Pêşîmam, Feqîr , Mirîd û zaniyarên Êzîdiyatiyê karibin, kul û gazinên xwe rû bi rû ji hev bikin û em ne hêlin êdî zimanên hinekan li me dirêj bibin.

Gereke her kurd zanîbe, gava oldarên Êzîdiyan bahsa ola xwe dikin, ew hingê raste rast ji netewa xwe ye Kurdîtiyê re jî xwedî derdikevin. Ji ber ku zimanê ola Êzîdiyatiyê zimanê Kurdî ye. Êzîdî ji xeynî zimanê Kurdî, nikarin bi ti zimanê dinê dua, qewl û beytên xwe bibêjin. Heta vêga Êzîdiyekî ku bi Kurdî nizanîbe tûne. Lewma jî divê em Êzîdî baş zanibin, ku em nikarin Êzdiyatiya bêyî hevkariya rêxistin û partiyên Kurdîtiyê û Kurdîstanê bidomînin.

Hêviya min ji rewşenbîr, nivîskar, partî û rêxistinên li Kurdîstanê jî eve ku, ew êdî rê nedine leystik û çewtîtiyên dîrokî. Çewa ew di bernamên rêxistin, partî, televîziyon, kovar û rojnamên xwe de hirmetê didine musilmantiyê û xiristaniyê gerek ew wisa jî, xizmetê ji bo parastina olên miletê kêm û Êzîdiyatiyê bikin. Divê em bi hevre nehêlin êdî tû cûdetiyên xirab bikevine nava civat û olên li Kurdîstanê û em îro jî ol û polîtîkî tevlî hev nekin. Bizanîbin, pêwîste hevkariya komel û rêxistinên Êzîdiyan serbixwebin û ne girêdayên ti rêxistin û partiyan bin. Divê komel û civatên Êzîdiyan karibin, bîr û baweriyên xwe, li gel hev û di nava tevgera rizgarî xwaza netewiya Kurdî de, bi rewşeke azad giftago bikin û xwe azad biparêzin. Gereke em Kurdîstanî zêde li hev û dinê xwedî derkevin û zanibin, eger saxkirin û pêşxistina Êzîdiyatiyê ne di destên T I F A Q A Êzîdiyan de be, ev Êzîdiyatiya heyî jî wê wenda bive.

Ez bawerim berhevketina me dê bibe serkevtina me !

Silav û hurmet ji bo we.

Mamoste Kemal Tolan

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Top
 

 

Die chronologische Geschichte einer leiderprobten, kleinen Religionsgemeinschaft

 

 

 


Einfuehrung des Autors


Einleitung


Kapitel Eins


Kapitel Zwei


Kapitel Drei


Kapitel Vier


Anhang